• 18'ê berfanbarê - Tirkiye Êrîşa nîjadperestan li dijî kurdekî: Kurdê bi navê Gazî Akbayir ê ji Dêrsimê ku li Izmîrê di barekê de xwest bi dimilî li stranekê guhdarî bike, rastî êrîşa nîjadperestên tirk hat. Li gorî agahiyan nîjadperestan pêşî bi kêran êrîşî wî kir, piştre jî bi çekan ew kuştin.
  • 18'ê berfanbarê - Ala Rengîn Li Kurdistana Bakur li dijî hikûmetê nerazîbûn: Li Bakurê Kurdistanê, ji sedema zexta hikûmet û organên wê ya li ser kurdan, mîtîngên nerazîbûnê tên lidarxistin. Ev demeke dirêj e ku li Tirkiyeyê bi hînceta KCK'yê şaredar, siyasetmedar û kesên sivîl ên kurd têne binçavkirin. Kurd jî ji bo protestokirina vê rewşê li tevahiya Bakurê Kurdistanê mîtingên bi navê Ez li vir im li dar dixin.