Hêvî (rêxistin)

Rêxistinek kurd

Hêvî rexistineke xwendekarên kurd bû û di sala 1912'an de hat damezrandin. Tê de endamên malbata Cemîl Paşa roleke girîng leyîst.

Komeleya Hêvî di 26'ê gulanê sala 1912'an de hate damezirandin. Rêxistin ji aliyê Omer Cemîl Paşa ve hate ava kirin. Rêxistin, rêxistineke xwendakarên kurd bû. Komele, bi esasî dixwest ku divê Kurd ji prensîbên Wilsonê îstîfade bikin. Rêxistinê şaxên xwe, li Stenbol û Amedê ava kir û her wiha di avakirina Cemiyeta Tealiya Kurdistanê de ji gelek alîkariya wê çêbû. Vê rexistinê bi navê " Hînkerê Zimanê Kurdî" pirtûkek amade kirin di sala 1921 de[1]. Di pêşgotina pirtûkê de ev hatiye nivîsandin, bi sernavê çend gotin " Ev pirtûke piçûk û nehêja (Hînkerê Zimanê Kurdî) em çap dikin rêberkî bibe bo wan hevalan ku zimanê kurdî nizanin. vî eserê xwe da em dixwazin bi tenê (peyivîn)a zimanê kurdî hîn bikin. Loma em baş bala xwe nedane li imla û qawaîd. Wezîfa adilandina ew (nivîsîn) ku baş bi zimanê me nayê çêkirin ev girêdana qawaîdeme ku hêja ne mezbûte em dihêlin bo ustad û zanan. Hingî ji desta me hatiye em xebitîne galegal çawa tê gotin usa bê nivîsin. Bi nivîsîna ev pirtûk carkî dî ji baş baş xuya dibe em çiqa hewce adilandina wan herfan e. "Hêvî Civata Talebe Kurdan" dilşaye bi serkirina ev pirtûk lê xebatê xwe neh salan. "Hêvî Civata Telebê Kurdan" Ev nivîs bi soranî û tirkî jî heye.

Piştî destpêkirina şerê yekê yê cîhanê, endamên vê komeleyê ku bi piranî ji ciwan û xwendakaran pêk dihat, xistin nav artêşê de û kirin leşker. Hêvî belav bû, lê piştî şerê endamên Hêvî dîsa kom bûn û bi çend endamên Cemiyeta Tealiya Kurd rêxistina Teşkîlata Îçtimayiyetê saz kir.

Derbarê vê rêxistinê de gelek nivîs, lêkolîn û qûncik hatine nivîsîn, Malmîsanij û Abdullah Keskin jî derbarê vê rêxistinê de pirtûkek bi navê 'Kürt Talebe-Have Cemiyeti' nivîsandiye.

Endam biguhêre

Çavkanî biguhêre

https://www.academia.edu/9049468/Hînkerê_Zimanê_Kurdî_Kürt_Talebe_Hêvî_Cemiyeti[girêdan daimî miriye] (pirtûk hemû bi tîpên erebî ya orjînal)