Aşûra yan jî eşûra di salnameya koçî de dehê meha muheremê ye. Aşûra di zimanê îbranî de wek ʿāsōr (assor) tê binav kirin û wateya wê dehemîn e.

Aşûra li gorì wêneyê bi navê "Dehê Muheremê" di sala 1909'an de bi destê wênesazê îtalyan Fausto Zonaro hate çêkirin.

Ji şeva ku 9'ê meha muheremê bi 10'ê mehê ve girê dide re, roja Aşûrayê yan roja Eşûrayê tê gotin. Meha muheremê li gora Quranê, meheke bi qîmet e. Roja Aşûrayê jî, rojek vê mehê ya herî bi qîmet e. Lê di baweriya mislimanên Şîede rojeke şînê ye û bîranînan şehadetê Huseyn bin Elî ye.

Li gora baweriyê, Xwedê gelek dia di vê şev û rojê de qebûl dike. Dîsa li gora baweriyê, di vê rojê de Aşûra nayê çêkirin. Di vê rojê de, çêkirina şêranî ziyafet dayîn, sedeqe dain sinet in. Di van rojan de girtina rojî yê jî pir sewab tê hesibandin. Rojî, ne tenê di Roja Aşûrayê de, lê belê an tevî rojek berî wê, an jî tevî roja pişt wê, tê girtin. Di hedîsan de, behsa sewaba Roja Aşûrayê tê kirin.

Çavkanî biguhêre