22'ê sermawezê - Dosta kurdan çû ser dilovaniya xwe: Dosta kurdan û hevjîna serokkomarê berê yê FransayêDanielle Mitterrand îro li nexweşxaneya Georges-Pompidou ya li Parîsê çû ser dilovaniya xwe.
22'ê sermawezê - Ronahî TV dest bi weşanê dike: Kanaleke nû ya bi giştî ji bo kurdênBaşûrê Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Ronahî TV dest bi weşanê dike. Tê payîn ku kanal wê heta weşana normal her êvar di navbera 20:00 û 23:00'an de weşanê bike.
22'ê sermawezê - Alîkariya Herêma Kurdistanê gihaşte Wanê: Piştî erdheja Wanê hemû kurdên li cîhanê ji bo gelê xwe bûne seferber. Alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê giha bajarê Wanê. Bi 113 tiran 212 xaniyên prefabrîk û alavên din yên malê çûne Wanê.
22'ê sermawezê - Alîkarî ji Cizîriyan: Xebatkarên şaredariya Cizîrê bi derfetên xwe yên heyî ji bo gelê Wanê alîkarî berhev kirin. Xebatkaran ji bo erdhejzedeyan 60 kon û tiştên jiyankirinê ji Waniyan re şandin. Herwiha şaredariya Cizîrê gelek malên Wanî yên di zoriyê de li mêvanxaneyên xwe bicih kirin.