Badikan eşîreke kurdan li Bakurê Kurdistanê ye. Badikî li Farqîn, Pasûr, Bismil û parazgeha Mûş û hin deverên Agiriyê dijîn.

Lê pirî endamên wî eşîrê li navenda, paytexta Kurdistanê li Amedê dijîn. Eşîra Badika ji 12 qebîl û gundên mezin pêk te. Ev gund li navçeya Pasûrê li hereme Badika Hewrê ne. Navê qebîlên Badikan wiha ye: Memikan, Laçikan, Xweşikan, Reşikan, Araşkan, Nasirkan, Welîkan, Axikan, Mala Xerzan, Kerran, Kanikan, Şerefkan û Cimikan e.

Li gor jêderên heremî, ev eşîr navê xwe ji Badê Dostik vergirtiye ku ew damezrênerê Dewleta Merwanî ye. Farqîn û Amed peytextên Merwaniya bûne. Herwiha Pira Mala Badê ku di dema Merwaniyan de hatiye avakirin, li kêleka herema Badika Hewrê ye.

Çavkanî biguhêre