• 7'ê berfanbarê - Efxanistan Li Afxanistanê êrîşa xwekujî: Duh li bajarê Kabûl a Afxanistanê di dema pîrozbahiyên roja Aşûreyê de li dijî şîiyan êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encamê de 54 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 150 kesî brîndar bûn.
  • 7'ê berfanbarê - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Gerstêrkeke nû ya weke Erdê: Ji aliyê saziya dewletî ya DYA'yê, NASA, ve hate ragihandin ku gerstêrkeke pirr dişibe Erdê hatiye dîtin. Li gorî agahiyan ev gerstêrk ji aliyê peyka bi navê Kepler 22-b hatiye dîtin. Tê gotin ku ev gerstêrk 2.4 caran ji Erdê mezintir e û germahiya wê 22 santîgrad pile ye. Lê 600 salên roniyê ji Erdê dûr e.
  • 7'ê berfanbarê - Başûrê Kurdistanê Gefên kuştinê li dijî meyfiroşan: Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Zaxoyê piştî êrîşa şewitandinê ya li dijî otel û meyfiroşan, hate ragihandin ku hin kesên êrîşkar dîsa gefan li meyfiroşan dikin. Di belavokên hatine belavkirin de hatiye nivîsandin ku vê carê mirin wê digel de be.
  • 7'ê berfanbarê - Başûrê Kurdistanê Li Zaxoyê dikan hatin şewitandin: Li Zaxoyê piştî nimêja înê bi gotara ayînî ya melayê mizgeftê hevwelatî gihane hev, gelek dikanên meyfiroş, otel û mesajgeh şewitandin.