Sipkî
Sipkî yan jî sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên kurdan e û yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Sipkî bi baweriya xwên berê êzîdî bûn û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê belavê cihên xwe yên niha bûne. Bi taybetî li Dutax, Panos, Dîxor, Erdîş, Agirî, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Erdêxan, Bedlîs û Mûş Şirnex Sêrt Êlih Amed Mêrdîn dijîn. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Zaxo û Dihokê dijîn, bi navê Silêvanî tên naskirin. Di nava Kurdên Anatolyê de jî gelek sipkî hene. Ên ku li van deran dijîn bûne misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.
Eşîra Sipkî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelesinî Birîmî Masekî Torûnî Şemsîkan Manikî Sturkî Rojkî Isedizî Mîxayîlî Ûtî Kilêrî Kasorî Mamzêdî Hesiniyan Derecekî Belî Çilî Kaşaxa Kareyî Pîvazî Recevî Sahanîya Şanezera Bilkî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî(serhedî) soranî |
Herêmên dîrokî | Serhed Behdînan |
Belavbûn | Agirî Qers Îdir Wan Mûş Xinûs Bedlîs Zaxo Dihok Êrîvan Tbîlîsî |
Demografî | |
Gelhe | ~ 500.000 |
Bawerî | |
Dîn | Îslam Êzidîtî(Şerfedin) |
biguhêre ![]() |



Dîrok biguhêre
Ji aliyê Yavûz Siltan Selîm ve di sala 1514an de eşîr ji herêma xwe hate derxistin û ji bo ewleyiya sînorên Împeratoriya Osmanî nêzikê sînorên Rûsya û Îranê re hat bicihkirin.
Di sala 1639an de bi Peymana Qesr-î Şîrînê ku di navbera tirk û farisan de hat çêkirin re sipkî bitevayî ji rêveberiya Osmaniyê re hatin hêlan.
Di navbera salên 1829 û 1854 û 1877an de şerên ku di navbera tirk û rûsan de derketin sipkî ji aliyê rûsan bûn û şer kirin. Eşîra sipkî bi eşîra heyderî ve rehet nedane Dewleta Osmanî.
Sipkî yên li bajarên din ên Kurdistanê biguhêre
Amed biguhêre
Riha biguhêre
- Curnê Reş (Heylûn, Dêjnik) (bi xwe re dibêjin Sînîkan)
Sêrt biguhêre
biguhêre
Enqere biguhêre
Qonye biguhêre
Qeyserî biguhêre
Gundên Sipkî yên li Ermenistanê biguhêre
Talîn, Êçmîazîn, Serdereb, Axbaran (Navçe)
Асланлу(Eslanlû), Асиблах(Asîblax), Зор(Zor), Аличалу(Alîçalû), Карахтин(Qerextîn), Аставлу, или Гунде Шеха(Astavlû), Кырблах(Qirbilax), Басинак(Basînek), Сойблах(Saybilax), Коджбаши(Qocbaşî), Ташушан(Taşûşan), Тярмашев(Germaşiv), Дамысхан(Demisxan), Хрбе сор(Xirbê Sor), Куч(Qûç), Хане(Xane), Гогырмас(Gogirmes), Карако(Qerequ), Гунде Ашо-Хусейн(Gundê Eşo Hisên), Бандамурад(Bendemûrad), Ташкорпи(Taşkorpî), Карахесар(Qerehesar), Чарсала(Çarsale), Омбла(Ombla), Дутах(Dutax). (Gund)
Talîn(Թալին) biguhêre
Sîçanlû, Heko, Beroj, Gelto, Qibix, Zurbe, Keleşbeg, Sorîk, Tilik,
Axbaran biguhêre
Çamûşvana mezin (Elegez), Pampa Kurdan, Korbilax
Cihên Sipkî yên li Gurcistanê biguhêre
Tbîlîsî, Gûrya, Rustavî, Kutaisi, Telavî, Gardabani û Kobuletî. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji Ermenistanê koç kirine.
Axa û Begên eşîra Sipkî biguhêre
- Yûsiv Beg
- Ebdulmecîd Begê Sipkî (bavê Xalis Begê Sipkî, gora wî li Meterê ye)
- Xalis Begê Sipkî
- Mîrza Axayê Sipkî
- Hacî Yûsiv Paşa
- Beyaz Begê Sipkî
- Emer Beg[1]
- Polat Beg[1]
- Elî Axa[1]
- Evdal Axa
- Çîlan Axa
- Şikoyê Şemdîn Axa
- Şîlan Axa
- Hesen Axa
- Rizayê Kakê (rêberê ên ku çûne Ermenistanê)
biguhêre
- Şêx Salihî Sipkî (Kalikê Hacî Yûsiv Paşa)
- Mele Resûlê Sipkî (1829-1957, gora wî li Mûşê ye)
Kesên Girîng biguhêre
biguhêre
Yek ji Pêşmerge(Fermandar)yên sereke yên serhildana Agiriyê kurê Abdulmecîd Begê, Xalis Begê Sipkî ji vê êlê ye.[2]
Siyasetmedar biguhêre
Evdilvahîd Ehmedê ji Dihokê li Parlamena Kurdistanê(Başûrê Kurdistanê) parlamenterîya Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.[3]
Çavkanî biguhêre
- ↑ a b c "Kovara Nûdemê". Dîroka Kurdên Sovyeta Kevin (Wezîrê Eşo). 31: r. 12. 1999. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 29 çiriya paşîn 2001. Roja wergirtinê: 29 gulan 2022.
{{cite journal}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ Rohat Alakom (1998). Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması (bi tirkî). Avesta. r. 180. ISBN 9757112453.
- ↑ "پارتی دیموکراتی کوردستان - نوێبوونەوە ، دادپەروەری ، پێکەوەژیان". www.kdp.info. Roja wergirtinê: 29 gulan 2022.
Girêdanên Derve biguhêre
- Abdullah Varlı, Dîwan û jînewariya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
- Mele Mahmûdê Bazîdî
- Heciyê Cindî, Hewarî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |