Dihok

Bajarê Başûrê Kurdistanê
(Ji Duhok hat beralîkirin)

Dihok an Duhok (bi tîpên erebî دهۆک; bi suryanî: ܢܘܗܕܪܐ, Nohadra), bajarekê mezinê başûrê Kurdistanê ye, li devera Badînan, navê parêzgeh, qeza û bajarê herê mezin e. Nêzîkî 1.500.000 kesan tê da dijîn. Bi qasî 60 km ji sînorên Tirkiyeyê dûr e. Bajar di nav nihaleka berfireh da ye. Sê aliyên bajarî çiyayên bilind in. Li jor Çiyayê Spî, li jêr Çiyayê Dehkan (Şindoxa), li rojhelatî Çiyayê Mamsîn û li rojavaya wî, deşta Sêmêlê ye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî, axeka zêrîn heye. û Parêzgarê niha yê Dihokê Elî Teter e.[1]

Dihok
دهۆک
Navenda bajarê Dihokê
Dihok li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Dihok
Dihok
Dihok (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Kurdistan
Parêzgeh Dihok
Navçe Dihok (navçe)
Demografî
Gelhe 330.600 (2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Erdnîgarî
Bilindayî 545
Koordînat 36°51′Bk 42°59′Rh / 36.85°Bk 42.98°Rh / 36.85; 42.98
Agahiyên din
Malper www.duhokgov.org/latini

Nav biguhêre

Ji wan şûnwarên, ku li dorûberên bajarî hene, xuya ye ku Dihok pir kevn e. Di berê de û di demê dewleta Nozî de, mîrê bajarê ku digotinê Axşindo, li Girêbasê, baca rê li ser karwaniyan dadina û ji her barî du mist digirtin. Navê bajarî jî, ji hindê peydabûye. Du hok, anku du mist[çavkanî hewce ye].

Erdnîgar biguhêre

Li Dihokê digel navceyên wê Zaxo, Amedî, Sêmêl, Şêxan û gundên wê ji 1,5 milyon lê dijîn. Ji wan 90% misilman, 5% êzdî in û 5% fileh in[çavkanî hewce ye].

Du çem di nav bajarî de diçin. Yê yekê çemê Dihokê ye, ji jora bajarî, ku serekaniya wî, li nêzîkî gundê Xazyava dizê û yê duyê jî, biçûktir e, navê wî, Hişkerû ye, ku serekaniya wî, ji rojhelata bajarî, li nêzîkî gundê Berêbuharê dizê. Li ser çemê Dihokê, berî bigehî gelî, sikrekê avê hatiye çêkirin. Dûra herdû çema, ku di nav bajarî de diçin, bi baxçe û dehlên fêkî: hinar, hilîk, mijmij, sêv, tireqî, tirî, hirmîka xemlandi ye.

Li bakurê Dihokê kelheya Firun e. Rojhilat kelheya Şedayê, li başurê Çiyayê Reş e.

Taxên Dihokê biguhêre

Nahiyeyên Dihokê biguhêre

 
Bajarê Dihokê

Navên fermî, 2009:

Dîrok herêma Dihokê biguhêre

Dîroka beriya zayinê biguhêre

Mezopotamya û Kurdistan ew welatin ku cara yekem mirovahiyê dest bi jiyanê kiriye. BZ 6 hezar sal şop hatine dîtin ku mirovan li ser vê xakê dest bi jiyanê kirine gund û bajar avakirine û çandinî pêşxistine. Di cîhanê de ewil qesir û xan, çandûhûner, stran û helbest, zanyarî û teknîk li ser vê xakê hatine çêkirin. Bingeha xwe ya zanyarî ji dewleta Sumeran digre. Dewleta Sumeran li başurê Iraqê dewleta xwe avakirbûn. Dema mirov diroka Sumeran lêkolîn dike, weke bingeha felsefeya jiyanê derdikeve pêşberî mirovan. Zanyarên Iro jî, ji xwe dewleta Sumeran û hewildanên wan yên afirandêriyê, wek Sumernasî yanî Zanyariya Sûmeran, bi nav dikin. Sîstema Bajarvanî, binesazî wek sistema kanalên avê, perestgeh û temsildarên perestgehan ji aliyê Sumeran ve hatine pêşxistin. Her wiha Hûnera nexş û nîgar ya destan ji aliyê heman dewletê ve ku di erdkolanan de peyda kirine, hatiye destpêkirin.

