Xelfetiya Kevn
Xelfetiya Kevn

Xelfêtî (bi tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di nava axa Mezopotamya da xwedî xweserî û mîmariyek taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihûştek biçûk tê binavkirin. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûgê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî bihûşta gula reş jî tê nasîn.

Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAPê di bin bendavê de ma.

Rûniştvanên herêmê dibêjin ku bajar û navçe navên xwe ji efsaneyeke stendine. Ew efsaneya xemgîn behsa du ciwanên ku berê evîndara hev bûne dike.

Berî demeke kevn du ciwanên bi navê « Xel » û « Fatê » gelek ji hev hezkirine, lê malbata herduyan nehîştine ew du evîndar bigihêjin hev. « Xel » û « Fatê » jî ji ber vê yekê xwe çekirine ava Ferêt û bi wî awayî di mirinê de gihîştine hev. Ji wê demê bi şundê bajar wek warê « Xel » û « Fatê » tê nasîn û bi derbasbuna demê bûye « Xelfetî » (bêhtir…)