Împeratoriya Bîzansê

(Ji Împaratoriya Bîzans hat beralîkirin)

Împeratoriya Bîzansê (bi yewnaniya kevn: Βασιλεία τῶν Ῥωμαίων, lat. Basileía tōn Rōmaíōn) an jî Împeratoriya Romayê ya Rojhelat an Serdema Bîzansê berdewamiya Împeratoriya Romê bû ku navenda wê li bajarê Konstantînopolîs bû di dema Antîka Dereng û Serdema Navînde. Nîvê rojhilatê împeratoriyê ji şert û mercên ku bû sedema hilweşîna Rojava di sedsala 5an a zayînê de rizgar bû, û heya ketina Konstantînopolîsê ji bo Împeratoriya Osmanî di sala 1453an de hebûna xwe domand. Hêzên aborî, çandî û leşkerî li cîhana Deryaya Navîn. Têgîna "Împeratoriya Bîzansê" tenê piştî hilweşîna împeratoriyê hate çêkirin; hemwelatiyên wê siyasetê wekî "Împeratoriya Romayê" û ji xwe re "Romî" bi nav dikirin.

Împeratoriya Bîzansê
Imperium Romanum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: 
Paytext
Zimanên fermî
  • Medieval Latin
  • yewnaniya serdema navîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtiya serberdayî, Dominate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet împeratorê Bîzansê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr
Avakirin
 •  Dema avakirinê 17 kanûna paşîn 395 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 29 gulan 1453 (Julian) 
 •  Rûerd
Gelhe
 •  Giştî 17.000.000 (300) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Serdema Bîzansê di serdema Antîka Dereng (en) de dest pê dike. Paytexta Romaya rojhilat, Konstantînopolîs (Stembol), bû bajarê herî mezin ê Deryaya Navîn. Di sedsala 5-an de, Barbaran împeratoriya Romê ya rojava, di nav de paytexta Roma bixwe, dagir kirin.[1] Konstantînopolîs bû paytexta Împeratoriya Romê berî dawiya sedsala 5-an. Li rojavayê împeratoriyê êdî împerator tune bûn.[2] Împeratorên Romê ji Konstantînopolîs hukumdariya împeratoriyê domandin. Konstantînopolîs jî paytext dimîne dema ku artêşa Iustinianusê Mezin Roma vegirt. Di sedsala 7-an de, misilmanan du ji sê paran împeratoriya Romayê bi dest xistin: Filistîn, Şam, û Misir. Serdema di navbera serketinên misilmanan û Sefera Xaçperestan a çarem de wekî "Serdema Bîzansê ya Navîn" tê zanîn.

Împeratorî di dirêjahiya dîroka xwe de çend çerxên paşveçûn û vejandinan derbas kir, piştî hilweşîna Rojava di dema serweriya Iûstînianos I (r. 527–565) de, ku bi kurtî gelek ji Îtalyayê û peravên Rojavayê Deryaya Navîn ji nû ve bi dest xist, gihîşt asta herî mezin. Xuyabûna belayê û şerekî wêranker bi Farisiyan re çavkaniyên împeratoriyê westand; fethên misilmanên destpêkê yên ku li pey wê hatin windakirina parêzgehên herî dewlemend ên împeratoriyê - Misir û Sûriyê - ji Xelîfeyên Raşidûn re. Di 698an de, perçeyên Afrîka ji dagirkeriyên Emewiyan re winda bû, lê paşê împeratorî di bin Xanedana Îsauriyan de aram bû. Împeratorî di bin Xanedana Makedonî de karîbû careke din berfireh bibe, ji nû ve vejîna du sedsalê derbas bû. Ev yek di sala 1071ê de bi têkçûna tirkên Selcûqî di Şerê Milazgirê de bi dawî bû. Paşê, demên şerê navxweyî û ketina Selçûqiyan bû sedema windakirina piraniya Asyaya biçûk. Împeratorî di dema restorasyona Komneniyan de vegerî, û Konstantînopolîs dê heta sedsala 13an bajarê herî mezin û dewlemend ê Ewropayê bimîne.

Di dema Sefera Xaçperestan a çarem de, şervanên pîroz ên Dêra Katolîk Konstantînopolîsê dagir kirin û talan kirin. Împeratoriya Romê di çend dewletan Rûm de parçe bû û "Latîniyan" Împeratoriya Latînî (en) li Konstantînopolîsê saz kirin. Beşek ji axa Rûmayiyan ji hêla împeratoriya Venedîkiyan ve dihat birêvebirin. Mixaêl VIII Palaiologos (en), hukumdarê Împeratoriya Îznîkê (en), Konstantînopolîs ji bo Rûmayiyan dagir kirin.[3] Di sedsala 15-an de, Împeratoriya Romê ji hêla Împeratoriya Osmanî ve hate dagir kirin. Serdema di navbera serketinên Katolîk û serketinên Osmaniyan de wekî din "Serdema Bîzansê Derengtir" tê zanîn.[4][5]

Dîrokzanên bi kurtî Bîzans (bi almanî: Byzanz, bi tirkî: Bizans) jê re dibêje. Nav ji navê bajarê Konstantînopolîsê berî Konstantînê Mezin tê: bi yewnaniya kevn: Βυζάντιον, lat. Buzántion, bi latînî: Byzantium. Konstantin bajarekî nû li rûmeta xwe li Byzantium, li ser Bosforê ava kir. Konstantîn (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντῖνος, lat. Kōnstantînos, bi latînî: Constantinus) navê bajêr kir Konstantînopolîs (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντινούπολις, lat. Kōnstantinoúpolis, bi latînî: Constantinopolis).[6]

Guhertîna xakên Rûmê di dîrokê de
Împeratoriya Romê (zer) di sala 476

Antîka Dereng

biguhêre

Dema Koça Qewman, di sedsala 4'an de, şunda împeratoriya Romê ya rojava dem bi dem bi destên Germanan, Gotan û hûnan bin ket. Li ber, di 378an de Gotan Împeratoriya Romê Cenga Hadrianopolis (el; tr; en) de bin xistî bû. Di 410an de bajarê Rom bi destên Gotên Rojava hat dagir kirin. Vandalan Mexrib, Hispania, û Nîvgirava Îtalyayê dest xwe xistin. Di sedsala 5'an de qomên germanan bi êrîşên dawî împeratoriya Romê ya rojava hilweşandin. Li wê demê şunda li paş Împeratoriya Roma Împeratoriya Romaya Rojhelat, ango Bîzans tenê ma.[7]

Dema Iustinianusê Mezin, sedsala 6'an de, Împeratoriya Romê li rojava xakên Împeratoriya Romaya Rojavayê berê Hispania, Mexrib û Îtalya şunda dest xwe xistin. Li rojhelat jî bi Sasanîyan re peymana aşîtîye kir. Wê wextê sînorên Împeratoriya Bîzans gehîştina nêzî Împeratoriya Roma û dema wêya herî baş bû.[8] Di 532an de li Konstantînopolîs raperîna Nika derket. Ew encax heftekê de kanîn rakirin, lê paş ew hat rakirin nêzî nîvî Konstantînopolîs hat kuştin. Dema Iustinianus I de di 532an de Ayasofya hat çêkirin. Paş 550anan de beravên Deryaya Navîn bi tunî kete bin sehêtê Rûm. Dema împeratoriya Iustinianus I Dada Roma di Corpus Iuris Civilis (en) de hat revîze kirin.[9]

Dema Theodosius II (408450) ji bo li êrîşên Atilla biparêza Sûrên Konstantinopolis hatmezin kirin.[10]

Serdema Bîzansê ya Navîn

biguhêre

Di destpêkên sedsala 7'an de Avar û Bulgaran Balkan, SasanîyanMisir, Filistîn, Ermenistan dest xwe xistin. Lê Împerator Hêrakleios ew dernan heta 627'an bi piranî şunda dest xwe xistin. Wê demê şunda Sasanî êdî hat dagirtin jî wê carê êrîşên Ereban û Misilmanan dest pê kir.[11] Di 20'ê gelawêjê 636'an di Cenga Yermûk (ar; en; he) de Xelîfe Omer Rûm bin xist.[12] Pê re Misir, Şam, Felestîn bi destên xelîfan ji Rûm hat standin. Êrîşên misilmanan de Rûm gelek xakên Anatolya û Mezopotamya winda kir. Di 698'an bi Kartaca re Maxrîb bi tunî ji dest der ket. Konstantînopolîs, ji bo Hedîs (Hadîs-î Şerîf) û mizgîniya Mihemed pêxember, sê caran di 626, 674678 û 717718'an de hat dorpêç kirin. Gorî hin kesan mirina Hêrakleios şunda Împeratoriya Romaya Rojhelat êdî dibe Împeratoriya Bîzansê. Ber mirîna xwe Hêrakleios şuna Latînî yewnanî kira zimanê fermî. Li ser pereyan, paşnavê împeratorên bi latînî: augustus, bi yewnaniya kevn: βασιλεύς, lat. basileús "key" re guhert.[13]

Di dawiya sedsala 7'an de li rojhelat êrîşên misilmanan, li rojava jî êrîşên Slav û Balkanan dewam kir. Konstans II (el; tr; en) di navbera 661668'an de paytext bira Siracusa (it; en) (bi yewnaniya kevn: Συράκουσαι, lat. Surákousai), lê paş ew mir şunda paytext şunda hat anîne Konstantînopolîs e.[14][15]

Li Iustinianus II (el; tr; en) şunda împeratorî ji xanedana Hêrakleiosi (el; tr; en) de derbaza xanedana Îsauriyan (el; tr; en) bû. Dema Împeratorê herî pêş de ji xanedanê isauriyan Leon III (el; tr; en) de dorpêç kirina Ereban Konstantînopolîs hat şunda pijiqandin. Lê ew gelek zor di siya Agirê Yewnanî (ing., Greek Fire) û zivistanakê tund de ancax hat pijiqandin bû.[16]

Di sedsala 8'an dema Leon III de îkonên Xiristîyanî hat qedexe kirin. Di Konsûla Nikaia Duyem (en) de di 787an de şunda serbest kirin.[17]

Di 866 bi Basileios I (en) re text derbaza xanedana Makedonî (el; tr; en) bû. Ew dema xanedenê Makedonî de, wek Ronesensa Makedonî (en) tê zanîn, xakên Anatoliyê şunda hatin hel girtin.[18] Bin împeratoriya Nikêforos II Fokas Girava Kreta hat şunda dest xwe xistin. Dema Ioannês I Tzimiskês (en) de Sûrî û Felestîn şunda hat dagirkirin. Di dest xanedanê Makedoniyan de împexratoriyê di sedsala 10'an û destpêkên sedsala 11'an de dema xweya herî rind dît.[19][20] Paş di 987an de xwenga împeratorê Basileios II (en) bi key rûsî Volodimêrê I (ru; en) re zewiciya şunda Rûsan nêzî bi tunî derbaza Xiristîyaniya ortodoks bûn. Dêra Rusî (ru; en) hat girêdana Dêra Konstantînopolîsê (el; tr; en) bû. Basileos II paş şerên bi salan Yekem Împeratoriya Bulgarî (bg; tr; en) dagir kir.[21] Di 1018'an de Bulgaristan û Çemê Dunayê ket bin destên Rûm.

 
Rûm (bi inglîzî: Byzantine Empire) û Ewropa di 1000'î de

Dûv di 1071'an de împerator Romanos IV Diogenês (en) Cenga Malazgîrt hembera siltanê Selçûqan Alp Arslan (en; tr) bin ket û dîl bû re Anatolî 10 salan de bi piranî ji dest Rûm de derbaza Selçûqan bû. Di 1075'an de dewleta Selçûqiyan bi paytexta Nikaia (Îznîk) hat saz kirin.[22]