Işaretên zanyarî yek ji wan peydakirina xetên nivisa bizmarîne. Cara yêkem alfabe ji aliyê Sumeran ve hatiye peyda kirin. Bi hezaran tablet yên nivîsên li ser keviran hati bûn çêkirin ji aliyê argologan ve hatine bidestxistin. Her wiha di cîhanê de çîroka yêkem ya bi navê Gilgamêş li Mezopotamya serdema Sumeran BZ 2700 salan de hatiye nivîsandin. Bingeha Qanûna îro ya cîhanê ji aliyê Hamurabî ve hatiye amadekirin û pêk anin. Li gorî lêkolînên zanistî, Zimanê Samiyan bingeha xwe ji Zimanê Sumeran digre. Zimanê Erebî, İbrî yê Akadî û yê Asuriyan ji heman familiyêne. Li gorî pêşketina şaristaniyê jî, ev yek mirovan iqna dike. Yanî ev dewletene ber bi qontarên çiyayên Zagrosê ve sinorên xwe berfireh kirine. Li Başurê Mezopotamya Qewmê Samî wek Summer, Akad, Babil, Assur, Li bakurê Mezopotamya jî, Qewmê Arî wek Gutî, Urartû-Naîrî, Hurrî, Kasît, Hîtitt, Mîtanî, Mîdya uhw...Wek şaristan serdemên xwe derbaz kirine. Van dewletan bi başî û xirabiyên xwe ve, bingeha medeniyêta îro ya cîhanê avakirine. Serdema herî dijwar, bi başî û xerabiyên xwe ve serdema Babil, Aşuran û Mîdiya dihê zanîn.

Asuran, li Mezopotamya BZ salên 1350-ê de dewleta xwe avakirin. Serdema sêyem ku jê re dihê gotin ya BZ 900 heta 612, hemû biêriş, şer û cengê derbaz kirî ye. Paytexta Dewleta Asur Nînova ye ku îro di nav sinûrên bajarê Mûsilê de ye. Asur di destpêkê de sinurên xwe li ser xaka Mezopotamya berfireh kirin.

Serdemê Aşûriyan Û Şikefta Hilametê biguhêre

 
Dibistana Qesrûk, li Dihokê

Asuran, li Mezopotamya BZ salên 1350-an de dewleta xwe avakirin. Bi hêza xwe ya leşkerî welatê xwe berfireh kirin. Ev îşaretên serkeftina leşkeri berî ya mîladê 1350-ê de li ser kevirê Şikefta Helamata ya beramberî Dihokê nexşkirine. Nîzama leşkerî ya Asuran li gorî dema xwe Nîzama herî xûrt û xwediyê teknîka pêşketî bû. Di warê dîrokê de jî ew desthilatdariye ku xwedî fermandariyek herî dijwar û otorîter bû. Her wiha bi gişti hem artêş hem jî civak bi xwedayên xwe ve girêdayî bûn.

Her çi qas ev xeraba dîrokî Arkologan ti xebat li ser nemeşandibe jî, li derdorê îşaret û hin sembol hatine çêkirin ku van agahiyên dîrokî rast dike. Ev sembolene li ser kevirê Şikefta Helamata li çar deverên cuda Xwedayê mezin Asur û xwedayê rojê Mîtra-İŞTAR, Her wiha yê Esmanan, Xêr-Bereketê HEPA, xwedayê temen, heyvê OTTO, xwedayê heway, bruskan, canegayan û çiyan TEŞUP, xwedayên din Anilil, Seen, Sun, Adid, hatine nexşkirin. Her wiha ev sembolene serkeftina Aşuran ya leşkerî û dewletî destnişan dike. Li gorî ramanê wê demê mirovan bi baweriya bi van xwedayan, serkeftin bidestxistine.

