Înglistan

(Ji Îngilîstan hat beralîkirin)

Îngilistan, Înglîzistan yan jî Îngiltere, (bi îngilîzî: England) welatek e ku beşek ji Keyaniya Yekbûyî ye. Îngilîstan li rojavayê xwe bi Wales û ji aliyê bakurê ve bi Skotlendê re sinorên axê parve dike. Deryaya Îrlendayê li bakurê rojavayê Îngilîstanê û li başûrê rojava jî Deryaya Keltî heye. Welat, girava Brîtanya Mezin ji heştan pênc ê giravê ku li bakurê Atlantîkê ye û zêdetirî 100 giravên piçûktir, wek Giravên Scilly û Girava Wight, vedihewîne.

Înglistan
England
Ala Mertal
Paytext
û bajarê mezin
London
51°30′Bk 0°7′Ra / 51.500°Bk 0.117°Ra / 51.500; -0.117
Zimanên fermî Inglîzî
Ziman naskirin Kornî
Demonîm Înglîz
(bi en: English)
Rêveberî
 •  Keybanû Elizabeth II
Rûerd
 •  Giştî 130.279 km2
Gelhe
 •  2019 Texmînkirin 56,286,961[1]
 •  2011 Giştî 53,012,500[2]
 •  Tîrbûn 432/km2}
Dirav Sterling (GBP)
Demjimêr UTC
 •  Havîn (DH) +1 seet (UTC+1)
Hatûçûna ajotinê çep
Koda telefonê +44
ISO 3166 GB-ENG

Devera ku niha wekî Îngilistan tê binavkirin, yekem car di serdema Paleolotîka Jorîn de ji hêla mirovên nûjen ve hate niştecîh kirin, lê navê xwe ji Angles digire ku qebîleyek Alman e ku navê xwe ji nîvgirava Anglian girtiye ku di sedsalên 5an û 6an de li deverê bi cih bûne. Îngilîstan di sedsala 10an de bû dewletek yekgirtî û ji Serdema Keşfê re, ku di sedsala 15an de dest pê kir, bandorek çandî û qanûnî ya girîng li cîhana berfireh kiriye.[3] Zimanê Îngilîzî, Dêra Anglican û hiqûqa Îngilîzî - bingeha pergalên dadrêsî yên gelek welatên din ên li çaraliyê cîhanê - li Îngilîstanê pêş ketin û pergala rêvebirî ya parlemanî ya welêt ji aliyê neteweyên din ve bi berfirehî hate pejirandin.[4] Şoreşa Pîşesaziyê di sedsala 18an de li Îngilîstanê dest pê kir û welat civaka xwe veguherand yekem neteweya pîşesaziyê ya cîhanê.[5]

ToponîmîBiguherîne

Navê Îngilistan ya bi îngilîzî "England" ji navê Îngilîzî ya Kevin England, ku tê wateya "welatê Angles" hatiye wergirtin.[6] Angles yek ji eşîrên Almanî bûn ku di Serdema Navîn a Destpêkê de li Brîtanyaya Mezin bi cih bûne. Angles ji nîvgirava Anglia ya li herêma Bay of Kiel (dewleta Almanya ya îro Schleswig-Holstein) a Deryaya Baltîkê hatine.[7] Bikaranîna herî zû ya tomarkirî ya têgînê, wekî "Engla londe", di wergera sedsala nehan a dereng de ya bi Îngilîziya Kevin a Dîroka Dêrî ya Gelên Îngîlîzî ya Bede ye. Piştre re ev têgîn ji ya nûjen bi wateyek cûda hate bikar anîn ku tê wateya "erdê ku Îngilîzî lê dijîn" û ew mirovên îngilîzî yên ku niha başûr-rojhilatê Skotlenda ye lê di wî demê beşek ji Padîşahiya Îngilîzî ya Northumbria yê bûn.

Destûra herî pêşîn a pejirandî ya Angles di xebata sedsala 1an de ji aliyê Tacitus ve di pirtûka Germania de, ku tê de peyva latînî Anglii tê bikar anîn, pêk tê.[8] Etimolojiya navê eşîrê bi xwe ji aliyê lêkolîneran ve tê nîqaşkirin; hatiye pêşnîyar kirin ku ew ji awayê nîvgirava Angeln, ji awaya goşeyî tê. Çawa û çima têgeheke ku ji navê eşîreke ku ji yên din kêmtir e girîngtir bûye, wek Saksonan, ji bo tevahiya welat û gelên wî ku hatiye bikaranîn, nayê zanîn, lê xuya ye ku ev bi edetên bangkirinê ve girêdayî ye. Dibe ku nav ji aliyê gelê almanî yên li Brîtanyayê Angli Sakson yan jî Saksonên Îngilîzî ji bo ku wan ji Saksonên parzemînî (Eald-Seaxe) yên Saksonya kevin di navbera çemên Weser û Eider de li Almanyaya bakur cuda bikin, hatibe bikaranîn.[9]

DîrokBiguherîne

Pêşdîrok û serdema kevnarBiguherîne

 
Stonehenge, bîrdariya neolîtîk.
 
