• 25'ê rezberê - Îsraêl Kurdên li Îsraîlê wê televizyona kurdî vekin: Hate ragihandin ku wê di demeke nêzîk de kurdên Îsraelê televizyoneke bi zimanê kurdî û îbranî vekin. Çalakvanê civaka sivîl Êlan Îsraîl gotiye ku, ew niha hewl didin lobiyeke kurdan li Îsraelê pêk bînin û wan gavên pêşîn ji bo wê avêtine. Her wiha dibêje, yek ji çalakiyên kurdên Îsraelê ew e ku di van rojan de ewê televîzyoneke bi kurdî û îbranî vekin.
  • 27'ê gelawêjê - Îran Di xwepêşandana Urmiyê de 3 kes hatin kuştin: Di xwepêşandana berfireh a xelkê bajarê Urmiyê de ji bo xuyakirina nerazîbûnê li hemberî xemsariyên hikûmeta Îranê yên di derbarê ziwabûna gola Urmiyê de, ku roja şemî 27'ê tebaxa 2011'an destpê kir û heta êvarê dom kir, 3 hevwelatî hatin kuştin û 100 kes jî hatine girtin.
  • Hikûmeta Herêma Kurdistanê Êrîşa Qendîlê ya dewleta Tirk: Dewleta Tirk ev heftiyeke bi hêceta PKK bi firokeyên cengî êrîşî Qendîlê dike. Di van êrîşan de malbateke kurd ku li ser rêya Ranya ji bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên tirk. Di êrîşê de heft kes ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî biçûktir e.
  • Fînlenda Kurdan li Helsinkiyê mizgeft vekir: Kurdên li paytexta Fînlandê Helsînkiyê dijîn, li taxa Rastiila bi navê ‘Şêx Seîdê Pîranê’ mizgeftek vekir. Li gel kurdan, ji gelên din ên misilman jî, ji bo nimêjê diçine mizgeftê û herwiha di mizgeftê de dersa Quranê bi kurdî tê dayîn. Mele Nûrî li wê mizgeftê melatiyê dike.