Seferên Xaçiya

biguhêre
 
Împeratoriya Romê di dema Aleksios I Komnênos de ~1081

Dû binketinî Milazgir re bi xandedana Komnênoi (el; tr; en) hewlaka ji bo împeratoriyê şunda ra kin he bû. Wê demê li Selçukan bêtir Normanan êrîşa Rûm dikir. Aleksios I Komnênos (el; tr; en; fr) ji bo Normanan ji Wênîsiyan re hevkarî kir. Paş di 1085an de împeratorê Normanan Robert Guiscard (en; fr; tr) û di 1086an de jî siltanê Selçukan Silêman Şah mir şunda ew hereşeyan ra bûn.[23]

Di 1095an de di ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin bi banga împerator Aleksios Kommênos Sefera Xaçiyayê Yekem hat kirin. Lê ew leşkerên pêş de çû bûn di 1096an de nêzî bi tunî hat kuştin. Li wan şunda heman ordiyakê din hat şandin. Wê carê di 10971099an de Rûm bajarên li rojavaya Anatolî wek Nikaia, Efes, Sardîs şunda standin.[24]

Dema Manouêl I Komnênos (el; tr; en; ru) de 11471149an de Sefera Xaçiyayê Duyem hat dar xistin. Lê paş di 1176an de di Cenga Mîryakefalon de hat bin xistin şunda Anatoliya nêzî bi tunî bi dest selçukan ket.

Aleksios IV Angelos (el; tr; en) xast ku Sefera Xaçiyayê Çaram dar xa jî, wî ji bo textê ji dest bavî xwe bistîna ew wergera ser Konstantînopolîs kir.[25] Bi serweriya Wênîsiyan di 1204an de Şovalyan Konstantînopolîs dagir kirin û Împeratoriya Latînî (en) saz kirin.[26]

Serdema Bîzansê Derengtir

biguhêre
 
Sefera Xaçiyayê Çaram şunda Împeratoriya Romê ~1204.

Paş Latînan Konstantînopolîs dagir kirin Rûm kirina sê paran; Împeratoriya Îznîkê (en) (Nikaia), Despotiya Epirosê (el; tr; en) û Împeratoriya Trebzonê. Theodoros I Laskaris di 1208an de Împeratoriya Nikaia de wek împeratorê Roma danezanîn û împeratoriya îznik li Ewropa û Anatolî fireh kir.[27] Ji dûv wî re Ioannês III Doukas Vatatzês (el; tr; en) (1222–1254) sînorên împeratoriyê Îznîk li rojhelat, di siya selçukan li hemberan Mongolan di 1243an dagir bûbû, şunda fireh kir.[28]

Pişt re Mixaêl VIII Palaiologos (en; tr; en; fr) (1259–1282) di 1259an derbaza texta Împeratoriya İznikê bû şunda di 1261an de Konstantînopolîs ji Latîniyan stand û dawiya Împeratoriya Latîni de. Li wê şunda li taxtê xanedana Palaiologoi (el; tr; en) dest pê kir û wan Rûm heta dawiya karger kir.

 
Împeratoriya Romê di 1265

Dûv Selçukan helweşiyan re li Anatolî hin Mîratîyên wek Menteşeyan, Aydınan, Germiyanan, Saruhanan, Karasiyan û Osmanan hati bûn sazkirin. Wê demê li Rûm jî gelek şerên hûndur der di ketin. Di 1282an de heta 1354an 4 şerê hûndurî der ketî bûn.[29]

Di sedsala 14'an de ji bo li Anatolî Osmanan li ewropa jî Bulgaran û Sirban xak ji dest Rûm distandin Rûm ancax bi Konstantînopolîs, Selanîk û bi çend bajaran din ma bû. Dema Xiristîyanan li Ewropa ji hev re ceng dikirinî, ji 1352an de, Osmanan li Ewropa û Trakya ji xak dest xwe dixistin. Heta 1370anan Trakyayiyan bi pirani hati bû dagir kirîn.[30] Di 1362an de jî paytext ji Bursa de biri bûn Hadrianopolis (Edirne) Paş serfiraziya di 1371an de di Cenga Maritza de hembera Serban, Osmanan Makedonya jî hel girt û Rûm herî biçûk bû. Rûm pir caran li yekbûnaka xiristiyanan û dêran ji bo Osmanan ji Ewropa derxin digerîyen.[31] Lê gelê Rûm bi gotina 'Fesan Osmanan şaşikan Kardinalan çêtir e' beşdar ne dibûn. Dûv binketinên hembera Osmanan di Cenga Kosovaya Yekem de di 1389an re di 1391an de Osmanan Konstantînopolîs dorpeç kir. Paş dorpeçkirinakê heft mehan re Rûmê danê Osmanan dayî û sazkirana taxaka misilmanan li Konstantînopolîs pejirand û derpêçkirin hat ra kirin. Paş di Cenga Nikopolis (Niğbolu) di 1396an de artêşa leşkeran xaçan de pêk hati bû bin xist.[32] Dawiya Rûm êdî xwuya dibû. Lê ji bo Timur Osmanan di 1402an li Enqere bin xistin ûmre dewleta Rûm çend deh salan din dewam kir.[33]

