Belîsarios
Flabios Belîsarios (bi yewnanî: Φλάβιος Βελισάριος, an jî bi latînî: Flavius Belisarius), generalekî Împeratoriya Bîzansê bû ku li Illyricumê wekê zarokekî belengaz hatiye dinê lê piştre bû generalê herî mezinê împeratorîyê. [1]
Senatorê Romaya kevnare (d) | |
---|---|
Magister militum (en) | |
Strategos (en) | |
Konsûlê Romayê |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê rastî |
Φλάβιος Βελισάριος û Flavius Belisarius |
Serdem |
Serdema kevnare ya dereng (en) |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Siyasetmedar, efser, leşker |
Hevjîn |
Antonina (en) |
Artêş |
Artêşa bîzantî (en) |
Payeya leşkerî |
Magister militum (en) |
Şerên tevlêbûyî |
Flabios Belîsarios di 505ê pîştî zayînê de li parêzgeha Illyricum a Romayê ji dayîk bûye ku zimanê wî yên zikmakî trakyayî bû. Lê zimanê latînî jî dizaniya. Di temenê xortaniya xwe beşdarî hêzên împeratoriyê bûye ku di demekê kurt de zîrekiya xwe dide nîşan ku di demekê nêz de bûye fermandarê parastvanê împeratorî. Serkeftinên wî ji hêla Iûstînianos I jî hat dîtin û wî dike fermandarê hêza xwe.
Piştî bûyî fermandarê hêzê hinek têkçûn têne serê wî lê ew piştî wan têkçûnan, hûnera şerê çêtir hîn dibe û serkeftinên wî dest pê kir.
Serkeftina wî ya mezin a yekem li hemberî împeratoriya Sasanî standiye ku di Şerê Daraya de hêzên sasaniyan têk dibe û piştî şer vedigere paytext Kostantînapolîsê.
Çaxê ew li paytext e gel ji halê xwe nerazî bûn. Gel li hember desthilatdaran serî rakir û Serhildana Nikayê dest pê dike. Di rawestandina serhildanê da xebatên girîng kir. Pê xebatên wî serhildan belaw bû û serhildêr hatin kuştin.
Di sala 533an de bi fermana împeratorî, bi hêza xwe dikevin Kartacayê ku herêm ev sed sal e di destê vandalan de bû. Bîzansê berî jî êrîşê wan kir lê tu carî ser neket lê vê carê bi qabiliyeta generalê vandal hemû têk çûbûn. Vandalan vê demê têkçûnekê pir giran standin ku li bakurê Afrîkayê bandora wan bi temamî xilas dibe. Êdî tu carî jî ne hatine dîtin û herêm dikeve destê Bîzansê. [2]
Bi ketina Kartacayê, hizre vejîna împeratoriyê dîsa ket serê împeratorê. Iûstînianos I çav berda axa Îtalyayê ku destê gotan de bû. Got bi alîkariya Bîzansê li Îtalyayê bibûn xwediyê keyaniyan. Lê Iûstînianos I ji bo hizra vejîna Romaya kevnare divê Roma û Îtalyayê ji wan bistanda. Belîsarios li hemberî keyê gotî Vegitis pêşî Romayê paşî paytexta wan Ravennayê bi dest xist. Vegitis di vê şerê de hat kuştin, Got gelek man bandora Belîsariosê. Heta ku keybûna keyaniya Îtalyayê ji wî re teklîf kirin. Belîsarios ji vê yekê wek xayîntiyê li hemberî împeratorî dît. Teklîfa keyatîyê qebûl nekir. [1]
Li nîv girava Îtalyayê navdariya Belîsariosî gelek mezin bû heman demê gelê gotan û yên din zêde ji wî hez dikirin. Împerator ji vê rewşê haydar bû û ji bo ku desthilatdarîya xwe dewam bike wî gazi kire Konstantînopolîsê. Belîsarios hate paytext lê li vir jî gelek hezkirîyên wî hebûn, piranî ev kes ji vandalan, gotan û berberiyan pêk dihatin. Navdariya wî li paytextê jî zêde dibû. Împerator biryar da ku wî şande Rojhilata li hemberî persan.
Têkoşîna li hemberî persan ji bo generalekî serkeftî jî dijwar bû. Ti şerekê mezin pêk bihata lê Belîsarios beriya şer şengekî nêçîrê çêkir. Şeş hezar leşker beşdarî şerê kir. Sîxurên persan vê yekê behsa fermandarên kirin. Şer çênebû, hêzên persan vekişiyan. Ev hemû planên Belîsarios bû. Ew texmîn dikir ku ti pers bêjin, "tenê ji bo nêçîrê ji şeş hezar kes amade bûn, nexwe leşkerên Bîzansê pir zêde ne". Bi awayekî ne rast Belîsarios wan xapand û vekişîyan.
Di sala 542ê da Got li nîvgirava Îtalyayê serî rakirin, di sala 545ê da Împaratorê general Belîsariosê şand dîsa Îtalyayê. Serhildan ji hêla Totila ku netewperestê Ostrogot bû dihat rê ve birin. Totila Romayê ji destê Bîzansê derxist û benda dijminê ma. Lê Totila fêm kir kû ev biryarekê xelet bû û ji Romayê derket û dewamî sefera xwe kir. Belîsarios hat Romayê dest xist. Di şerekî da Belîsarios û Totila li hemberî hev hatin, Totilayê Belîsariosê têk bir. Bi fermana Iûstînianos I'ê general Belîsarios vegeriya paytextê generalekî din hate şandin li şerê.
Çaxê ku Belîsarios vegeriya paytextê navbera wî û yên împeratorê xirab bibû. Du sala 559ê da Bulgarên ku dixwestin împaratorîyê dagir bikin û împaratorîya Bîzansê dest bi şerekî nû kirin. Di vê şerê de Belîsariosê fermandariya hêzên Bîzansî dikir. Bi awayekî dijwar Belîsarios dagirkeran têk bir. Wan dîsa ji axên împaratorîyê avêt derve.
Ev serkeftin jî kêr nehat generalê pê sûcên derew avêtin zindanê. Di sala 562ê da kete zindanê lê piştre bi bexişandina împaratorê ji zindanê derket di sala 565ê da di mala xwe de bi awayekî xwezayî mir. Li gorî hin çavkaniyan bi fermana Împaratorê çavê wî hatîye korkirin. Di nav kolanên Kostantînapolîsê bû parsekek. Lê ev tenê rîvayetek e. Ti agahiyên zelal derheqê vê bûyerê tune. Tê zanîn ku piştî zindanê împaratorê rûmeta wî dîsa da wî. Dema mirinê jî serleşkerek bû. [1]