Simón Bolívar

Simón José Antonio de la Santísima Trinidad Bolívar Palacios y Blanco [siˈmɔm bɔˈliβar] (jdb. 24ê tîrmeha 1783an li Caracas, Venezuela; m. 17ê kanûna pêşîn a 1830an  li Santa Marta, Kolombiya) yek ji azadîxwaz û têkoşerên Başûrê Amerîkayê yê navdar e.

Bolívar en Carabobo.jpg

Bolivar herwekî di hemî welatên Latîn Amerîkayê wekî leheng tê zanîn. Wî ji bo azadiya Latîn Amerîkayê têkoşiyaye, li serxwebuna ji DYA - Keneda û Ewropayê geriyaye. Îro ji bo gelek rêxistin û polîtîkerên parzemînê fîlozofiya wî wekî rêber e.

Bolîvar di malbateke pirr dewlemend e ji dayîk bûye û perwerdeyekê baş dîtiye. Demekê dirêj li Ewropa jiyaye û geriyaye. Siyaseta Napolyon bala wî kişandiye. Piştî vegera wî li Latîn Amerîkayê dest bi şerê azadiyê ya li dijî dagirkeriya Brîtanya, Spanya û DYAyê dike. Li gelek welatên Latîn Amerîka hêzên çekdar birêxistin dike.

Herçendî ew di jiyana xwe de nagihîje armancên xwe jî, nêrîn û çalakiyên wî dibe bingeh û bi navê Bolîvarîzm gelek tevgerên azadîxwaz dadimezirin.