Kitan, cilekî kurdî yê kevn a. Bi teybetî, jinên kurd, ên nawserî xwe li xwe dikin. Lê ciwan jî li xwe dikin. Kitan, herdû milikên wê, bi ser dest ve dirêj dibin û bi hev ve tên girêdan û tê avêtin li pişta mil. Li ser re êlekên ku bi naqş û bidil hatina çêkirin, tên li xwe kirin. Kitan, sembola jina kurd a. Bi teybetî, kitan, weke sembola li xwe meyîzendina wê jî hatîya dîtin. Jinaka ku kitan li xwe dikir, lê dihat nerîn û dihata gotin, ku "ew çendî li xwe dimeyîzêne." Jinên Kurd, di kitanên xwe de, hertimî, pirr reng bikardihênin. Kitan, cilên jinên kurd ên netewî ya.