George W. Bush

George Walker Bush (z. 6'ê Tîrmeha 1946'ê), hatîîye jiyanê serkomarê 43'ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, ko ji 20'ê Befirbara Paşîna 2001'ê û vir ve serkomar e. Ew li sala 2004'ê ji bo cara duyê hat hilbijartin û niha gerra wî ya duyê ya serkomarîniyê ye. Berî bibit serkomar, ew ji sala 1995'ê heta 2001'ê Parêzgarê 46'ê yê wîlayeta Teksas bû. Ew endamê Partiya Komarîxwaz e û ji malbateka ji alî yê siyasî ve herî bibandor li DYA ye. Bavê wî George H. W. Bushserokdewletê 41ê yê DYA buye û birayê wî yê biçûktir, Jeb Bush parêzgarê wîlayeta Florîdayê bû.George serkomarê yekê ye ko bawernameyeka Mastera Zanistan di rêvebirinê da heye.

George W. Bush
George-W-Bush.jpeg
Xebat
43em serokê DYA'yê
20'ê rêbendanê 200120'ê rêbendanê 2009
Cîgirê serok Dick Cheney
Yê pêşî Bill Clinton
Yê paşî Barack Obama
Jînenîgarî
Partiya polîtîk Komarparêz
Zewac Laura Welch Bush
Zarok Jenna Bush Hager,

Barbara Pierce Bush

Pîşe Aborînas , Ramyar
Şanenav
GeorgeWBush Signature.svg

Ew bi Serkomarê Şerî dihêt binavkirin û ji roja dubare hatin hilbijartina xwe heta niha ji ber arîşeyên mîna Şerê dijberî Tirskariyê (Terror), Şerê Azadiya Îraqê, Şerê Efxanistanê, Zîndana Guantanamoyê, Bahoza Katrînayê, Zîndana Ebûxirêbê, û gelek arîşeyên navxweyî û derveyî li ber rexneyan e.

JînenîgarîBiguherîne

Destpêka jiyanêBiguherîne

Li Nû Hêyvina wîlayeta Connecticut DYA hat dinyayê. Ew kurê mezinê bavê xwe, George H. W. Bush, û dayika xwe Barbarayê bû. Bapîrên wî li sedsala 17'ê ji Inglistanê hat bûn DYA. Dema ew hêşta du salî, daybavên wî ji Connecticutê ber bi Teksasê barkir. Ew digel 4 xweşk û birayên xwe; Jeb, Neil, Marvin û Dorothy yê li Houstunê mezin bû. Xwişkeka wî li sala 1953'ê li jiyê 13 saliyê bi nexweşiya Şêrpenceya Xirokên Spî yên Xwînê anko losamiyê mir. Bapîrê Georgî, Prescott Bush sênator bû û bavê wî jî ji sala 1989'ê heta 1993'ê serkomar bû. Hindek caran ji ber navê bavê wî, bi şaşî dibêjin Corcî Corc W Bûşê Biçûk. Lê bavê wî George H. W. Bush e, anko "H"ek zêde heye. Jeb, birayê wî du gerran hakimê Florîdayê ye. Bandora malbata Bûşî di siyaseta Partiya Komarîxwaz da berfireh û kevnar e.

ÇavkanîBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne


  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)