Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok lêkolîna zanistî ya demên berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û encamên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna demên berê de çavkaniyên dîrokî yên wekî belgeyên nivîskî, serpêhatiyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wek berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku raboriyê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser giringiya sedem û encamên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav kevneşopiya rojavayê de wek "bavê dîrokê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna dîroka mirovahiyê ya nûjen damezrand.
Yekem kesê ku dîroka kurdan bi berfirehî nivîsiye Şerefxanê Bedlîsî ye. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1900 – Ajansa Nûçeyan ya bi navê Associated Press li New Yorkê hate sazkirin.
- 1919/20 – Bi serokatiya Şêx Mehmudê Berzencî Tevgera Kurdistana Serxbixwe dest pê kir.
- 1939 – Hukumeta Îngîlîz, biryar da ku wê Filistîn di sala 1949an de serbixwe bibe.
- 1949 – Komara Federal a Almanya hate damezirandin. Bajarê Bonê bû paytexta Komarê.
- 1949 – Artêşên komînîst ên Çînê neteweperestên Çînî ji Çîna reşayî derkirin.
- 1983 – Hêzên Çekdarên Tirk, bi destura Îraqê yekem operasyona xwe ya Başûrê Kurdistanê li darxist.
- 2001 – Artêşa Tirk, li herêma Yedîsu ya ser bi Çewlîgê li hemberî komeke gerîllayên hêzên parastina gel gaza kîmyayî bikaranî. Di encama êrîşa kîmyayî de 20 gerîlla ku di nava wan de berpirsyarê herêma Erziromê Ozden Bîngol û endamên hêzên parastina gel Gulcîhan Aktar, Sevda Aktar û Devrîm Han jî hene, jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1707 - Carl von Linné, botanîst, doktor û heywannasê swêdî
- 1891 – Pär Lagerkvist, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê
- 1908 - John Bardeen, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1906 – Henrik Ibsen, rewşenbîr û nivîskarê norwêcî
- 1960 – Soghomon Tehlirian, wezîrê Osmaniyan ê esilermenî