Talîjarî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Kom: Asparagales
Famîle: Xanthorrhoeaceae
Binefamîle: Asphodeloideae
Cins: Aloe
Cureyên wê

Li gotarê binêre

Talîjarî (aloe vera) navê komekê riwekê ji famîleya asphodelaceae ye ji vê kome re aloe tê gotin. Li Kurdistanê bi taybetî li herêmên hewaya wê germ e cihwar e, lê ji ber ku çandiniya wê nayê kirin, gelek kêm tê dîtin. Nêzîkî 300 cureyê vê riwekê hene. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, ji çend cureyên wê sûd tê wergirtin. Li gelek welatan çandiniya wê tê kirin lê li Kurdistanê tenê tê berhevkirin. Salê 2-3 car gupik vedide.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd de biguhêre

Jinan şîreya vê riwekê li porên xwe didan ku porên wan dirêj bibin. 1 KX (kevçiyê xwarinê) ji vê şîreyê, tevlî 4 KX hingiv û 1 KX rûnê kerçikê (gêne) tevlîhev dikirin. Viya li porê xwe didan, bi qasî 30-40 deqe wisa diman, paşê pakij dişûştin. Kê viya hefteyê 2 caran û mehekê bêrawestan bikira, porên wan gelek xweşik dibû, diteyîsî, dirêj dibû û êdî nediweşiya.

Dîsa ji têkela vê şîreyê, hingiv û hin biharbêhnan dermanên ji bo êşa mîdeyê, gîrêtî (qebzîtî) ûêd jî dihatin çêkirin. Mixabin pirraniya van dermanên gelêrî winda dibin, ti saziyeke li wan xwedî derbikeve nîne.