Samî Hêzil

Nîvîskar û wergêrê kurd

Samî Hêzil (jdb. 1975 li Setmanis, Wan, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û wergêrekî kurd e.

Samî Hêzil
Jidayikbûn1975
EsilKurd
PerwerdeZanîngeha Wanê
Pîşenivîskar, Wergêr
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Samî Hêzil di 1975an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayik bûye. Wî di sala 1999an de Beşa Ziman û Wêjeya înglîzî ya Zanîngeha Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000an û vir ve ye ji zimanê înglîzî helbest, roman, kurteçîrokan û berhemên zanistî werdigerîne kurdî. Di kovarên wêjeyî û zanistî yên wek Jiyana Rewşen, Zend, W û Tabularasayê de nivîs û wergerên wî hatine weşandin. Li sazîya Kurdî-Der’ê Şaxa Wanê waneyên wêjeya kurdî dide. Beşdarî panel, konferans û komxebatên derbarê ziman û wêjeya kurdî de bûye. Bi kurdî kurteçîrokan û berhemên lêkolînî dinivîse. Hêzil bavê keçekê ye û li Wanê dijî.[1]

Berhemên wî biguhêre

Werger:
  • Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004
  • Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010
  • Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçîrok, Weşanên Sîtav, 2015
  • Sînematografî, Blain Brown, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
  • Belgefîlm, Erik Barnouw, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016
  • Hobbit, J. R. R. Tolkien, roman, Weşanên Lîs, 2023
Lêkolîn û gotar:
  • Kurte Wêjeya Kurdî, Weşanên Sîtav, 2015

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Samî Hêzil". Kurdîlit. Roja gihiştinê 17 adar 2019.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)