Nûr Elî Îlahî an jî Ustad Îlahî (jdb. 11ê îlona 1895an - m. 19ê çiriya pêşîn a 1974an) fîlozof û îcatkerê tembûra modern, hizirvanê ruhanî, hunermend û dadgerê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê ye ku jiyana xwe li ser lêgerîna metafîzîkî ya hebûna mirovan bûrandiye.

Feylezofê kurd ê îranî Ustad Îlahi, di sala 1895an de li gundê kurdan Ceyhûnabadê (wê demê gundek bû) ku nêzîkê Kirmaşanê ye ji dayîk bûye. Ew lawê kurdê derwêş ê bi navê Hacî Nemat e ku bavê wî ji bo bawermendên Yaresan weke ezîz tê qebûlkirin. Piraniya jiyana xwe, ligel malbata xwe li bajarên wek Kirmaşan û Sinê yên Rojihalatê Kurdistanê borandiye. Xususiyeteke Ustad Îlahî jî heye ku heta dawiya jiyana xwe, qet di konserek û civakêk de muzîka xwe pêşkêş nekiriye. Wî hertim, muzîka xwe di civakeke teng de ku ji nas û dostan pêkhatiye de pêşkêş kiriye.

Hunermend hê di zaroktiya xwe de hînî tembûrvaniyê dibe û li gor agahiyan, tembûrvanî şopeke malbatî ya malbata wî ye. Lê, Ustad Îlahî vê tembûrvaniya malbatî nûjen dike û bi teknîkeke nûjenî, deh teliyên her du destên xwe jî bikar tîne. Muzîka wî, bi melodiyên mîstîk e û helbestên wî jî, ji şopa kevnare tên.

Ustad Îlahî, di zaroktiya xwe de bi dîsîplîneke ruhanî perwede dibe û ligel perwerdeyiya klasîk dersên olî jî werdigre. Îlahî, di 24 saliya xwe de ji malbatê vediqete û diçe li Tehranê kolêja dadgeriyê dixwîne û di sala 1933an de kolêja dadgeriyê xilas dike (bêhtir…)