Kela Rebetê cihekî dîrokî li Dêrikê girêdayî Mêrdînê ye.

Keleya Rebetê 15 km li rojavayê Dêrikê dikeve û di nav sinorê Gundê Rebetê de ye. Keleya ku li bakurê gund e li ser girekî bi qasî 150 m bilind e û li kêleka newaleke teng hatiye ava kirin. Di newalê de jî xerabbajarek heye. Tevhiya gir ji kevirên hişk pek hatiye. Avahiya herî mezin ku ji berî dewra Artûkiyan de maye, ev keleya ye.

Pivana bedena keleyê 1500 m ye. 15 birc û çar nêrîngehên wê hene. Bilindahiya bircan 15 m û yan bedenê jî 10 m ye. Bilindahiya bedenê li hinek cîhan dibe qasî 20 m yî. Du deriyên keleyê henin û yek li rojava ye û yên din jî li rojhilat e. Gava mirovên di van deriyan re dikeve hundirê kelayê, mirov lê haydibe ku keleya hundir bi du bedenên parastinê hatine pêçan. Ev hersê beden bi deriyan bi hevre girêdayî ne.

Ji ber ku avahî di bin axê de hatinin çêkirin hundirê keleyê wek meydanekê xuya dibe. Di hundirê kelayê de sarê hustûnan û rolyefên şêran tên dîtin. Xirbeyên serayan, enbarên zexîreyê, sarîncên avê û avahiyên din, heta îro jî li ser lingan mane.

Hewcedariya wan kesên ku ji avahiyên dîrokî hez dikin pê heye ku kele û xerabbajarê di newalê de ye bibînin.

Girêdanên Derve biguhêre