Cil, tişt in ku mirov, ji boy starkirina xwe li xwe dike. Her mirov, cilan li xwe dike ji xwe bistar bike.

Di roja me de, ku weke demeke hemdem jî tê binavkirin, ji cilên wê re tê gotin, "cilên hemdem". Ji cilên ku berê mirov li xwe dikir re jî, tê gotin "cilên kevn." Dîroka li xwe kirina cilan, ji deme ku mirov bidest bicihbûnê bûya û bidest bikarhanîna ardê kirîya bi çandin û cotkirinê hwd re dest pê kirîya. Li xwe kirina cilan, weke nîşanaka biaqilbûna mirov jî hatîya dîtin.

Wateya cilan, hertimî bi çandî û kevneşopî bûya. cil, ji xwe, bi hebûna xwe re, wê gotina çand û kevneşopîyê jî li ser lingan digirê. Minaq, î ro ku mirov li mirovekî nerî û li cillixwekirina wî nerî, mirov wê bizanibê ku ji kîjan herêmê û yan jî ji kîjan koma civatî ya di roja me de ya. Kurd, bi kitan û xiftan û şal û şapikên xwe re tên naskirin. Hinekî jî cil, bi vî rengî, bûya weke rengê nasnema mirov ya civatî, çandî û kevneşopî.

Cilên di nava kurdan de biguhêre

Di nava kurdan de, mînak, ji cilên jinan re kitan û xiftan hatiye gotin. Ji cilên mêr re jî, şal û şapik hatiye gotin. Her tiştê ku mirov karê wê li xwe bike, dibê cil.

Cilên di nava êzdiyan de biguhêre

Çavkanî biguhêre