Îlona 2004an
(Ji Rezbera 2004'an hat beralîkirin)
- 27ê îlonê
- Artêşa Îranê, doh li nêzîkî bajarê Urmiyê, li hemberî gerîllayên Gerîlayên Hêza Azadiya Kurdistan (HAK) operasyon lidarxistin. PJAKê da xuyakirin, di navbera hêzên wan û leşkerên Îrane de şer derneketiye.
- 26ê îlonê
- Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTÜK), bi hinceta ku GUN Tvyê cih daye axaftinên bi kurdî, der barê televîzyonê de ji bo mehekî girt.
- Piştî Wan, Êlih, Amed, Edene û Rihayê Qursa Perwerdehiya Zimanê Kurdî li Stenbolê jî vekirina xwe pêk anî.
- Li encama peqîna otombîlekê li Dîmeşqê endamekê bilindê giropa çekdariya Hemas ya Felestînî Izzetdîn Şêx Xalîl hate kuştin.
- 25ê îlonê
- Şaredariya Qoserê pirtûka Delîl Mîrsaz a bi navê 'Ji Ava Ferad Dilopek' bi boneya Mîhrîcana yekem a Çand û Hunerê belaş belav kir. Pirtûka ku ji aliyê weşanên aram ve hatibû weşan ji 12 çîrokan pêk tê û bi taybetî bûyerên piştî salên 1980'î wekî mijar digire dest.
- PMF (Peace Monitoring Force) ko bi armanca nehêle PDK û YNK şerî bikin hatibû danîn yek car û bi carekê ji Kurdistanê derdikeve.
- Hate îdîakirin, ku artêşa Tirk, li zozanên Berçêlanê yên Colemêrgê, bi bahaneya ku gerîllayên HPGê li herêmê henin, çekên kîmyewî bikar aniye.
- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Abdullah Gul ku ji bo cîvîna gişti ya Neteweyên Yekbûyî li Emerîkayê bû ji Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xwest ku li dijî Kongra-Gel gavên ber bi çav biavêjin.
- 24ê îlonê
- Mesûd Barzanî got bila ti kes wisa nehesibîne ko Kerkûk dê li derveyî Kurdistanê bi awayekê dagirkirî bimîne û got kurd dixwazin problema Kerkûkê li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê bête çareser kirin.
- 23ê îlonê
- Tirkiye û Yekitiya Ewrupayê li hev kirin. Endamê ji firehkirina Yekitiyê berpirsyar Gunter Verheugen diyar kir ku êdî tu şertê wan nemaye.
- Artêşa Tirk li derdora gundê Xozmerek a girêdayî navenda Dêrsimê operasyoneke fireh da dest pê kirin. Tê gotin, Helîkoptêrên Kobra jî ji hewayê piştgirî didin operasyonê û ji seat 9`an û pê ve jî dest bi bombebaran kirina, çiyayên li derdora Xozmerekê kirine.
- 22ê îlonê
- Li herêma di navbera Navçeya Depe ya Elezîzê û Navçeya Mazgêrta Dêrsimê de, di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de pevçûn derketiye.
- 21ê îlonê
- George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştiya Neteweyên Êkgirtî li New York.
- Dewleta Sûriyeyê eskerê xwe yê li Libanê paş ve dikişîne. Pêwendiyên Sûriye û Emerîkayê baştir dibin û berpirsyarekî bilind yê emerîkî dê biçit Sûriyeyê.
- 20ê îlonê
- Musa Anter di 12. salvegera qetlkirina xwe de li Amedê li kuçeya ku hate kuştin, bi tevlibûna hezar û 500 kesî hate bibîranîn. 8 ciwan bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin.
- Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê sala 2004an hatin dayîn.
- Konsera Hozan Diyar ku bi organîzasyona Navenda Çand û Hunera Serhedê, li Wanê li dar ket, ji ber îzdîhamê 3 caran navber hate dayîn. Nêzî 15 hezar kes tevli konserê bûn.
- 19ê îlonê
- Rêxistina bi navê "Ensar el-Sune", di malpera xwe ya li ser înternetê de, bi belavokek diyar kiribû ku li nêzikî Qesabaya Tacî ya ku 30 kîlometre li bakûrê Bexdayê ye, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) revandine û stuyê wan jêkirine.
- 18ê îlonê
- Li Kerkûkê, li ber Biryargeha Muhafizên Neteweyî êrîşek întîxarî pêk hat. Di encama êrîşê de 23 kes mirin.
- Leşkerên ku li Gumuşhaneyê derketin operasyonê, gundî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
- 17ê îlonê
- Rêxistinên Civakî yên Îslamî nerazîbûna xwe yên li dijî Pêşnûmaya Zagona Cezaya Tirk nîşan dan û diyar kirin ku di nava pêşnûmayê de gelek xalên li dijî azadiya raman û azadiya baweriyê hene.
- 16ê îlonê
- Teyrêbazên Azadiya Kurdistan TAK`ê diyar kir ku wan li Enqerê li hemberî Navenda Moral û Perwerdehiya Polêsan çalakiyeke bombeyî pêk anîne.
- 15ê îlonê
- Navenda Çand û Hunera Serhadê (NÇHS) ya Wanê ku ji bo konsera Hozan Diyar serî li Walîtiyê dabû, destûra konserê stand.
- 14ê îlonê
- Li Mûşê treneke amûrên leşkerî hat teqandin. Rayedaran nehişt ku Rojnamevan bikevin herêma bûyerê.
- Li dijî Waliyê Duhoka Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Ahmed, sûîkast hate lidarxistin.
- 13ê îlonê
- Li Cizîrê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê vebû
- 12ê îlonê
- Salvegera darbeya 12ê îlonê li Tirkiyê.
- 11ê îlonê
- Verheugen ji bo endamtiya Tirkiyê ya ji Yekîtiya Ewropayê re sala 2015an nîşan da
- 3. salvegera êrîşên 11`ê îlonê
- 10ê îlonê - Hêzên Parastina Gel ji bo bibîranîna Kemal Pîr li navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê çalakî li dar xist.
- 9ê îlonê - Li Amedê di pêşbirka zebeşan de zebeşa bi 50 kîlo û 200 gramî bû yekemîn
- 8ê îlonê - Hejmara windayiyên DYAyê yên di şerê Iraqê de, ji hezarî derbas bû.
- 7ê îlonê - Wezareta Dadê ya Holandayê biryara teslîmkirina Nuriye Kesbîr erê kir
- 6ê îlonê - Komîserê Berpirsyar ê ji Berfirehbûna YEê Verheugen li Amedê bi parlamentera DEP'î Leyla Zana re hevdîtinek pêk anî
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |