Eşîra Gullî Ya
Agahiyên gelemperî
Hoz Gullî
Serekeşîr Şaban Mohammed Tahir Sadiq Biro
Ziman Kurdî (kurmancî)
Herêmên dîrokî Zaxo, Batifa,
Demografî
Gelhe ~
Bawerî
Dîn Îslam (sunîtî)

Pêkhata eşîreta Gûllî Ya biguhêre

Behnîney biguhêre

Binemala Serekî Ya ( Hecî SAdiq Bro ) Ko Di Kevn Da û Piştî Şerî Çaldêran Li Sala ( 1514 ) Ji Kurdistana Bakûr Hatîne Xwarê û Babkek Ji eşîreta ( Gerdî ) Ne û Li Gûndê Behnonê Akincî Bone û Gûndê Behnonê Taybet Mendîyeka Xo Hebo Kû Di Kevîte Nîveka Bîstêt Çîyayên Zor Asê Da û Li Dewro Berêt Kanyeka Avê Ya Binavo Deng Di Gotnê ( Kanya Qul Qulê ) Akincî Boyîne . û Piştî Borîna ( 400 ) Sala Ji Akincî Bonê Li Ser Gûndî Jimara Wan Zêde Bone û Cihê Gûndî Zor Bertenk Bo . Cihê Jîyana Wan Neboye Di Navbera Sala ( 1850 Sala 1930 ) Da Binemal Binemal Ji Gûndî Derkeftin û ev Gûnde Vegirtîne Ko Hemî Ji Bineret Da Xelkê Behnonê Ne ( Behnone , Ava Tîka , Ava Xraba , Bîrik , Kele Xwar , Xîzava , Sîrkotik , Çem Cihor , Xûk , Xendek , Mêrg , Kovik , Girî ) Serokê Binemala Behnoneya ( Hecî SAdiq Bro ) Ye û Noke ( Şeban Mohemed Tahie Sadiq Bro ) Ye û Babkekê Serekî Yê eşîreta Gûllî Ya Nin.

Batîfî biguhêre

أ - Mala Metînê Ko Çend Babkeka Di Batîfa Da Bi Xove Digrît Di Navbara Salên ( 1720 ) Li Batîfa Akincî Boyîne û ( Mistoyê Mihoy ) Serokê Binemala Metînê Bo û Noke Korê Wî ( ( ebdulhadî Mostefa Miho ) Serkêşîya Binemalê Di Ket û Van Gûndan Bi Xove Digrît ( Batîfa , Bêxebara Serî ) Mala Şînoy Ji Vê Binemalê û Mala emoyê Hela Ko eve Xo cihêt Resenêt Gûndê Batêfa Nin Di Navbera Salên ( 1400 - 1500 ) Li Batîfa Bon. ب - Mala Xatîna Ji Bineretda Xelkê Gûndê Behnonê Ne û Pismamêt ( Hecî SAdiq Broy ) Ne Di Navbera Sala ( 1850 ) Ji Gûndê Behnonê Hatîne Xwarê û Noke Li Batîfa Akincî Boyîne û ev Gûnde Bi Xweve Girtîne ( Batîfa , Dehlik Gûllî , Bêxebara Binî , Sarka , Pelgîşk ) û Serokê Binemala Xatînê Noke ( Hebît Keleşe ). ج - Herdo Binemal ( Mala Metînê û Mala Xatînê ) Pêkve Di Bine Batîfî û Babkekê Serekî Yê eşîreta Gûllî Ya Nin.

Bêcanî û Bilêcanî biguhêre

أ - Bêcanî : Binemaleka Kevnarêt Devera Gûllî Ya Ne û Li Gûndê Bêcanê Bon Ko Di Kevîte Berkevrê Bêcanê Cihek Blindo Asê Ye Di Navbera SAlên ( 1200 û 1300 ) Ji Nav eşîreta Alan Ji Kurdistana Bakûr Hatîne û Li Gûndê Bêcanê Akincî Boyîne Li Ser Kanîkeka Avê Ya Zor Kêm Ko Têra Jîyana Wan Nekirye û Gûnd Çend Cara Li Dîf Gotnên Babo Bapîran Toşî Şero Şora Boyîne û Gelek Zelamêt Gûndî Hatbon Koştin û Talankrin Ji Berko Jîyana Wan Li Wî Gûndî Zor Bi Zehmet Boye ewjî Binemal Binemal Ji Bêcanê Hatîne Xwarê û Li Van Gûnda Akincî Boyîne Di Navbera Salên ( 1300 Ta 1850 ) Gûnd ( Avihê , Dêrîşk , Şêr Xwasik , Zrêze , Nerimk , Barhol , Dêmka ). ب - Bilêcanî : Binemala ( Teha Bilêcanî ) Ji Binyat Da ev Binemale Ji Nav eşîreta Zêbarîya Da Di Navbera Salên ( 1650 Ta 1700 ) Hatîne Gûndê Bêcanê Akincî Boyîne Ji Ber Jîno Jîyarê Berev Gûndê ( Bilêcanê , Kanya to , Şîvê ) Çoyîne LiSalên ( 1850 - 1900 ) û ( Tehayê Bilêcanî ) Serokê Vê Binemalê Bo . û Noke ( Feyîsel Selîm Teha ) Serolê Binemala Bilêcanîya Ne û Van Gûnda Bi Xweve Digrît ( Bilêcan , Sorya , Kanî To , Şîvê ) . ج - Ji Berko Bêcanî û Bilêcanî Li Salên ( 1700 ) û Ta Noke Di êk Deverda Bon Jîno Jîyara Wan Pêkve Bo û Ji Layê Kûmelayetî û Çivakî Ve Zor Di Nêzîkî êkin Noke ( Feyîsel Selîm Teha ) Serokatîya Herdo Binemala Pêkve Diket û Di Bêjin ( Bêcanî ) Babkekê Serekî Yê eşîreta Gûllî Ya Nin.

Gûndên Tak Tak biguhêre

( Roîsê , Sîlê , Nizor , Şîlan , Şilîn , Bêgova , Mela Ereb , Rêwanê , Keşan , Korka ) Binyato Resenatîya Van Gûndan Zivrît Çerxê Mêrnişîna Amêdîyê û ev Gûnde Zor Kevnarin Belê Ji Berko Cihê Van Gûnda Yê Jîyanê Zor Xoş Bîn Jîyana Wan Di Baş Bon Hemî Di Kevine Nav Çîyayêt Pir Asê û Gelya Danin Di Siroştekê Zor Xoş Da û Li Ber Avên Rîbaro Xabîro Kanyêt Zor Xoşî Jîyane.ev Gûnde Belave Ne Boyîne û Li Ser Gûndên Xwe Yên Resen Mayîne û Jîyayîne evjî Di Bine Tayek Ji eşîreta Gûllî Ya. 5- Ev Binemale ( Behnîney Di Gel Mala Metînê Ji Batîfî Ya û Mala Xatînê û Binemala Bêcanîya û Gûndên ( Royîsê , sîlê , Nizor , Şilîn , Şîlan , Bêgova , Rêwanê , Keşan , Êkmalê , Korka ) Di Bine eşîreta Gûllî Ya û Serok eşîretê Wan ( Sadiq Biro ) Bo û Salên ( 1920 ) eşîreta xo Ragehandîye û Noke ( Şeban Mohemed Tahir ) Serkêşîya eşîreta Gûllî Ya Di Ket.

Têbînî biguhêre

Li Dîf Jêderên Kevin û Axivtnên Babo Bapîran Gûllî û Sindî eşîreka Pêkve Bon Ta Salên ( 1919 ) Heta Nokejî Têkelîya Navbera Herdo eşîreta Ji Layê Çivakî û Keltorî Ve Zor Lêk Nêzîkin.