Her devera ku desthilatdariya Asuran xwe gihandiyê, remzên ku xwedayên wan destnîşan dikin li ser keviran nexş kirine. Li gelek deverên Mezopotamya jorîn-Kurdistanê û Mezopotamya jêrîn li ser keviran Şems bi zimanê kurdî Roj hatine çêkirin. Taybet di şikefta Helmata ya Beramberî Dihokê de, li ser her Xodayekî Asuran Rojek hatiye çêkirin. Ev yek jî diyar dike ku di baweriya civaka wê demê de roj ji her tiştî pîroz tire.

Di gel her xwedayekê an şêrek an jî hespey ango canegayek heye. Remzên li ser cil bergên hespan hatine çêkirin, heşê mirovan radiwestîne. Bi hustayiyek gelek xûrt hatine çêkirin.

Asur li pêşiyê ye. Pey Asûr Iştar heye. Iştar li ser kursiyekê runiştiyê. Her wiha li ser Kursiyê jî hin sembolên zarîf û nazik hatine çêkirin ku xilam û xidamên İştar destnîşan dike. Di serî de em mêze bikîn.

  1. Roj- dihê maneya Ronahî ango baweriyê. Civaka wê demê derdiket beramberî roja pîroz dua dikirin û gunehên xwe li beramberî rojê paqij dikirin.
  2. Şêr- Hêz, Quwet, Mêranî. Hemû hewıldana desthilatdariyê ew bû ku leşkerên xwe ji bo şer mîna şêr zîrek bike.
  3. Cane Ga- dihê maneya Çandiniyê, xêr û bereketê ye. Li gorî baweriya wê demê Ga hebûnek pîroz ya xêr û bereketê bû. Ji ber ku cot û kêl bi hêza canegayan dihat pêşxistin. Di wê demê de li kîjan malê Canega hebûya wek wê malê de xêr û bereket hebûya qebûl dikir.
  4. Hesp- dihê maneya şer,êriş û qehremaniyê. Hesp malê dewletê yê herî sadiq bû. Ji bo şer û cengê pêwîstiyek dîrokî bû.
  5. Xelek- Yekitî û yasaya dewletê. Her çi qas bingeha Qanuna nivîskî ji aliyê Hamurabbîî ve hatibe çêkirin jî,Berfirek kirin û mukimkirina wê jî ji aliyê desthilatdariya Asuran ve hat danîn.
  6. Xişt- Darê dewletê yê zorê destnîşan dike. Dewleta Assuran jî wek hemû dewletên cîhanê, İmparatorek Koledarkirinê bû. Her tişt bi darê zorê li ser koleyan dihat ferz kirin.
  7. Kefa Giya- Di cîhanê de, cara yekem devera ku mirovan dest bi çandiniyê kirine û genım peyda kirine. Xaka Mezopotamya ye. Kefa Giya jî çandinî, Afirandêrî, xêr û bereketê destnîşan dike.

Di bin tasfîran re ku çar deverên cuda hatine çêkirin Kanalek avê derbaz kirine ku iro hatiye xerakirin.

Di tasfîrên ku nîvekê hatine çêkirin de, şikeftek hatiye kulan ku 3 kursî tê de ne. Dema mirov kursiyê nîvekê de rudine û mêzeyî derve dike, tenê girê Malta yê di nava Dihokê de dibîne, dema kursiyê milê rastê de rudne Geliyê Dihokê dibîne. Malta delîveyek leşkerî ya Asuriyan bû. Bi zimanê Asurî jî Malyatê dihê manaya delîve.

 
Girê Maltayê

Her wiha li ser kevirê şikeftê, gelek îşaretên din hene, ji ber ku kesên nezan xerakirine, mirov nikare şirove bika ka dihê çi maneyê.