Dîtina zozanên çiyayê pêşkevtî yê Kela Maiden, Dorset.

Delîlên herî kevn ên naskirî yên hebûna mirovan li devera ku nuha wekî Îngilîstan tê zanîn ew Homo antecessor e ku nêzî 780.000 sal berê ye. Hestiyên herî kevn ên proto-mirovan ên ku li Îngilîstanê hatine keşfkirin 500.000 sal berê ne.[10] Her çend niştecîhên mayînde tenê di nav 6.000 salên dawî de hatibe damezrandin jî ku wekî mirovên nûjen têne zanîn di serdema Paleolotîka Jorîn de li herêmê jiyan kirine.[11] Piştî serdema qeşayê ya dawîn tenê ajalên bi pêsîrî yên mezin ên wekî Mammoth, Bîzon û Gagirdanên bi hirî mane. Nêzîkî 11.000 sal berê, dema ku qeşayê dest bi paşvekişînê kir, mirovan li herêmê ji nû ve dest bi niştecihiyê kirine; lêkolînên genetîkî destnîşan dike ku niştecihên herêmê ji bakurê nîvgirava Îberyayê hatine. Asta deryayê ji ya îro kêmtir dibe û Brîtanya bi perçeyên bejayiyê bi perçeyên bejayî yên Îrlanda û Ewrasyayê ve tê girêdan.[12] Piştî carek dinê bilindbûna deryayê, 10.000 sal berê ji Îrlanda û piştî du hezar sal berê jî ji Ewrasyayê hatiye veqetandin.

Serdema navînBiguherîne

 
Kopî ya helmeta merasîma Sutton Hoo ya sedsala 7an ji Padîşahiya Rojhilata Anglia.

Vekişînên leşkerî yên Romaya Brîtanya ji dagirkirina pagan, şerkerên deryavan ên ji bakur-rojavayê parzemîna Ewropayê, bi taybetî Sakson, Angles, Jutes û Frisyan re vekirî hiştin ku demek dirêj êrîşî peravên parêzgeha Romayê kiribûn.[13] Piştre van koman di sedsalên pêncemîn û şeşan de, di destpêkê de li beşa rojhilatê welêt, bi hejmareke zêde dest pê kir ku bi cih bibin. Di dawiya sedsala 6an de, pêşkevtina wanê bi dehsalan piştî serkeftina Brîtanî li Şerê Çiyayê Badon hate rawestandin, lê piştre ji nû ve dest pê kir, dor li deştên bi bereket ên Brîtanyayê girt û devera di bin kontrola Brîtanî de daxist rêzek dorpêçên cihê yên li welatê dijwartirîn ên li rojava. Nivîsarên hemdem ên ku vê serdemê vedibêjin pir kêm in, ji ber vê yekê wesifkirina vê serdemê wekî Serdemek Tarî têne zanîn. Ji ber vê yekê cewher û pêşveçûna rûniştina Îngilîstanê ya Anglo-Saksonî di nav nakokiyên berbiçav de ye; lihevhatina ku derketiye holê ev e ku ew li başûr û rojhilat di astek mezin de çêbû, lê li bakur û rojava kêmtir girîng bû, ku zimanên keltî jî li deverên di bin kontrola Anglo-Sakson de berdewam bûn.[14] Xirîstiyaniya serdest a Romayê, bi gelemperî, li herêmên dagirkirî ji hêla paganîzma Anglo-Sakson ve hatibû veguheztin, lê ji sala 597an û pê ve ji hêla mîsyonerên ji Romayê ve bi rêberiya Augustînus ve hate vegerandin.[15]

Modern a dereng û hemdemBiguherîne

Di bin Padîşahiya Brîtaniya Mezin a nû damezrandî de, encamên Civata Qraliyetê û destpêşxeriyên din ên Îngilîzî bi Ronakbîrên Skotlendî re li hev kirin da ku di zanist û endezyariyê de nûbûnên biafirînin, dema ku mezinbûna mezin a bazirganiya Brîtanî ya li derveyî welat ku ji hêla Hêza Deryayî ve hatiye parastin rê li ber damezrandina Împeratoriya Brîtanî vekir. Li hundurê wê Şoreşa Pîşesaziyê ajot, serdemek guherînek kûr di şert û mercên sosyoekonomîk û çandî yên Îngilîstanê de, di encamê de çandiniya pîşesazî, çêkirin, endezyar û madenê û her weha toreyên nû û pêşeng ên rê, rêhesin û avê ji bo hêsankirina berfirehkirin û geşepêdana wan.[16] Vekirina Qenala Bridgewater a Bakur-rojavayê Îngilîstanê ya sala 1761an de serdema qenalan li Brîtanyayê da destpêkirin.[17] Di sala 1825an de yekem rêhesinê rêwiyan ên bi lokomotîfên hilmê yên domdar ên cîhanê - Trena Stockton û Darlington - ji gel re vebû.[18]

DemografîBiguherîne

NiştecîhBiguherîne

 
Nifûsa Îngilîstan û Wales li gorî deverên îdarî.