Ramana Gûllî biguhêre

Peyva Gûllî Çend Ramanek Hene.

  1. Gûllî Ji Gûlê Hatîye Anko Nevê Gûlê Ye Devera Gûllî Ya Zor Corên Gûla Lê Hene.
  2. Gûllî Bo Navê Afretê Jî Di Hêt . Dor Nîne Ji Navê Gûlê Hatbît.
  3. Gûllî Yan Gelî Li Dîf Axiftnên Babo Bapîran Û Jêderên Mêjoyî Wesa Xoya Di Ken Ko Sindî Û Gûllî êk eşîret Bîn Li Deşto Çîya Di Jîyan Û Gûllî Li Wî Demî Di Gelya Da Di Jîyan Wek Gelyê Keşanê Û Şîlanê Û Nizûrê Û Sîlê Û Şilînê . ev Gûnde Di Gelya Da Bon . Û Zor Kevnar Bon Demê Xelkê Van Gelya Di Hatin Xwarê Anko Deştê Di em Xelkê Gelyanîn Anko Di Kîratîya Çîya Da Di Jîyan Û Ramana Dirost Ya Gûllî Ji Gelî Hatîye Û Boye Gûllî.
  4. Gûl Anko Gûlya Genimî Belê Heşta Genim Nehatî Devera Gûllî Ya Hêşta Nizanî Genimî Biçînn Navê Gûllî Hebo.

Sinorên Cokrafî Yên Devera Gûllî Ya biguhêre

  1. Bakor - Kurdistana Bakor Gûndên ( êkmale - Mergeh - Robosk - Şird )
  2. Başor - Devera Mangêşk Û Zincîreka Gûndên Doskîya.
  3. Rojhelat - Nawça Bamernê û Zincîreka Gûndên Devera Berwarî Bala.
  4. Rojava - Nawça Derkar û Qeza Zaxo û Zincîreka Gûndên Devera Sindîya

Rûberê Devera Gûllî Ya biguhêre

Devera Gûllî Ya Devereka Ber Firehe Ji Çîya û Zîro Nihalo Dûla Bi Xweve Digrît û Devereka Kiştokalî Ye û Gringîya Xû Di Kurditana Başor Da Heye û (47) Gûnda Bi Xweve Digrît , Jîyana Xelkê Deverê Li Çandino Xûdankirna Terşo Kewala Ye . Rûberê Giştî Yê Devera Gûllî Ya (196092) Sedo Noto Şeş Hizaro Noto Do Donem Bi Vî Rengê Li Xwarê : 1- 36937 donem Çandina Genimo Ceho DExlo Dan. 2- 12000 Donem Çandîye Ji Darên Vêqi û Sipîndara. 3- 22219 donem Pîş Çerwane Bo Xûdankirna Terşo Kewala. 4- 116853 donem Daristan Heye Ji Darên Berî û Mazî û Sipîndaro Kezano Gûhîşko Çorên Daro Barê Dêm. 5- 9401 donem Kevro Kaşo Berêt Genimî û Xîzî Hene û Bi Kêr Çandinê Nahên. 6- 7000 Çûyar Li Devera Gûllî Ya Da Hene Çandinê Li Ser Rûberê Dêm û Avî û Xûdankirna Terşo Kewala Radbin. 7- Devera Gûllî Ya Salane Ji (5 Ta 20) Hizar Tenêt ( Sêvo Xûxa ) Berhemî Di êxne Naf Bazarê Kurdistanê Da û Jêderekê Serekî Yê Aborîya Deverê Ye. 8- Devera Gûllî Ya Pitir Ji (15000) Hizar Serên ( Pezo Bizno Ga Reşo Çêlo Dewara ) Hene. 9- Devera gûllî Ya Bi Rêja (70%) Jîyana Wan Li Ser Çandino Xûdankirna Terşo Kewala Heye. 10- (24%) Ji Xelkê Deverê Di Naf Damo Dezgehên Îdarî û Leşkerî Da Kar Di Ken.