• 29'ê berfanbarê - TirkiyeAla Rengîn Li Qilabanê komkujî: Balafirên tirk ên şer li Qilabanê nêzîkî gundê Robozikê bombe li ser kurdên sivîl reşandin. Di encamê de 36 kurdên ku karê qaçaxiyê dikirin hatin kuştin û 14 jî winda ne. Li gorî agahiyan ji mirovên mirî 25 kes xwendekar bûn ku di bin temenê 18 saliyê de bûn. Di televizyonên tirk de ev komkujî bi giştî hate sansurkirin. Herwiha di daxuyaniya serfermandariya artêşa tirk de, di derbarê kuştiyan de ti lêborîn nehate xwestin.
  • 29'ê berfanbarê - ÎranDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Îran gefan li dijminên xwe dixwe: Fermandarê hêzên deryayî yên Îranê, Mehmûd Mûsawî daxuyand ku ew amade ne li dijî fîloyên derkevin hemberî wan bersivê bidin. Li gorî agahiyan Îranê ragihand ku ew nahêlin bazirganiya Tengava Hurmizê bêyî destûra wan birêve biçe. Li dijî vê DYA'yê jî fîloya xwe ya 5em şande herêmê.
  • 29'ê berfanbarê - Iraq Alîgirên Sadrî hilweşandina hikûmetê dixwazin: Li gorî agahiyan alîgirên Muqteda el Sadr dixwazin hikûmeta Iraqê were hilweşandin û hilbijartineke nû pêk were. Hate ragihandin ku serokê bloka Sadrî, El-Aracî di parlementoya Îraqê de ji sedema alozîbûna rewşa welêt, daxwaziya nûkirina hilbijartinan kir.