Îsmet Şerîf Wanlî

siyasetmedarê kurd

Îsmet Şerîf Wanlî (bi nivîsguhêriya fransî, Ismet Cheriff Vanly, 21ê çiriya paşîn a 1924an - 9ê çiriya paşîn a 2011an Lozan [1]) profesor û siyasetmedarekî kurd bû. Wek Mustafa Nazdar jî tê zanîn .

Îsmet Şerîf Wanlî
Jidayikbûn21 çiriya paşîn 1924 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 çiriya paşîn 2011 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lozan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîSûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Profesor Îsmet Şerîf Wanlî, di 21.11.1924an de li taxa kurdan a bajarê Şamê hatiye dinê. Dê û bavê wî kurd bûn û ew jî li Şamê hatine dinê. Bav û kalên Wanlî, di dawiya sedsala 19an de ji Bakûrê Kurdistana koçberê Şamê bûne û li wir jiyana xwe domandine. Wî li taxa Kurdan dibistana destpêkê xwendiye. Li ser deriyê vê dibistanê bi nivîsa erebî nivîsiye ku ev dibistan ji aliyê Adîle Xatûn xwîşka Selahedînê Eyûbî daye çêkirin. Wanlî di xortaniya xwe de ji dîrokzaniyê hez kiriye, bi taybetî dîroka kurd. Wî ji werzişê jî hez dikir. Li taxa kurdan, li Şamê tevî çend hevalên xwe yên xort nadiya xortan ya werzişê bi navê Nadî Kurdistan ya Futbolê damezrandiye. Xwandina xwe li Şamê û Lûbnanê pêk anî û dîploma xwe li Suryeyê wergirt. Bekaloriya bi zanînên siyasî, li zanîngeha dadmendî a Frensî wergirtiye û dîsan li Zanîngeha Amerîkî a li Lûbnanê xwendiye. Zimanê feransî, erebî û îngilîzî baş dizanî bû.

Wanlî di salên 1940an de têkiliyên wî serkirdeyên Komeleya Xoybûn re çêbû. Wî Mîr Celadet Bedirxan-Memduh Selîm, Qedrî Cemîl Paşa û Ekrem Cemîl Paşa, dîsa li Şamê wî Doktor Nûredîn Zaza û Qedrîcan naskirin. Li Beyrût wî Dr. Kamiran Alî Bedirxan naskir û têkilyên xwe pê re xurt kir.

Di 29.11.1948an de ji bo xwendinê hat Swîsreyê. Li zanîngeha Lozanê huqûq xwend û bawernama doktorayê bi zanîna siyasî anî û li zanîngeha Cenewrê wî bawernama master li ser dîrokzaniyê wergirt. Dû re li zanîngeha Sorbonne li Parisê ew bû mamostayê dîroka Kurdistan û ders dane.

Di destpêka şoreşa Îlonê ya başurê Kurdistanê de bû nûnerê Mela Mistefa Barzanî û ket nav siyasetê. Wanlî komîtek ji bo mafên gelê kurd li derveyê welat sazkir.

Di sala 1956an de tevî 18 hevalên xwe Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa damezrand û ji sala 1958 heta 1962 Wanlî serokatiya vê komeleyê kir. Di sala 1960an de beşdarê kongreya Xwendekarên Cîhanî bû li Bexdayê ew wek nûnerê xwendekarên Kurd bû. Wê demê wî Barzanî naskir. Ji bo karên siyasî ew pir caran çû başûr û rojhilatê Kurdistan û têkilî bi şoreşê re danî.

Profesor Wanlî di sala 1970an de bawernameya xwe ya doktoriyê wergirt, bawernama wî lêkolînek li ser şoreşa başurê Kurdistan bû. Di sala 1985an bi hin hevalên xwe ve (Yekîtiya Huqûqzanên Kurd li Ewropa) damezrand û serokatiya vê saziyê kir. Wan belavok an jî çara gerdûnî ya mafên gelê Kurd derxist û li Parisê bi zimanê frensî çapkir.

Ji aliyê desthilatdariya leşkerî ya Sûriyê hukmê îdamê ya xeyabî ji bo Mamoste Wanlî derçû.

Piştî şikestina şoreşa başûr di sala 1975an de, rejima beas ew dewetî Iraqê kir. Lê dema vegere Ewropayê di 7.10.1976an de hêzên Iraqê hewl dan ku wî bikujin.

Di sala 1995an bû Serokê Înstîtûta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlînê. Dîsa wî salî bû endamê Parlemanê Kurdistan li derveyî welat (PKDW). Di sala 1999an de bû serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Îsmet Şerîf Wanlî di 9ê çiriya paşîn a 2011an de li Lozana Swîsreyê çû ser dilovaniya xwe.

Berhemên wî

biguhêre

Îsmet Șerîf Wanlî zêdetir bi zimanên wek firansizî û îngilizî nivîsandiye.

Bi firansizî

biguhêre
  • [li bin sernavê Parêz Vanli], Aspects de la Question nationale Kurde en Iran, Paris, 1959.
  • La Question d'unification de la langue Kurde existe, Londres, 1960.
  • Entretien sur le Kurdistan et la question Kurde, accordé à l'auteur V. Sakkatos, Athènes, 1959.
  • Le Kurdistan irakien entité nationale. Étude de la Révolution de 1961, Neuchâtel, Éditions de la Baconnière, 1968.
  • Le problème kurde en Syrie, Comité pour la défense du peuple kurde, 1968.
  • « Le Kurdistan d'Irak », wek beșekî ji : Gérard Chaliand, Abdul Rahman Ghassemlou et al., Les Kurdes et le Kurdistan : la question nationale kurde au Proche-Orient, Paris, F. Maspero, coll. « Petite collection Maspero », 1981, 369 p. (ISBN 2-7071-1215-1), rp. 225-306.

Bi elmanî

biguhêre
  • Die nationale Frage Türkisch-Kurdistan, Frankfurt am Main, 1980.
  • Kurdistan und die Kurden, 3 cîld, Göttingen, 1986–1988.

Bi îngilizî

biguhêre
  • « The Kurds in the Soviet Union », di nav : Philip G. Kreyenbroek and Stefan Sperl (éd.), The Kurds: A Contemporary Overview, Londres, Routledge, 1992, rûp. 193-218.
  • [li bin sernavê Nazdar, Mustafa], « The Kurds in Syrie », di nav : Gérard Chaliand (éd.), A People without a Country: The Kurds and Kurdistan, New York, Olive Branch Books, 1993, rûp. 194-201.
  • « The Oppression of the Kurdish People in Syria », di nav : Mohammed M.A. Ahmed et Michael M. Gunter (wk.), In Kurdish Exodus: From Internal Displacement to Diaspora, Sharon, Ahmed Foundation for Kurdish Studies, 2002, rûp. 49-61.
  • « Genocide in Syria: Anguish of the Kurds », Atlas, n°|16, 1968, rûp. 43-55.

Çavkanî

biguhêre