Paş Osmanan Dema Fetret derbaz kir şunda vegirtina Konstantînopolîs armanç kirin. Çi qas Konstantînopolîs ne bajarê wek berê mezin bû jî. her dem armanca Osmanan de bû. Bi dawî di 29'e gulanê 1453an de Osmanan bi fermandariyan Mehmet II Konstantînopolîs vegirtin.[34] Împeratorê Rûmê dawî Konstantinos XI Palaiologos (el; tr; en; it) dema cengê mirî bû. Ew roja serdema navîn dest pê dike ye.[35]

Osmanan paş Konstantînopolîs di 1461an de jî dawiya Împeratoriya Trebzonê de.[36]

Çand û avakarî

biguhêre
 
Çebûnekî Bizanzîyan

Ayasofya, dêreke kevnar a bîzansî ye ku li taxa Eminönü ya Stembolê ye.

Avahiya ku wek dêr hatibû lêkirin, heta demekê bû mizgeft û piştre wek muzexane hate bikaranîn. Mûzexaneya Ayasofyayê li li taxa Eminönüyê li hêla Ewropayê ye.[37] Gava ev qubeya basîlîka di sedsala 6mîn de hate avakirin, weke mînakeke bèhempa yê mîmarî hate dîtin.[38]

Ayasofya ku mînaka herî dawî ya mîmariya antîk e, dêra sereke ya împeratoriya û navenda olî ya xirîstiyanên ortodoks bû.

Gava Iustinianus I bû împeratorê romê, wî bi lêkirina ew meztirîn avahiya wê demê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Ayasofya ji ber hemû taybetiyên xwe bi dîroka kûr a împeratoriya ve girêdayî ye, ji ber ku bi lêkirin û hêza wê ya sembolîk xwediyê girîngbûneke bilind bû. Lewra ji aliyê oldarên xirîstiyan ve hê jî wek perestgeheke pîroz tê dîtin.[39]

Di sala 1453an de gava Konstantînopolîs ji aliyê osmanan ve tê dagirkirin, çan û gelek xemilandinên xirîstiyan ên Ayasofyayê tên jêbirîn.

Ji ber hêjayiya xwe Ayasofya di sedsalên 16 û 17an de ji Împeratoriya Osmanî re bû mînak ji bo lêkirina mizgeftan. Wek mînak, mizgefta Sultan Ahmet (Siltan Ehmed) û Mizgefta Şîn kopyeyên Ayasofyayê ne.[40]

