• 4'ê sermawezê - Ala Rengîn Neh cenazeyên gerîlayan hatin dîtin: Li Geliyê Tiyarê yê li Çelê piştî tevkujiya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa tirk ve, parçeyên laşên neh gerîlayan hatin dîtin. Li gorî agahiyan laşên wan şewitîne û parçe parçe bûne. Lewma tenê çar ji wan ji aliyê malbatên wan ve hatine teşhîskirin.