Erdheja Wanê 2011

Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistana Tirkiyeyê rûdaye ye. Di 23ê çiriya pêşîn 2011an de, di katjimêr 13:41ê de pêkhatiye û bi qasî 25 çirke berdewam kiriye.

Erdheja Wanê 2011 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Wanê 2011
Navenda erdheja Wanê, 2011
Hêza erdhejê li gor USGSê
Dîmenek ji kolaneke bajarê Wanê piştî zelzeleyê (28ê çiriya pêşîn)

Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbareyê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Pirranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 richter bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.

Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê. Bandora erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzerom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Êlih, Sêrt[1]) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Îsrael, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.

BîlançoBiguherîne

Hejmara mirovên jiyana xwe jidest dane 605 kes in û 4.152 kes jî birîndar bûne.[2][3][4][5]

Li gorî agahiyan (27 çiriya pêşîn 2011 - 10:00) di erdhejê de hejmara avahiyên ku bi temamî xira bûne 3713 û hejmara avahiyên ku kêm xesar dîtine 2209 in. Bi tevahî avahiyên bixesar 5922 bûn.[6]

Sosretiya hezar salêBiguherîne

Dema erdhej pêk tê li Tirkiyeyê rojev ketina artêşa tirk bo Başûrê Kurdistanê ye. Di nava artêşên Tirkiye û PKKê de şerên dijwar derdikevin. Atmosfera şer riya lînçkirina kurdan vedike. Li bajarên lê romî (tirk) pirranî ne, kurd tên lînçkirin, mal ê wargehên wan tên rûxandin.

Dema erdhej rû dide, hin ronakbîr, rojnamevan û zanayên tirkan şabûna xwe bo erdhejê tînin ziman ku çima li Kurdistanê pêkhatiye û ziyan gihîştiye kurdan. Spîker Müge Anlı di bernameyeke TVê de heqaretê li miriyan û mexdûran dike.

Ev yeka han bala etîknasan dikişîne û wekî diyarokeke etîkê dikeve dîroka etîkê.

Di gelek qoliyên alîkariyê de yên bo Wanê çûne kevir, molotof û ala Tirk derket.[7][8][9]

Alîkariyên ku ji bo erdhejzedeyan hatine komkirinBiguherîne

Alîkariyên rekor yên ji bo Wanê:

Herwiha Google ji bo ku kesên nediyar û yên di bin kavilan de mane, beşeke bi navê Google Vebînêrê Kesan (Person Finder by Google an jî bi Tirkî Google Kişi Bulucu) çêkir.[17]

Dewletên ku ji Wanê re kon şandineBiguherîne

Elmanya: 500 kon, Awistriya: 32 kon, Belçîka: 400 kon, Îngilistan: 1144 kon, Danîmarka: 100 kon, Estonya: 329 kon, Tirkiye: 20.000 kon(Heyva Sor a Tirk Türk Kizilayi), Fransa: 490 kon, Îrlanda: 624 kon, Îspanya: 329 kon Swîsre: 155 konên bi pergala germkirinê, Lûksembûrg: 360 kon, Romanya: 100 kon, Slovakya: 10 - 6x26 kesan û 4x10 kesan, Slovenya: bi tenê 2 kon bo Wanê şand in.[18]

Herwiha BinêrinBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Nivîsa bi zimanê tirkî
  2. http://www.cnnturk.com/2011/turkiye/10/27/depremin.son.bilancosu.550.olu/634592.0/index.html li gor dema 28.10.2011 - 21.30
  3. http://www.yuksekovahaber.com/haber/afad-olu-sayisi-575e-cikti--60550.htm Li gor dema 28.10.2011 - 22:08
  4. http://firatnews.tv/index.php?rupel=nuce&nuceID=52267[Girêdan daimî miriye] 11:26 / 29 çiriya pêşîn 2011
  5. Dem 30/10/2011-13:09 http://www.aknews.com/ki/aknews/3/270062/[Girêdan daimî miriye]
  6. http://www.afetacil.gov.tr/haber/haber_detay.asp?haberID=532 Li gor dema 27 çiriya pêşîn 2011 - 10:00 ew pêdandin hê bi temamî neqediya ye.
  7. http://www.kizilbayrak.net/rss/arsiv/2011/10/26/artikel/169/fasizm-yardim-k.html[Girêdan daimî miriye]
  8. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 27 çiriya pêşîn 2011
  9. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 27 çiriya pêşîn 2011
  10. http://www.samanyoluhaber.com/h_711175_Gundem-5-saatte-65-milyon-toplandi---video.html
  11. http://dipnot.tv/15353/Turkiye-Van-icin-tek-yurek-oldu-61-MiLYON-TuRK-LiRASi-TOPLANDi.aspx[Girêdan daimî miriye]
  12. http://www.takvim.com.tr/Dunya/2011/10/27/en-kral-yardim
  13. a b http://www.medyafaresi.com/haber/69920/guncel-barzaniden-van-depremine-1-milyon-dolar-yardim.html
  14. http://www.kurdshow.com/wan111.html[Girêdan daimî miriye]
  15. http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/9904.html
  16. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 27 çiriya pêşîn 2011
  17. http://www.google.org/intl/en/crisisresponse/van-turkey-earthquake-2011.html Girêdana arşîvê 27 çiriya pêşîn 2011 li ser Wayback Machine Beşekî demkî ye Google ji bo gelek karesatan jî pergalekê wê rengî çêdike
  18. http://www.haber3.com/sadece-iki-tane-cadir-geldi--1061388h.htm#ixzz1c6dV4KWK Li gor daneyên Haber3
  19. http://www.airnewstimes.com/israil-den-sivil-bir-ucakla-van-a-7-prefabrik-ev-12734-haberi.html