Bazincan
Bazincan navê eşîreke kurdan a dîrokî ye. Navê vê eşîrên di çavkaniyên îslamî û di şahnameyê de derbas dibe. Gorî Mesûdî (di sala 943an d) û Îştaxrî (951î de) êv eşîr li herêma Îsfehanê hatibû bicîhkirin. Firdewsî di şahnameyê de îdia dike ku kurd ji pênc eşîran Ciloya (Kuhgîlu an Celalî), Sîwan, Lawalîcan, Kariyan û Bazincan û 500.000 nefêran pêkhatibûn e. Di eynî çavkaniyê de tê gotin ku kurd hemû di şerrên hember artêşên îslamê ve hatibûne qirkirin, xeynî yekê bi navê Alak, ê ku bibû misilman û xwedî zuret bû[1]. Bi guman ev eşîr bi piraniya xwe asîmîle bûye û îroyî bi farisî diaxive. Navê vê eşîrê bi dawî di lîsteya Mardux Kurdistanî ya êl û eşîrên kurdan de derbas dibe[2].
Çavkanî
biguhêre- ^ Minorsky, V.: Kurden. EI1
- ^ Iranica: Kurdish Tribes
Ev gotara ji bo eşîrekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |