Elî Teter Tewfîq Mihemed Emîn (jdb. 15ê çiriya pêşîn 1968 li Nêrwe, Rêkan, Amêdî, Başûrê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Ji meha hezîranê ve parêzgarê Dihokê ye.[1]

Elî Teter
Jidayikbûn15ê çiriya pêşîn a 1968an(1968-10-15) (55 salî)
EsilKurd
PîşeSiyasetmedar
Partiya SiyasîPartiya Demokrat a Kurdistanê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyana berî û perwerde biguhêre

Teter di malbateke siyasî de hatiye dinyayê û di salên 1970î de tevî malbata xwe di zaroktiya xwe de sirgûnê Îranê bûye.[2] Di sala 1989an de tevlî hêzên rizgariya Kurdistanê dibe û demekê ji aliyê hêzên Îraqî ve tê girtin.[3]Teter bekeloriyos li koleja hunerî - beşa dîrok li Zanîngeha Dihokê wergirtiye û bawernameya masterê di beşa dîroka nû û hevdem de qedandiye û di sala 2008 de doktoraya xwe wergirtiye.[4]

Di sala 2012an de li Zanîngeha Dihokê bû doçent û di sala 2018an de bi pileya tam a profesoriyê hat bilindkirin.[2] Her wiha endamê Lijneya Rêvebir a Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ye.[5]

Kariyera pîşeyî biguhêre

Di navbera salên 2002 û 2011an[2] de Rêveberê Giştî yê Nihênîkariya Parêzgeha Dihokê bû û di nava PDKê de çendîn wezîfeyên xwe girtibû û di sala 2020ê de ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî ve weke parêzgarê Dihokê hat destnîşankirin.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "عەلی تەتەر وەک پارێزگاری دهۆک هەڵبژێردر". speemedia.com (bi soranî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ a b c "Duhok Governorate" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
  3. ^ "Governor Professor. Ali Tatar – The American University of Kurdistan". Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
  4. ^ "علي تتر محافظاً لدهوك خلفاً لفرهاد أتروشي". www.shafaq.com (bi erebî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  5. ^ "Board of Trustees – The American University of Kurdistan". auk.edu.krd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
  6. ^ Bakr, Mara Jasm. "The War at Home: The Need for Internal Security Sector Reform in Iraqi Kurdistan". Enstîtuya Rojhilata Navîn (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.