Portala Jînenîgariyê

Adi Holzer: Serpêhatî (Lebenslauf) (1997). Adi Holzer jiyanê dişibîne bendê canbazan

Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíosjiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.

Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.

Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.

Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.

Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.

Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.

Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.

Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)

Gotarên Jînenîgariyê yekî din nîşan bide

Wêneyên gotarên jînenîgariyê

Di dîrokê de îro

Bûyer

Ibn Xeldûn

  • 1951 – Li bajarên Kurdistanê, Erzirom û Gimgimê erdhej çêbû.
  • 1958 – Karesata herî mezin a di dîroka deryavantiya Tirkiyeyê de li kendava Îzmîtê qewimî. Keştiya bi navê „Üsküdar" lûqî bin avê bû û 160 kesên tê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
  • 1965 – Li Amasyayê li kana komirê ya lînyîtê ji sedema grîzûyê teqîn çêbû, di encamê de 68 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
  • 1991 – Li bajarê Kurdistanê Kerkûkê raperîn destpê kir.
  • 1994 – Li bajarê Izmîrê Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM vebû.
  • 1994 – Gundê bi navê Ûranis ê ser bi navçeya Tetwanê ve ji aliyê leşkerên tirk ve hate şewitandin û valakirin.
  • 1998 – Gerîlayê kurd Hüseyîn İşçan yê bi navê kod Sabrî Nurhak li Amanosê di encama şerekî bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest da.

Jidayîkbûn

Mirin

Îro, 19ê adara 2024an e (UTC) – nûkirin

Kategorî