2011
2010Arşîva nûçeyên Wîkîpediya2012

29-12

  • 29'ê berfanbarê -    Li Qilabanê komkujî: Balafirên tirk ên şer li Qilabanê nêzîkî gundê Robozikê bombe li ser kurdên sivîl reşandin. Di encamê de 36 kurdên ku karê qaçaxiyê dikirin hatin kuştin û 14 jî winda ne. Li gorî agahiyan ji mirovên mirî 25 kes xwendekar bûn ku di bin temenê 18 saliyê de bûn. Di televizyonên tirk de ev komkujî bi giştî hate sansurkirin. Herwiha di daxuyaniya serfermandariya artêşa tirk de, di derbarê kuştiyan de ti lêborîn nehate xwestin.

18-12

  • 18'ê berfanbarê -   Êrîşa nîjadperestan li dijî kurdekî: Kurdê bi navê Gazî Akbayir ê ji Dêrsimê ku li Izmîrê di barekê de xwest bi dimilî li stranekê guhdarî bike, rastî êrîşa nîjadperestên tirk hat. Li gorî agahiyan nîjadperestan pêşî bi kêran êrîşî wî kir, piştre jî bi çekan ew kuştin.
  • 18'ê berfanbarê -   Li Kurdistana Bakur li dijî hikûmetê nerazîbûn: Li Bakurê Kurdistanê, ji sedema zexta hikûmet û organên wê ya li ser kurdan, mîtîngên nerazîbûnê tên lidarxistin. Ev demeke dirêj e ku li Tirkiyeyê bi hînceta KCK'yê şaredar, siyasetmedar û kesên sivîl ên kurd têne binçavkirin. Kurd jî ji bo protestokirina vê rewşê li tevahiya Bakurê Kurdistanê mîtingên bi navê Ez li vir im li dar dixin.

07-12

  • 7'ê berfanbarê -   Gerstêrkeke nû ya weke Erdê: Ji aliyê saziya dewletî ya DYA'yê, NASA, ve hate ragihandin ku gerstêrkeke pirr dişibe Erdê hatiye dîtin. Li gorî agahiyan ev gerstêrk ji aliyê peyka bi navê Kepler 22-b hatiye dîtin. Tê gotin ku ev gerstêrk 2.4 caran ji Erdê mezintir e û germahiya wê 22 santîgrad pile ye. Lê 600 salên roniyê ji Erdê dûr e.
  • 7'ê berfanbarê -   Gefên kuştinê li dijî meyfiroşan: Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Zaxoyê piştî êrîşa şewitandinê ya li dijî otel û meyfiroşan, hate ragihandin ku hin kesên êrîşkar dîsa gefan li meyfiroşan dikin. Di belavokên hatine belavkirin de hatiye nivîsandin ku vê carê mirin wê digel de be.

22-11

  • 22'ê sermawezê -   Alîkariya Herêma Kurdistanê gihaşte Wanê: Piştî erdheja Wanê hemû kurdên li cîhanê ji bo gelê xwe bûne seferber. Alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê giha bajarê Wanê. Bi 113 tiran 212 xaniyên prefabrîk û alavên din yên malê çûne Wanê.

10-11

  • 10'ê sermawezê -   Îsmet Şerîf Wanlî çû ser dilovaniya xwe: Siyasetmedar û niştimanperwerê kurd, prof. Îsmet Şerîf Wanlî li bajarê Lozan a Swîsreyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îsmet Şerîf Wanlî di dîroka kurdên derveyî welat de xwediyê cihekî girîng bû.

04-11

  • 4'ê sermawezê -   Neh cenazeyên gerîlayan hatin dîtin: Li Geliyê Tiyarê yê li Çelê piştî tevkujiya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa tirk ve, parçeyên laşên neh gerîlayan hatin dîtin. Li gorî agahiyan laşên wan şewitîne û parçe parçe bûne. Lewma tenê çar ji wan ji aliyê malbatên wan ve hatine teşhîskirin.

