Müge Anlı (jdb. 19ê kanûna pêşîn a 1973an, Stembol) pêşkêşkara televîzyonê û rojnamevana tirk e. Ji cîhana magazînan derbasî televîzyonê dibe. Bavê wê teter e û diya wê elban.[1]

Müge Anlı
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Marmarê
Pîşe
Pêşkêşkara/ê bernameyên televîzyonêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
2008 - niha

Di Kanal D'yê de bi navê Dobra Dobra (bi kurdî Deqerû, Gotinlirû) moderatoriya bernameyekê kiriye. Di Atv'yê de bêjeriyê dike. Herwiha li heman kanalê bi navê Tatli Sert (Şîrîn hijd) bernameyeke gotûbêjiyê birêve dibe.

Erdheja Wanê û Anli biguhêre

Müge Anlı di bernameyekê de li ser erdheja Wanê ya ku bi sedan kesan jiyana xwe jidest dabûn, helwesta xwe nîşand dide û şabûna xwe bo mirî û mexdûrên erdhejê tîne ziman. Anli herwiha dibêje: "Hûn keviran davêjin polîsan îcar jî hatine alîkariyê dixwazin. Divê hedê xwe bizanin".[2]

Herwiha li ser erdheja li Bakurê Kurdistanê gelek ronakbîr, rojnamegerên tirk şabûna xwe tînin ziman. Ev di dîroka mirovahiyê de wekî helwesteke nepayî cihê xwe girt û bû babeta etîkê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Müge Anlı Aslen Nereli?". Güncel Oku (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ Radikal, Müge Anlı'ın Van yorumu, 24/10/2011