• 31'ê kewçêrê - Ala Rengîn Malbatan zarokên xwe nas nekirin: Li gundê Gûzereşa Çelê ku 24 şervanên HPG bi çekên kîmyewî ji aliyê artêşa tirk ve hatibûn kuştin, li morga Meletiyê tên sekinandin. Piştî daxuyaniya navenda çapemeniya HPG'yê, malbatên gerîlayan çûne laşên zarokên xwe bistînin, lê ji ber ku laşên gerîlayan hatibûne şewitandin, 15 ji wan ji aliyên malbatan ve nehatine teşhîskirin.
  • 31'ê kewçêrê - TirkiyeAla Rengîn Nîjadperestan kevir û alên tirkan şandin Wanê: Piştî erdheja Wanê bi navê alîkariyê nîjadperestên tirkan al û kevir şandin bo erdhejzedeyên kurd ku li hêviya alîkariyên bûn. Hate ragihandin ku dema hevwelatiyên li taxa Xaçorta Wanê qutiyên alîkariyê stendin û vekirin, dîtin ku nîjadperestan ji dêla cilan kevir û alên tirkî şandine.
  • 31'ê kewçêrê - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Profesora herî ciwan a cîhanê: Li DYA'yê keçika îranî, Alia Sabur (Eliye Sebûr), di temenê xwe yê 19 salî de weke profesora herî ciwan a cîhanê hate danasîn. Eliye hinga deh mehî ye fêrî xwendinê dibê. Deh salî jî xwendina zanîngehê diqedînê.
  • 31'ê kewçêrê - Başûrê Kurdistanê Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê: Hate ragihandin ku serok Mesud Barzanî piştî vekişîna DYA'yê ji bo herêma Kurdistanê dest bi xebata referandûma serxwebûnê dikê. Li gorî nûçeyan Barzanî gotiye ku heke gelê me bi referandûmekê bixwazê bibe serbixwe emê heta dawiyê li pey biryara wan bin.
  • 31'ê kewçêrê - Ala Rengîn 34 muxtaran îstifa kir: Li Wanê piştî erdhejê ji ber ku alîkarî negihîştin gel 34 muxtarên Wanê neçar man îstifa bikin. Keyayan daye zanîn ku hikûmet alîkariyê nagihînê wan û gel jî dibêjê qey keya bi xwe alîkariyê belav nakin. Lewma ji ber ku rastî werê fêhmkirin keyayên Wanê îstifa dikin.