Dep
Dep (bi tirkî: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Reya ku ji Elezîzê tê û aliyê Çewlîgê heya Wanê diçe, ber Depê rê derbaz dibe. Dema hîna bajêr biçûk bû va reya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajer berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.
Navçeya Depê Karakoçan | |
![]() Dîmenek ji navenda bajarê Depê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Xarpêt (parêzgeh) |
Serbajar | Dep |
Hejmara nahiyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 88 gund |
Gelhe (2008) | 30.338[1] kes |
Rûerd | 1.085[2] km2 |
Berbelavî | 28 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2012) | 13.140 kes |
Koordînat | 38°57′8″Bk 40°2′13″Rh / 38.95222°Bk 40.03694°Rh |
Bilindayî | 1.090 m |
Koda postayê | 23600 |
Koda telefonê | (+90) 424 |
ErdnîgarîBiguhêre
Cî û tixûbên bajêrBiguhêre
Sînorên Depê li bakur bi Gêxiyê ve, li rojava bi Mêzgirtê ve, li başûr bi Qowanciyan re û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanên jî sar derbas dibe.
Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê
Çiya û çemBiguhêre
Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Dîyarê Gazê (1.690 m) bilind dibin.
Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.
Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.
Aborî û civakBiguhêre
Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.
ÇavkanîBiguhêre
Girêdanên derveBiguhêre
- www.karakocan.info Girêdana arşîvê 2007-05-13 li ser Wayback Machine