Lê mixabîn ev dîroka pîroz ji aliyê dizên dîrokê ve hatinê dizîn û hin dever jî ji alî mirovên nezan û cahel ve, hatine xerakirin.

Deverek jî ji aliyê Fransiyan ve kevir hatiye kulan û ji xwe re birine. Di heman demê de li Muzexaneya Leuwra ya Parîsê de ye. Hin perçeyên din ku şkandine û dizîne dihê gotin di muzexaneya Înglistan ya bi navê Muzexaneya Brîtanî û hin ji wan jî di muzexaneya Almanya ya bajarê Berlîn Bergamayê de ye.

Girê Maltayê bi zimanê aşûrî ango: Malyatê

Girê Malta jî di Dihokê de deverek qedîme. Malyate jî, bi zimanê Aşûrî dihê maneya ‘Delive’ ango ‘Dergehê’ derbaz bûnê.

Malyate Girek mezin ya di nava Dihokê de ye ku Xîmên Qesrek esarî ya Leşkerên Aşurî dihê zanîn. Qesir ji ber bêxûdaniyê herifiye û di nav axê de winda bûye. Her wiha dihê gotin pişti ku Kildaniyan Dînê Mesîhiyan Qebûlkir li ser Girê Malta Dêrek avakiribûn. Derdorên Girê Malta ji bilî hin dîwaran, dewsa xirabeyekê jî diyarnake. Tiştê diyar dike di bin gir û derdorê wê de Goristanek e.

Geliyê Dihokê, ikefta Çarsitûn

Mezopotamyaya jorîn û rêzeçiyayên Zagrosê di bin desthilatdariya dewleta Hurrî û Mîtaniyan de bû. Piştî ku cara 3-yê. BZ salên 900-an de dewleta Asuran hat sazkirin, şerê di navbera Dewleta Mîtanî, Hurrî û Asuran de, bê navber berdewam kir. Devera herî pir nêzî paytexta Asuran bû û rastîêrişan dihat Kurdên qontarê çiyayê Zagrosê û derdorên devera Dihokê bûn. Asuran ber bi herêma Zagrosê ve çend dergehên leşkerî ji xwe re avakiri bûn. Yêk ji van dergerhan geliyê Zaxobû ku dikeve çiyayê bêxêrê din jî geliyê Dihokê bû.

 
Dihok

Mîtaniyan Geliyê Dihokê ji bo xwe kiribûn noqteyek leşkeri ya çavdêriyê. Aşuriyan êrişek anîn ser Geliyê Duhokê ku di bin kontrola Leşkerên Mîtaniyan de bû. BZ salên 700 an de di navbera Çiyayê Spî û Çiyayê Bêxêr de jî şerek dijwar çêdibe. Aşurî di vî şerî de winda dikin. Geliyê Dihokê ku deverek stratejîk bû dîsa kete destê Mîtaniya. Di navbera Mîtaniyan û 3. Keyê Aşûriyan Tîglatpalazar de peymanek dihê sazkirin. Çiyayê Sipî wek sînorê herdu dewletan dihê qebûl kirin. Aşûrî Malyatê ku li Dihokê îro wek taxê Malta dihê zanîn, kirin baregeha xwe ya leşkerî.

Mîtaniyan jî geliyê Dihokê ji xwe e kirin baregeha leşkerî ku dihê maneya Du Mist. Yanî her karwanê ku derbaz dibû Du-Hokên dexl û danî wek bac bi zimanek din gumrik jê distendin.

Geliyê Dihokê, jibo Kurdên Mîtanî hem dergehek stratejîk bû, hem jî bibû waregeha karwanan ku bazirgan derbazî nav gundên Kurdên Mîtanî û Gundên Aşûriyan dibûn.

