Charlie Chaplin
Charlie Chaplin

Charles Spencer Chaplin (jdb. 16ê nîsana 1889an – m. 25ê kanûna pêşîn a 1977an) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê ye. Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li Hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.

Razên pîşeya Chaplîn ew bûn ku gavên xwe ji hev vedikirin û dimeşiya, dikaribû hestên xwe bi rûyê xwe nîşan bide û laşê xwe bi hosteyî bi kar bîne. Dema ku Chaplîn bi Fred Karno re dixebitî, ev fêr bûn.

Piştî fîlmê xwe yê pêşî yê bi navê Making A Livingê (Daborandin, 1914) ku Henry Lehrmanî derhênerî kiribû û bi Nobel Normandî re lîstibû, di fîlmê bi navê Kid Auto Races at Venice (Li Venedîkê Pêşbaziya Otomobîlan, 1914) de ew cilên ku ew navdar kir li ber xwe kirin. Tê gotin ku Chaplîn berê ev cil nesêwirandine; li Keystonê cilên lîstikvanên din li ber xwe kirine. Şalê fireh yê Fatthy Arbuckleyî ye, çakêtê teng yê Charles Avery ye, şewqeya melon yê xezûrê Arbuckleyî ye (bêhtir…)