Kemal Pir
Kemal Pir (z. 1952, li Güzeloluk, Torul, Gümüşhaneyê − m. 7ê îlona 1982, li Amedê) yek ji damezirinerên Partiya Karkerên Kurdistanê bû.
Kemal Pir | |
---|---|
Jidayikbûn | Gundê Güzeloluk, Gümüşhane |
Mirin | Zindana Amedê (30 Salî) |
Sedema mirinê | Rojîya mirinê |
Esil | Tirk |
Pîşe | Sîyasetmedar, Çalakvan |
Partiya Siyasî | Partîya Karkerên Kurdistanê |
biguhêre![]() |
Kemal Pir di sala 1952an de li gundê Güzeloluka Torulê yê navçeya Gümüşhaneyê hate dinê. Dibistana lîseyê li Samsunê qedand, paşê di sala 1970î de li Enqerê derbasî Fakûlteya Dîrok-Cografya û Ziman bû. Di yekemîn koma navendî ya PKKê cîh girt. Di sala 1977an de li Enqerê hate binçavkirin û paşê hate girtin. Li girtîgeha Ordu-Ulubeyê di payîza 1977an de firar kir û ji dîsa hate girtin. Lê belê li girtîgeha Rihayê dîsa firar kir. Di sala 1980î de dema ku dîsa hate girtin, di îşkenceyên mezin re hate derbaskirin û piştî lêpirsînê ew şandin girtîgeha leşkerî ya Amedê.
Kemal Pir, li girtîgeha leşkerî ya Amedê, ji bo protestokirina zext û zoriyan di rojiya mirinê de ku roja 14'ê tîrmeha 1982'an de destpêkiribû, di 52emîn roja rojiya mirinê, ango di 7ê îlona 1982an de jiyana xwe ji dest da.
Girêdanên derveBiguhêre
- (tirkî) Em kîne? Girêdana arşîvê 2004-08-18 li ser Wayback Machine