Sembolên ku di geliyê Dihokê derdora Çarsitûnê de hatine peyda kirin, gelek balkêşin. Ev îşaretene xwedayê Temen, Heyvê OTTO, yê rojê MÎTRA, IŞTAR Her wiha yê Esmanan, Xêr-Bereketê HEPA û Xwedayê Heway, Bruskan, Canegayan û Çiyan TEŞUP û gelek sembolên felsefeya Zerdeştî û Asuriyan li ser keviran hatine nexşkirin ku di heman demê de, nemane. Her wiha ji hin işaretan diyare ku geliyê Dihokê di navbera desthilatdariya Asuran û Mîtaniyan de dest gohartine. Şopên felsefeya zerdeştiyan û mecusiyan di çarsitûnê hatine diyarin. Li gorî baweriya zerdeştiyan, dema ku mirovek dimire ruhê wî diçe cem xwedêîteala, laşêwî jî ji bo ku gunehên wî werin efukirin û feyde ji laşêwî re were dîtin li ser kevirek bilind bi cîh dikin ku teyrûtewal, balinde bixwûn. Li gorî felsefeya Zerdeştişyan nabe ku laşê mirovan yê bê ruh bikeve nava erdî û erdê pîroz were qirêj kirin. Her wiha mirov perçeyek xwezayê ye û pêwîste wek xelat dîsa diyarî zindeyên siruştê bihê kirin. Ji bo vê yekê Çarsitûn wek perestgehekê jî di serdema Mitaniyan û Nairiyan de bikar anîne. Hin kevir hatine kulan ku hînê nayê fêm kirin ka sedemên çêkirina wan çi bû. Dibe ku li heman deverê qesrek hebûye. Dibe ku perestgehek be ango bicîhbûna leşkerên Împeratoran be. Hin noqte hene ku diyare cîhê heresiyê û nobedariyê ye. Di nav vê xerabeya dîrokî de zîndanek jî heye ku çar met re di bin erdê de ji kevirî çêkirine. Ev zîndan destnîşan dike ku geliyê Dihokê noqteyek leşkerî ya gumrukê bû. Her wiha Tunela ku hatiye çêkirin başûr û Bakur dixe bin kontrola xwe. Hem bakur hem jî başur rêya di gelî de diçe dibîne. Her wiha aliyek tunêlê ango Qenterê wek cihek leşkerî aliye bakur jî weke cih û warên desthilatiye dihê texmînkirin. Şikefta Çarsitûn deriyê biçûk bû. Lê hatiyê şkandin û fereh kirin. Dîmen û sembolên li ser kevîr hat bûn çêkirin di heman demê de xera bûne û mirov nikare bi giştî şîrove bike.

Şikefta Çarsitûn Mir û pîrên beriya hezaran salan wek meclis bikar anîne. Gelek İşaret hene ku ev şikeft meclisa desthilatdaran bû. Di nav Şikeftê de Çarsitûn hatine çêkirin. Li gorî çîrokên gelê Dihokê, Mîrên Kurdan di nava van çar stûnan de disekinî û bi nûnerên xwe re civîn çêdikirin. Nûnerên mîr jî li ser Kursiyên ku derdora şikeftê de hati bûn çêkirin rudiniştin. Di serdema Naîriyan de wek meclisa Xanedana Dasiniyan jî hatiye bikar anîn.

Eger li ser vê devera dîrokî lêkolîn werin kirin dibe ku hin îşaretên olê mecusiyan jî werin peyda kirin. Mecusiyan jî ku baweriya Asuriyan bû miriyên xwe dişewitandin, xweliya laşê wan dikirin cerên mezin de û binax dikirin. Lê sembolên li ser keviran hatine çêkirin diyar dikin ku Çarsitûn hin caran ketiye destê Asuriyan û hin caran jî di destê Kurdan de maye. Ji ber ku hin işaret hene yên Asuriyanin hin îşaret jî yên Kurdanin.

Li Dihokê, heta sedsala dawiyê jî mûsewî hebûn

Desthilatdariya Aşuriyan, BZ salên 1260-ê de berfireh dibe û şer, êrişên xwe li ser dewletên derdorê zêde dike û sinûrên xwe heta welatê Kenan heta navîna Bakurê Kurdistanê berfireh dike. Cihuyan jî, ji welatê Kenan koçberî herêma Kurdistanê dikin. Cuhuyên ji bo xwe xeter didîtin, hin ji wan devera Dihok e bin Çiyayê Sipî û qontarê çiyayên Zagrosê cîh û war dike.

Di heman salan de Aşûriyan êrişên xwe li ser Mîtaniyan û Huriyan jî berdewam kirin. Herêma Zagrosê û Bakurê Kurdistanê bi giştî BZ 704-ê de xistin bin desthilatdariya xwe. Welatê Cihuyan ku ji aliyê Aşuriyan ve hatibû dagirkirin, Cihuyên dîl girti bûn menteqeya Hekar û Behdînan bi cîh kirin. Piştî ku Imp. Midya hat avakirin û dawî li desthilatdariya Nînova anî hin Cihuyên derdora Dihokê vegeriyan ser gund û warên xwe.

Împeratoriya Med ku Paytexta wê Hemedan bû BZ di salên 612ê de hat avakirin. Sazumankarê Împeratoriya Med Kiyaksar, di heman salê de êriş bir ser paytext Nînewa û dawî li desthilatdariya Asuran anî. Di heman şeran de Cihuyên menteqê jî alîkarî dan Medan. Şerê herî dijwar jî, li deşta bin çiyayê Spî ku Dihok a îro ye û Deşta Mûsilê pêk hat. Li gorî gotinan Girê Malteya Dihokê li ser kuştina bi dehan hezaran Zerdeştiyan hatiye avakirin û li ser kuştina bi dehan hezaran Aşuriyan jî xera bû ye. Qeleya Malyate jî, di encama şerê di navbera Kiyaksar û Asuran de dawî lê hatî ye.

Di tabletek dîrokî ku li menteqeya Behdînan hatiye ditin de, Kiyaksar bang li cihuyan dike wiha dibêje:

‘‘Hûn niha azadin, ferqa we û gelê me nîne, eger hûn bixwezin herin welatê xwe, eger nexwezin jî hûn dikarin li ser vê xakê bi awayeke azad bijîn’’

Hin cuhî vegeriyan welatê xwe û hinek jî heta sedsala 19 di Kurdistanê de man.

Geliyê Dihokê BZ nêzî sed salan di destê desthilatdariya Kurdên Mîdya de ma û zerdeştiyan ev dever wek deverek perestgeh bi zimanek din Zîgorat bûxwe bikar anîn. Împeratoriya Med ku pişti sed salan têk çû, edî herêma Kurdistan bi gişti kete bin destê Desthilatiya hevpar ya Kurd û Sasaniyan pey vê desthilatdariyê, Helen-Grekan demekê desthilatdariya xwe li herêmê domandî ye. Peyra demek dirêj Kurdistan dikeve bindestê desthilatdariya Ebbasiyan, Eyûbiyan û Tirkên Osmanî. Serdema herî pir kurd rastî zordestiyê hatine û tevkujiyan re derbaz bûne serdema PZ 1516-ê de ye. Di vê serdemê de Paşayê Tirkan Biyikli Mehmet kete Mûsilê û derdora Dihokê û fermana gelê Kurd û Asuriyan anî. Bi hezaran Kurd di qetlîamê re derbaz kirin. Her wiha, hem Asurî hem jî Kurd vê serdema Tirkên Osmanî wek serdema Reş û Tarî bi nav dikin.

Serdema gehiştina îslamê biguhêre

Di sala 641'ê zayînî de, Ayînê misilmanan gehişte Dihokê. Di sala 1236 Z ê de, Dihok bingehê mîrgeha Dasiniya bû. Di sala 940 ê hicrî(1533 zayînî) de, Dihok kete jêr deselata mîrgeha Badînan, ku mîrê wê Hesen Begê kurê Seyfedînî bû. Di sala 1842 Z de, kete jêr desela bajarê Mûsilê. Sala 1873 Z, bo qaymeqamî û sala 1969 Z jî, bo parêzgeh.

