Kurmancî
Kurmancî, kurdiya jorîn yan jî kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî zimanê herî berfireh ê Kurdistanê ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axavtin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cihêreng hatiye binavkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başûrê Kurdistanê jî wek badînî tê binavkirin.
Kurmancî | ||
---|---|---|
Kurdiya kurmancî | ||
Welatên lê tê axaftin | Kurdistan Tirkiye Îran Îraq Sûrî Ermenistan Gurcistan Azerbaycan Îsraêl Rûsya Ewropa DYA Awistralya | |
Herêm | Kurdistan Diyasporaya kurdan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 28-32m | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî, erebî û kîrîlî | |
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Kurdistan Iraq Sûrî Rojava Ermenistan | |
Cihê lê zimanê kêmnetewe | Tirkiye Îran Azerbaycan | |
Sazkerên zimên | Îraniya berê | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | ku | |
ISO 639-2 | krd | |
ISO 639-3 | kmr | |
|
Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]
Etîmolojî
biguhêreKurmancî[4][5] = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd [çavkanî hewce ye] xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû "ev axên me ne, em neherrin" .[çavkanî hewce ye]
1. Peyva kur kurd e, lê em baş dizanin ku diroka peyva kur gelek kevn e ji ber ku 3000 salan berê zayînê ev peyv hebû. Bi zimanê sûmeran em dibêjin kur ji bona "welat, çiya, erd" .[6] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[7] û ji bo "erd" em dibêjin lur [8][9] (bi ermenî çiya = lêr[10]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[11] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî [12] ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord [13] dibînin.
2. Peyva man [14] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî [15] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere [16].[17] Bi ermenî em dibêjin mnal [18] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men [19] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".
3.Peyva cî [20] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [21]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [22] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.
Belavbûna kurmancî
biguhêreDi roja me de kurmancî di gelek welat û axan de ji alî gelê kurd ve tê axaftin. Belavbûyîna zarava, ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sînorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Xinûs, Mûş, Bedlîs, sînorê Sêrtê Kozluk, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meledî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Afrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek herêmên Sêwazê ev zarava tê bikaranîn.
Deverên kurmancîaxiv
biguhêreErgin Öpengin û Geoffrey Haig, du zimannasên Zanîngeha Bambergê (Almanya), li lêkolîneke (Öpengin & Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş dikin[23]:
Devera zaravayên başûrrojhilat
biguhêreDevera zaravayên başûr
biguhêreDevera zaravayên bakur
biguhêreDevera zaravayên başûrrojava
biguhêreDevera zaravayên bakurrojava
biguhêreDevokên kurmancî
biguhêreKurmanciya rojhilat
biguhêre- Botanî, serhedkî, torî, şîkakî, behdînî, qerejdaxî, wanî, hekarî
Kurmanciya navîn
biguhêreAmedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin
Kurmanciya rojava
biguhêre- Dersimkî, kurmanciya Dêrsimî
- Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
- Reşoyî (li Anatolya Navîn, Semsûr, Dîlok, Meletî, Gurgum û Efrîn)
- Sêwasî
- Meletî, entebî, efrînkî, kobankî
- Urfî, kurmanciya Anatolyayê
Kurmanciya Xoresan û Deylaman
biguhêreDengnasî
biguhêreTîpên dengdar
biguhêre[çavkanî hewce ye] | Pêş | Navend | Paş |
---|---|---|---|
Nêzik | 'i' î |
'ʉ' u |
'u' û |
Nîvek | 'e' ê |
'ɪ̈' i |
'o' o |
Vebûyî | 'æ' e |
'a' a |
Tîpên bêdeng
biguhêreLêvî | Diranî | Pidûyî | Arikî | Zimanokî | Hefikî | Gewriyî | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Pozî | m | n | ŋ | |||||
Teqînok | Bêdeng | p | t | t͡ʃ | k | q | ||
Dengdar | b | d | d͡ʒ | ɡ | ||||
Bêhndar | pʰ | tʰ | t͡ʃʰ | kʰ | ||||
Pêhntar | bʱ | dʱ | d͡ʒʱ | ɡʱ | ||||
Arînok | Bêdeng | f | s | ʃ | x | ħ | h | |
Dengdar | v | z | ʒ | ɣ | ʕ | |||
Nêzok | w | l | j | |||||
Wîçînok | r | |||||||
Civînok | ɾ |
Alfabe
biguhêreRêziman
biguhêreEdebiyata herî pêşî
biguhêrePirtûkên pîroz ên êzdiyan
biguhêreCilwe[çavkanî hewce ye] û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin.[çavkanî hewce ye]
Şerefxanê Bedlîsî
biguhêreŞerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.
Eliyê Herîrî
biguhêreEliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.
Ehmedê Xanî
biguhêreEhemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an.[çavkanî hewce ye]
Erebê Şemo
biguhêreErebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.
Destanên sereke
biguhêreMemê Alan, Mem û Zîn, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş ji wan destanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.
Navgînên ragîhandinê
biguhêreMed TV
biguhêreMed TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ https://www.ethnologue.com/country/TR/languages
- ^ https://www.researchgate.net/figure/Map-of-major-regional-dialects-in-Kurmanji_fig1_297789163
- ^ https://www.academia.edu/9265566/Regional_variation_in_Kurmanji_A_preliminary_classification_of_dialects
- ^ http://www.ezdixandi.com/forum/48-1146-1 Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine (Li ser maplea Yezidiyan. Li gora dîroknas "MICHAIL FAROE " peyva kur-d-man-cî = ciya-man-cih e)
- ^ http://www.blueglobetranslations.com/about-kurdish-kurmanji-language.html Girêdana arşîvê 2013-06-18 li ser Wayback Machine (li gora malpera blue globe translations, kurmancî= kurd+man+cî)
- ^ http://psd.museum.upenn.edu/epsd/epsd/e3180.html (li ser ferhenga sûmerî-îngilîzî peyva kur bi 5000 salî ye)
- ^ http://www1.euskadi.net/morris/resultado.asp (ji bo welat bi baskî em dibêjin "herri" = kur)
- ^ http://translate.google.com/?hl=fr#eu%7Cen%7Clur
- ^ http://projetbabel.org/basque/dictionnaire.php?q=terre&c=fra
- ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=montagne&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
- ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech = terre
- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 23 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=man
- ^ http://starling.rinet.ru/cgi-bin/response.cgi?single=1&basename=/data/nostr/nostret&text_number=+561&root=config
- ^ http://translate.google.com/?hl=fr#en%7Cla%7Cstay
- ^ http://www.latin-dictionary.net/q/latin/manere.html
- ^ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=rester&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=yer
- ^ http://www.iranicaonline.org/articles/deylamites
- ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2011
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Ergin Öpengin & Geoffrey Haig, Reginal variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects. Li Kurdish Studies, 2:2014, r. 143-176.
- ^ Izady, M.R.: The Kurds, Washington 1992???
- ^ Mann, O.: Kurdische Mundarten der Kälun-Abdû, IN: Kurdisch-Persische Forschungen II.1: Die Tajik-Mundarten der Provinz Fars.