Kronolojî

biguhêre

Mijarên têkildar

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kaldellis, Anthony (2022). "From "Empire of the Greeks" to "Byzantium"". In Ransohoff, Jake; Aschenbrenner, Nathanael (eds.). The Invention of Byzantium in Early Modern Europe. Harvard University Press. pp. 349–367. ISBN 9780884024842. (bi inglîzî)
  2. ^ Kaldellis, Anthony (2022). "From "Empire of the Greeks" to "Byzantium"". In Ransohoff, Jake; Aschenbrenner, Nathanael (eds.). The Invention of Byzantium in Early Modern Europe. Harvard University Press. pp. 366–367. ISBN 9780884024842. The Crimean War had a profound—and unrecognized—impact by forging a new distinction between "Byzantine/Byzantium" and "Greek/Greece," in a context in which the "empire of the Greeks" had become a politically toxic concept to the Great Powers of Europe. In response, European intellectuals increasingly began to lean on the conceptually adjacent and neutral term Byzantium in order to create a semantic bulwark between the acceptable national aspirations of the new Greek state, on the one hand, and its dangerous imperial fantasies and its (perceived) Russian patrons, on the other. (bi inglîzî)
  3. ^ Bury, John Bagnеll, ed. (1920). The Early History of the Slavonic Settlements in Dalmatia, Croatia, & Serbia – Constantine Porphyrogennetos, De Administrando Imperio, Chapters 29–36. New York: Macmillan. (bi yewnanî)
  4. ^ Ahrweiler, Hélène; Laiou, Angeliki E. (1998). "Preface". Studies on the Internal Diaspora of the Byzantine Empire. Washington, DC: Dumbarton Oaks. ISBN 978-0-88402-247-3. (bi inglîzî)
  5. ^ Apostolides, Sophocles Evangelinus (1992). Greek Lexicon of the Roman and Byzantine Periods. Hildesheim: Georg Olms. ISBN 978-3-487-05765-1. (bi inglîzî)
  6. ^ Angold, Michael (1997). The Byzantine Empire, 1025–1204: A Political History. London: Longman. ISBN 978-0-582-29468-4. (bi inglîzî)
  7. ^ Ash, John (1995). A Byzantine Journey. New York: Random House Incorporated. ISBN 978-1-84511-307-0. (bi inglîzî)
  8. ^ Bayless, William N. (1976). "The Treaty with the Huns of 443". The American Journal of Philology. 97 (2): 176–179. doi:10.2307/294410. JSTOR 294410. (bi inglîzî)
  9. ^ Baynes, Norman Hepburn; Moss, Henry St. Lawrence Beaufort, eds. (1948). Byzantium: An Introduction to East Roman Civilization. Oxford, England: Clarendon Press. (bi inglîzî)
  10. ^ Baynes, Spencer (1907). "Vlachs". Encyclopædia Britannica (11th ed.). New York. (bi inglîzî)
  11. ^ Beckwith, John (1993) [1970]. Early Christian and Byzantine Art. New Haven: Yale University Press. ISBN 978-0-300-05296-1. (bi inglîzî)
  12. ^ Gabriel, Richard A. (2002). The Great Armies of Antiquity. Westport: Greenwood. ISBN 978-0-275-97809-9. (bi inglîzî)
  13. ^ Beaton, Roderick (1996). The Medieval Greek Romance. New York and London: Routledge. ISBN 978-0-415-12032-6. (bi inglîzî)
  14. ^ Béhar, Pierre (1999). Vestiges d'Empires: La Décomposition de l'Europe Centrale et Balkanique. Paris: Éditions Desjonquères. ISBN 978-2-84321-015-0. (bi inglîzî)
  15. ^ Bowersock, G.M. (1997). Julian the Apostate. Harvard University Press. ISBN 978-0-674-48882-3. (bi inglîzî)
  16. ^ Bideleux, Robert; Jeffries, Ian (1998). A History of Eastern Europe: Crisis and Change. New York and London: Routledge. ISBN 978-0-415-16111-4. (bi inglîzî)
  17. ^ Birkenmeier, John W. (2002). The Development of the Komnenian Army: 1081–1180. Leiden: Brill. ISBN 978-90-04-11710-5. (bi inglîzî)
  18. ^ Brooke, Zachary Nugent (1962). A History of Europe, from 911 to 1198. London: Methuen. (bi inglîzî)