Dihok li serdemê navîn biguhêre

Lê her çi qas deverên Kurdan ketibine bin destê biyaniyan jî ti caran ji ber şert û mercên wê yên cografîik nikarîne bixin bin kontrola xwe. Her tim Mîr û Pîrên Kurdan li ser xaka xwe xwediyê gotinê bûne.

Mîrê Dihokê yê bi navê Ax Şîndo, geliyê Dihokê ji bo Emîrata Kurdan ya Amêdiyê ku serokê wê Noîzî bû di salên PZ 600-ê de wek dergehê bac stendinê bikar anî.

Dihok û derdora wê jî girêdayî Emirata Behdinan bû ku navend Amêdiyê bû. PZ 940-ê de Emîrata Behdînan ji aliyê Hesen beg Kurê Emîr Seyfo ve hat rêve birin. Qubad beg Kurê Siltan Hisonn PZ 981-ê de Hesen begê dikuje û desthilatdariya Emîrata Behdînan rêve dibe. Geliyê Dihokê û gundên derdorê di sala 1290-ê PZ de, ji destê Emîratên Kurdan deredikeve û li ser Bajarê Mûsilê ve dihê girêdan.

Sedsala 19 -ê biguhêre

Ji sala 1290ê heta 1822-ê ser Mûsilê ve, hat girêdan. Ji sala 1825-ê heta 1873-ê dîsa li ser Emîrata Kurdan ya Amêdiyê ve hat girêdan. İngiliz di sala 1873-ê de, Iraq dagirkirin û hatin Kurdistanê. Dihok jî wek gundekî li ser Mûsilê ve girêdan. Nûnerek xwe yê bi navê Kembelan ku eslê xwe Amerîkî bû li Dihokê bi cîh kirin. Li Dihoka kevin Qesrek du tebeq ji xwe re avakir. Pişti ku Kembelan hat kuştin, Qesra wî demek dirêj wek Nexweşxane hat bikaranîn û Pey nexweşxanê ev qesir wek postexane hat bikaranîn.

Şûnwarên kevn li Dihokê biguhêre

  • Keleha Dihokê: Di encama vekolinan de, ci Kele di nava bajar de, nine. Bes di nava bajar de,şunuwarek bazare derkeftiye. Yani Cend dikan. Lê Keleha Dihokê Keleya Zehferanê ye. Ev Pêzanin di pirtûka Gerokê tirk Ewliya Çelebî de heye. Ewliya Çelebî di salên 1625 ê, devera Dihokê geriyaye û gelek pêzaninên giring dide civakê (Dennis Dargul)
  • Şkefta Çarstûn: Dikeve pişta çiyayê Spî û rojhelata gelyê Dihokê û li cihekê asê ye. Berî mirov bigehe cihê perêsgehê di nav şkeftê de, wênên pênc Xudayên berê li ser kevran çêkirîne, ew jî (Sîn, Xudayê heyvê, Oto, Xudayê rojê û yên Mîtra, Iştar û Zirwan) bûne. Di serdemê deselata Auskaniya (147 - 226 B.Z) de hebûye.
  • Girê Maltayê (Miilsaya) girekê mezin û bilind e, li nêzîkî Dihokê ye û şûnwarên Aşûriyan (900 B.Z) lê hene.
  • Şkefta Helameta dikeve kuntara çiyayê Şindoxa. Di serdemê şahê Aşûriyan, Sanharîbî de (704 - 681 B.Z) hebûye û gelek şûnwar û wênên Xudayên kevin jî, tê de hene.[2]

Qesra Kemberlan biguhêre

Di destpêka 1. Şerê cîhanê de, İngilizan Nunerek xwe yê bi navê Ehmed Azawî şandin Dihokê. Peyra Nûnerek Siyasî yê bi navê ‘‘ Sîr Lîne’’şand Dihokê. Ev Nûner heta Hikûmeta Iraqê hat avakirin li Dihokê ma. Pişti ku Hikûmet hat avakirin, di sala 1922ê de Fettahbegê Kurd wek berpirsyarê yekem yê Dihokê hat wezîfedar kirin. Piştî heman salan Dihok wek bajarokek biçuk mezin bû. Gundên derdorê jî Dihok ji bo xwe wek navendek bazirganiyê hilbijartin. Cihuyên Dihokê jî piştî ku Dewleta Îsraêlê hat sazkirin vegeriyan Îsraêlê û hin ji wan jî ji ber zordestiya desthilatdariya ereban koçî deverên din kirin.

