Bacelanî an Bacilan êleka li herêmên Behdînan, Gûran û Lekistan e. Bacelanî bi kevneşopî li dedora Xaneqîn, Qesrî Şirîn û hinek ji wan jî li Mûsilê di nava Şebekan de dijîn[1].

Die derheqê navê bacelaniyan de du hev teorî hene. Yek a W. Minorsky ye û diyar dike ku navê bacelanî bi kurdî tê wateya cîhê/warê bazan (teyr)(baz + îlan), yeka din jî yeqîn dike ku, bacelan ji tirkî tê û ji du hev kitan pêk tê: bac + alan, ango kesên ku bacê digrin. Jixwe Buckingham vedibêje ku zozanên bacelanan li mintiqa Serpûlê Zehow in û kî ku bixwaze li wan derbas bibe gerek bacê bide wan.[2]

Şaxên Bacelanan li Gûran û Behdinan

biguhêre

Belê şaxeke Bacelanan di sedsala 17'emîn de li Lekistanê (Luristan û Hamedanê) hatiye bicîhkirin. Li Lekistan êla Bacelan yek ji êlên herî giring e. Di nava eşîrên Bacelan de yên Lurî û Lekî axiv hene.

Eşîrên Bacelanî li Lekistanê[3]

biguhêre

Ziman û Ol

biguhêre

Ji devoka êla bacelan re, bacelanî tê gotin. Gorî gelek zimannasan, ev xwêdî zaraveyeke serbixwe ne. Gelekê dişibe şebekî û kendûlî. Bacelaniyên li Lekistan bi Lekî an jî Lurî diaxivin. Bacelan li hin herêman sunî, li hinekan jî şiî an jî yarsanî ne. Herwiha bacelanên li Gûran hemû sunî ne, ên li behdînan şebekî û becwanî, mezhebeke ẍulatî ya şiîtiye dihabînin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Iranica:Bajalan
  2. ^ Buckingham, James Silk (1829). Travels in Assyria, Media and Persia. Londra.
  3. ^ Bajulawen