31-10

  • 31'ê kewçêrê -   Malbatan zarokên xwe nas nekirin: Li gundê Gûzereşa Çelê ku 24 şervanên HPG bi çekên kîmyewî ji aliyê artêşa tirk ve hatibûn kuştin, li morga Meletiyê tên sekinandin. Piştî daxuyaniya navenda çapemeniya HPG'yê, malbatên gerîlayan çûne laşên zarokên xwe bistînin, lê ji ber ku laşên gerîlayan hatibûne şewitandin, 15 ji wan ji aliyên malbatan ve nehatine teşhîskirin.
  • 31'ê kewçêrê -    Nîjadperestan kevir û alên tirkan şandin Wanê: Piştî erdheja Wanê bi navê alîkariyê nîjadperestên tirkan al û kevir şandin bo erdhejzedeyên kurd ku li hêviya alîkariyên bûn. Hate ragihandin ku dema hevwelatiyên li taxa Xaçorta Wanê qutiyên alîkariyê stendin û vekirin, dîtin ku nîjadperestan ji dêla cilan kevir û alên tirkî şandine.
  • 31'ê kewçêrê -   Profesora herî ciwan a cîhanê: Li DYA'yê keçika îranî, Alia Sabur (Eliye Sebûr), di temenê xwe yê 19 salî de weke profesora herî ciwan a cîhanê hate danasîn. Eliye hinga deh mehî ye fêrî xwendinê dibê. Deh salî jî xwendina zanîngehê diqedînê.

25-10

  • 25'ê kewçêrê -   Pitika kurd a behîtdar: Piştî erdheja Wanê bi 47 saetan mucîzeyek pêk hat û pitikeke 14 rojî ji bin kavilan sax hate derxistin.
  • 25'ê kewçêrê -   Alîkariya brayan: Piştî erdheja Wanê gelê kurd li brayên xwe xwedî di derkevê. Li qezaya Soranê rêxistin û dezgehên kurd ji bo brayên xwe yên Wanê alîkariyê berhev dikin.
  • 25'ê kewçêrê -   Li Wanê erdhej: Li bajarê Kurdistanê, Wanê, erdhejeke bi mezinahiya 7,2 li gor pîvana Richter çêbû. Li gorî agahiyan heta niha 279 kesan jiyana xwe ji dest daye û 1300 kes jî brîndar bûne. Herwiha bi sedan xaniyên hevwelatiyan xera bûne.

20-10

  • 20'ê kewçêrê -    Hêzên PKK êrîş birin ser leşkerên tirk: Şervanên PKK li navçeya Çelê êrîş birin ser qereqol û wargehên leşkerên tirk. Li gorî agahiyan 24 leşker hatine kuştin û 20 leşker jî brîndar bûne. Lê li gorî agahiya dayika leşkerê di dema şer de li qereqolê ku telefonî diya xwe kiriye, bêhtir brindar û mirî hene.
  • 20'ê kewçêrê -   Protestoya li dijî daxistina ala Kurdistanê: Li bajarê kurdan Kerkûkê, xwendakarên kurd û siyasetmedarên başûr bi hev re, mitîngek li dijî hikûmeta Iraqê ku ala Kurdistanê ji dezgeh û saziyan daxist, pêk anîn.

16-10

  • 16'ê kewçêrê -   Li bajarê Münsterê perwedehiya bi kurdî: Rêveberiya perwedehiya bajarê Almanyayê ya Münsterê ragihand ku li navçeya Sendenê perwerdehiya bi zimanê kurdî hatiye pejirandin. Li gorî vê, wê li Dibistana Seretayî ya Marien dersên kurdî werin dayîn.
  • 16'ê kewçêrê -   Daxwaza fatoreyên bi kurdî ji TEDAŞ'ê: Welatiyên li navçeya Geverê ji şîrketa belavkirina karebayê ya Tirkiyeyê daxwaza fatoreyên bi zimanê kurdî kirin. Welatî dixwazin fatoreyên wan her heyv bi kurdî ji wan re werin.

08-10

02-10

  • 2'ê kewçêrê -   Parlementerên BDP çûne meclîsa Enqere: Parlementerên BDP ku piştî hilbijartinên Tirkiyê ji ber boykotkirina meclîsa tirk demeke dirêj neçûbûn sond nexwaribûn. Piştî nîqaşên dûvdirêj çûne meclîsê û sond xwarin.

25-09

  • 25'ê rezberê -   Kurdên li Îsraîlê wê televizyona kurdî vekin: Hate ragihandin ku wê di demeke nêzîk de kurdên Îsraelê televizyoneke bi zimanê kurdî û îbranî vekin. Çalakvanê civaka sivîl Êlan Îsraîl gotiye ku, ew niha hewl didin lobiyeke kurdan li Îsraelê pêk bînin û wan gavên pêşîn ji bo wê avêtine. Her wiha dibêje, yek ji çalakiyên kurdên Îsraelê ew e ku di van rojan de ewê televîzyoneke bi kurdî û îbranî vekin.