Bi zêdetirî 53 milyon niştecîhên li Îngilîstan e heta niha welatê herî qelebalix ê Keyaniya Yekbûyî ye ku ji sedî 84ê tevheviya niştecihan pêk tîne.[19] Îngilîstan weke yekîneyeke ku li hemberî dewletên navneteweyî were pîvandin , ji aliyê nifûsê ve dibe welatê herî mezin 25em a cîhanê.

Delîlên genetîkî destnîşan dikin ku ji sedî 75–95 di xeta bav û kalan de ji niştecîhên pêşdîrokî yên ku bi eslê xwe ji Nîvgirava Îberî hatine û her weha ji sedî 5 jî beşdariyên ji Angles û Saksonan û hêmanek girîng jî ji Skandînavya (Vîkîng) ye.[20] Lêbelê genetîkzanên din texmînên genetîkê almanî dikin ku heta nîvî-cih digire.

ZimanBiguherîne

Îngilîzî ku îro ji hêla sed mîlyon mirovên ku li çaraliyê cîhanê ve tê axaftin, li ckhê ku îro ya Îngilîstan e ku li wir zimanê sereke dimîne, derketiye. Li gorî serjimariya sala 2011an, zimanê îngilîzî ji hêla nifûsa Îngilîstanê ji sedî 98 ji nifûsê ve baş yan jî pir baş tê axaftin.[21] Îngilîzî zimanekî Hind-Ewropî ye ku ki şax a îngilîzî-frisî ya malbata cermenî ye.[22]

Ziman Axaftvanên xwemalî

(hezar)

Îngilîzî 46,937
Polandî 529
Pencabî 272
Ûrdûyî 266
Bengalî 216
Gujaratî 212
Erebî 152
Fransî 145
Portekizî 131
Galerkî 8
Cornish 0.6
Yên din 2,267
Giştiya niştecihan 51,006

BinêreBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. "Population estimates for the UK, England and Wales, Scotland and Northern Ireland – Office for National Statistics". www.ons.gov.uk.
  2. "2011 Census: Population and Household Estimates for England and Wales, March 2011". www.ons.gov.uk.
  3. "England". web.archive.org. 2008-05-16. Archived from the original on 2008-05-16. Retrieved 2022-07-24.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  4. "United Kingdom country profile". BBC News (in British English). 2020-02-07. Retrieved 2022-07-24.
  5. "Industrial Revolution". web.archive.org. 2008-04-27. Archived from the original on 2008-04-27. Retrieved 2022-07-24.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  6. "england | Etymology, origin and meaning of the name england by etymonline". www.etymonline.com (in îngilîzî). Retrieved 2022-07-24.
  7. England, 1866–1869. University of South Carolina Press. pp. 271–284.
  8. "Tacitus". Wikipedia (in îngilîzî). 2022-05-20.
  9. Massa, Werner (2004). Crystal Lattices. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. pp. 3–11. ISBN 978-3-642-05841-7.
  10. CA (2007-05-24). "500000 BC - Boxgrove". Current Archaeology (in American English). Retrieved 2022-07-24.
  11. "Geo-East Special Projects Chalk East - Chalk Economy & Culture". web.archive.org. 2011-03-05. Archived from the original on 2011-03-05. Retrieved 2022-07-24.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  12. "Quaternary Palaeoenvironments Group (QPG) » History of the major rivers of southern Britain during the Tertiary". www.qpg.geog.cam.ac.uk. Retrieved 2022-07-24.
  13. "BBC - History - Ancient History in depth: Overview: Anglo-Saxons, 410 to 800". www.bbc.co.uk (in British English). Retrieved 2022-07-24.
  14. "Fox—The P-Celtic Place-Names of North-East England and South-East Scotland". www.heroicage.org. Retrieved 2022-07-24.
  15. "England History - Part 4". www.picturesofengland.com. Retrieved 2022-07-24.
  16. "BBC - History - The Workshop of the World". www.bbc.co.uk (in British English). Retrieved 2022-07-24.
  17. "Nevell, John (d 1697)". Oxford Dictionary of National Biography. Oxford University Press. 2018-02-06.
  18. "England". Wikipedia (in îngilîzî). 2022-07-24.
  19. "Niştecih Îngilistan" (PDF). webarchive.nationalarchives.gov.uk. Retrieved 2022-07-24.
  20. Extended Born-Oppenheimer Approximations. Hoboken, NJ, USA: John Wiley & Sons, Inc. 2006-03-28. pp. 197–223. ISBN 978-0-471-78008-3.
  21. "Data Viewer - Nomis - Official Census and Labour Market Statistics". www.nomisweb.co.uk. Retrieved 2022-07-24.
  22. Arlotto, Pam W.; Irby, Susan P. (2020-02-05). "Orchestrating Value". doi:10.4324/9780429429507. {{cite journal}}: Cite journal requires |journal= (help)

Girêdanên derveBiguherîne