Dicle-Fırat (rojname)

(Ji Dicle-Fırat hat beralîkirin)

Dicle-Fırat an go Dîcle-Ferat, rojnameyeke kurdî-tirkî bû.

"Rojnameya ramanê ya mehane" Dicle-Fırat di 1ê kewçerê sala 1962an li Stembolê dest bi weşanê kir. Hejmara wê ya 8. û ya dawiyê di 14ê gulanê sala 1963an de derket. Xwedî û berpirsê rojnameyê Edîp Karahan bû. Dema Edîp Karahan piştî hejmara 9. ya rojnameyê amade kir û ji bo çapê diçû çapxaneyê ji ber ku di rê de hatiye girtin rojname dawî li jiyana xwe anî.

Sê hejmarên pêşîn yê rojnameyê 4 rûpel û hejmarên din jî 8 rûpel bûn.

Nivîskarên wê biguhêre

Di Dicle-Firatê de gelek rewşenbîrên kurd yên wekî Edîp Karahan (Her wiha bi navên Edip Osmanoğlu, Hamit Mazidağlı, Mahmut Bayraktar û Reşo bikaraniye), Dr. Sait Kırmızıtoprak, Sait Elçi, Musa Anter (Her wiha navên Rahşan, Anter, M. Anter, Dicle bikarniye), Hüseyin Aruk, Ekrem Tunç (Ekrem Yusufoğlu), Ahmet Aras, Bahri Koçkaya, Şevket Epözdemir (Dilbırîn), Huseyîn Sagniç, Mahmut Toprak, Mehmet Şanlıer Halit Nazmi Balkaş, Enver Aytekin (Ahmet Botanlı), İsa Şans, nivîsaran dinivîsandin.

Girêdanên Derve biguhêre