Zend organa weşanê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Kovara Zendê ji wan kovarên pêşeng e ku di warê lêkolîn û zanistê de li bakurê Kurdistanê derketiye. Zendê bi dirêjahiya temenê xwe yê weşanê mêvandarî li gelek rewşenbîrên kurd kiriye û bûye cîgeha nîqaşên zanistî li ser ziman, edebiyat, dîrok û çanda kurdan.

Zend
Çapkirina dawî
— Hejmar

29

Zend yekem car di sala 1994an de du hejmarên wê wek hejmarên ceribandinê derdikevin. Piştre di sala 1996an de bi awayekî periyodîk dest bi derketinê dike û heta 1998an 6 hejmarên wê derdikevin.

Ji ber şert û mercên wê demê 6 sal navber dikeve weşana Zendê û di sala 2004an de dîsan derdikeve. Di sala 2004an de ji ber hin meseleyên fermî statûya wê ya fermî ji kovarê derbasî rêzepirtûkê dibe. Ji 2004an ve heta niha 26 hejmar derketine.

Di payîz-zivistana 2022an de hejmara 29 ya kovarê derket.

Çavkanî biguhêre

https://web.archive.org/web/20101122131220/http://www.enstituyakurdi.org/dokuman/Kisatarih.pdf

Girêdanên Derve biguhêre