  19. ^ Browning, Robert (1983). "The Continuity of Hellenism in the Byzantine world: Appearance or Reality?". In Winnifrith, Tom; Murray, Penelope (eds.). Greece Old and New. New York: Macmillan. pp. 111–128. ISBN 978-0-333-27836-9. (bi inglîzî)
  20. ^ Bryce, James (1901). Studies in History and Jurisprudence, Vol. 1. H. Frowde. ISBN 978-1-4021-9046-9. (bi inglîzî)
  21. ^ Browning, Robert (1992). The Byzantine Empire. Washington, DC: The Catholic University of America Press. ISBN 978-0-8132-0754-4. (bi inglîzî)
  22. ^ Burns, Thomas S. (1991). A History of Ostrogoths. Bloomington and Indianapolis: Indiana University Press. ISBN 978-0-253-20600-8. (bi inglîzî)
  23. ^ Bury, John Bagnall; Philotheus (1911). The Imperial Administrative System of the Ninth Century: With a Revised Text of the Kletorologion of Philotheos. London: Oxford University Press. (bi inglîzî)
  24. ^ Cameron, Averil (1979). "Images of Authority: Elites and Icons in Late Sixth-century Byzantium". Past and Present. 84 (1): 3. doi:10.1093/past/84.1.3 (bi inglîzî)
  25. ^ Cameron, Averil (2006). The Byzantines. Oxford, England: Blackwell. ISBN 978-1-4051-9833-2. (bi inglîzî)
  26. ^ Cameron, Averil (2009). Οι Βυζαντινοί (bi yewnanî). Athens: Psychogios. ISBN 978-960-453-529-3.
  27. ^ Chapman, John H. (1971). Studies on the Early Papacy. Kennikat Press, University of Michigan. ISBN 978-0-8046-1139-8. (bi inglîzî)
  28. ^ Chrysos, Evangelos (1992). "Byzantine Diplomacy, CE 300–800: Means and End". In Jonathan Shepard, Simon Franklin (ed.). Byzantine Diplomacy: Papers from the Twenty-Fourth Spring Symposium of Byzantine Studies, Cambridge, March 1990 (Society for the Promotion of Byzantine Studies). Variorum. ISBN 978-0-86078-338-1. (bi inglîzî)
  29. ^ Comrie, Bernard (1987). "Russian". In Shopen, Timothy (ed.). Languages and Their Status. Philadelphia: University of Pennsylvania Press. pp. 91–152. ISBN 978-0-8122-1249-5. (bi inglîzî)
  30. ^ Davies, Norman (1996). Europe: A History. Oxford, England: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-820171-7. (bininglîzî)
  31. ^ Fouracre, Paul; Gerberding, Richard A. (1996). Late Merovingian France: History and Hagiography, 640–720. Manchester, England: Manchester University Press. ISBN 978-0-7190-4791-6. (bi inglîzî)
  32. ^ Friell, Gerard; Williams, Stephen (2005). Theodosius: The Empire at Bay. Routledge. ISBN 978-1-135-78262-7. (bi inglîzî)
  33. ^ Dennis, George T. (1985). Three Byzantine Military Treatises. Washington, DC: Dumbarton Oaks. (bi inglîzî)
  34. ^ Duiker, William J.; Spielvogel, Jackson J. (2010). The Essential World History. Boston: Wadsworth. ISBN 978-0-495-90227-0. (bi inglîzî)
  35. ^ Ene D-Vasilescu, Elena (2021). Michelangelo, the Byzantines, and Plato. Oxford: Indep. ISBN 9781800498792. (bi inglîzî)
  36. ^ Ene D-Vasilescu, Elena (2021). Creation and Time. Byzantine and Modern. Oxford: Indep. ISBN 9781800498815. (bi inglîzî)
  37. ^ Esler, Philip Francis (2004). The Early Christian World. New York and London: Routledge. ISBN 978-0-415-33312-2. (bi inglîzî)
  38. ^ Ene D-Vasilescu, Elena (2018). Heavenly sustenance in Patristic texts and Byzantine iconography. Nourished by the Word. Basingstoke and London: Palgrave. ISBN 978-3-319-98985-3. (bi inglîzî)
  39. ^ Evans, James Allan Stewart (2005). The Emperor Justinian and the Byzantine Empire. Westport: Greenwood. ISBN 978-0-313-32582-3. (bi inglîzî)
  40. ^ Evans, Helen C. (2004). Byzantium, Faith and Power (1261–1557). New York, NY: Metropolitan Museum of Art/Yale University Press. ISBN 978-1-58839-114-8. (bi inglîzî)