Desthilatdariya Ereban jî wek hemû Kurdistanê bi dehan salan hewldaku Kurd û Asuriyên Dihokê jî bikin Ereb. Ev yek bu sedem ku Şoreşa İlonê bête destpêkirin. Şoreşa İlonê ku ji salên 1960-ê heta 1975-ê berdewam kir tesirek mezin ya Kurdewariyê li ser gelê Dihokê kir. Di sala 1969 an de, Dihok wek bajarek navendî yê Behdînan hat qebûl kirin. Piştî van salan Zordestiya Behsiyan zêde bû û xwestin ku Dihokê bikin Ereb. Hemû gund û bajarokên ku ji aliyê Desthilatdariya Dikdatoriyê ve hati bûn xerakirin û şewitandin, koçî bajarê Dihokê kirin. Pişti salên 1975-ê û vir de Bajarê Dihokê mezin bû û bû qesta her kurdek welatparêz ku rastî zordestiya desthilatiya rejîma Bexdayê hati bûn.

Dêrên Xiristiniyan biguhêre

Bajarê Dihokê yek ji wan bajara ne ku Sûryanî , Kurdên Ezdî, Kurdên Misilman û Cuhî, Ermen bi hevre bi hezaran salan wek bira jiyane. Dagirkeriyê her çi qas di navbera gelên me de xwestibine xerabiyê çebikin jî, lê dîsa zanîna ku pêkve di nav aştî û wekheviyê de bijîn.

Bi salan dewletên dagirker îngilîzan mesîhî, li hemberi Kurdan bikaranîn, Tirkan Kurd li hemberî Mesihiyan û Cihuyan bikar anîn, Ereban jî nîjadperestiya xwe li ser hemû gelên me ferz dikirin.

Lê encam hemû Miletê me rastî malwêraniyê hat. Koçber bû derbeder bû. Pişti serhildana sala 1991-ê de gelê Dihokê edî wek hemû gelê Başurê Kurdistanê dawî zordestiya Behsiyên Nîjadperest înat.

Li Bajarê Dihokê edî Kurdên Misilman, Kurdên Ezdî, Mesihi dîn û mesebên cuda dikarîn xwe ifade bikin û xwedî nirxên xwe yên pîroz derkevîn.

Dihok bûye bajarek dewlemend ya çandên cuda... Dewlemendiya Bajarê Dihokê, dewlemendiya Kurdistane. Dewlemendiya Kurdistan Azadiya Asuri, Keldanî, Ezdî, Ermen û hemû gelên me ne.

Parêzgarê biguhêre

Navdarên bajêr biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ KDP.info (10 hezîran 2014). "Temer Remezan: Metirsî Li Ser Dihokê Nîne.. 3 Kamp Dê Bo Awareyên Mûsilê Bêne Avakirin". Xebat Newspaper.[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 gulan 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 adar 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Çavkanîyên din biguhêre

  • Dennis Dargul (Ev tekste ji Pirtuka Rojnamevan û Nivîskar Dennis Dargul ya bi navê "Bistanê Zêrîn" hatiye wergirtin)
  • Nexşeya Pêşketina Mirovahiyê ya Zankoya Schikago
  • AnaBritanîka İnternasyonal
  • Muzexaneya Brîtanî
  • Welt Ansichlopedia
  • Wiki Ansicklopedia-Mesopotamiya
  • Duhok Album-Ş Koçer
  • Malpera İNT. Ya Asuriyan
  • Malpera Irak-Duhok
  • Mezopotamya Map
  • Yurt Ansiklopedia

Girêdanên derve biguhêre