Şivankaran

Eşîr
(Ji Şabankara hat beralîkirin)

Şabankaran, Şiwankaran an jî Çobankaran,[çavkanî hewce ye] navê eşîreka kurdan li Fars[1] û Gûran e[2].

Sedsala 14.

Navê vê eşîra Kurdan di Çavkaniyên kevn de derbas dibe, tê zanîn ku Şahê Sasaniyan Yezdigerd III. piştî şerê Nihawend ê, xwe diparêze mîrê Şabankaran[3].

Damêzrênerê vê dewletê Mîr Fedlûya (Fedlewî) bîn Elî bîn Hesen bîn Eyûb e.

Mîr Fedlûya hem serekêlê êla xwe bû hem jî fermandarekî Bûweyhiyên li Farsê bû. Bûweyhiyan ew kiribûn fermandarê artêşa xwe çimkî Bûweyhiyan, êrîşên Şivankaran pir aciz bûbûn.

Demek Şûnde Mîr Fedlûya serî li dijî Bûweyhiyan rakir û hikumdarê wan Ebû Mansûr Filastûn diya wî ve hêsîr hilda, avêt zindanê paşê jî ew dan kuştin. Her wiha welatê Fars ket li bin rêveberiya Şivankaran. Ji ber vê yekê Selçûkiyan Kavûrdê birayê Siltan Alparslan şandin li ser Mîr Fedlûya û şerek qewimî. Piştî vî şerî Mîr Fedlûya girêdaniya Selçûkiyan qebûl kir û paşê jî bû waliyê Farsê.

Demek şûnde Mîr Fedlûya dîsa serî rakir lê vê çaxê li dijî Siltan Alparslan raperînek derxist. Mîr Fedlûya xwe stirandibû keleha Xorşahê û wezîrê Selçûkiyan yê navdar Nîzamû'l-Mulk jî keleh dorpêç kir û şerekî çetîn derket. Dawiya şer de Selçûkiyan keleh derdest kirin û Mîr Fedlûya jî hêsîr ket. Dû re jî sala 1072'an de hate îdam kirin.

Piştrê vê bûyerê di navbera Şivankarên Kirman û Farsê de dubendî û astengî derket û sala 1099'an de jî li dijî artêşa waliyê Farsê yê Selçûkiyan têk çûn, belawbûn. Piştre jî heta sala 1117'an di navbera Şivankaran û waliyê Farsê Faxreddîn Cawlî de şerek berdewam kir.

Piştrê wefata Mîr Fedlûya, Hesen b. el-Mubarîz Xusrew bûbû mîrê Şivankaran û hakimiyeta Cawlî qebûl nedikir. Şerên pir çetîn di navbera wan de derbas dibûn lê dawiyê de peymaneke aşîtiyê çêkirin bi ser de jî Mîr Hesen, şerê Kirmanê de alîkariyê Cawlî kir.

Piştrê Mîr Hesen, Qudbeddîn Mubarîz bû mîr. Hikumeta Selçûkiyan ya Kirmanê dema ku hilweşiya, wezîr Nasihuddîn ji bo ku wê herêmê fîtne, fesadî û talan dernekeve gazî Şivankaran kir. Mîr Qudbeddîn Mubarîz û birayê mîrê İx'în-Îcan Qudbeddîn Mihemmed jî ev bang qebûl kirin. -Xanedana Îx'în-Îcan jî ji Şivankaran bûn - Herdu mîr ku ev bang qebûl kirin paşê çûn Bûrdesîr û Kirmanê û ev der kirin li bin îdareya xwe. Paşê jî Oxûzan re şer kirin lê wê gavê de navbera wan û Atabegê Farsê xirab bû ji ber vê yekê wana jî mirovek pişandin Kirmanê ji bo rêveberiyê û vegeriyan lê piştre Oxûzan dîsa ketin di nav bajar yexma û talan kirin. Ji bo vê yekê Nîzamûddîn ji Îxê hat Tirkan re şer kir û Tirk belavbûn, revîn.

Piştrê vê serfiraziyê Nîzamûddîn xwe pir qure kir û ket bajarê Bûrdesîrê lê wê derê dijminên wî ew û zarokên wî hêsîr hildan paşê jî êrîşê hemû mîrên ji malbata Mubarîzan kirin, ew belavkirin.

Demek şûnde jî Ecemşahê Melîk Dînar Oxûzan re îttîfaq kir û Kirman dorpêç kirin. Dû re jî Nîzamûddîn şirîkê xwe girt teslîmê Atabegê Farsê kir. Wî digot qey wisa bike Atabegê Farsê Sa'd b. Zengî yê dîsa Kirmanê bide wî. Lê Atabegê Farsê wisa nekir û jê rê got Kirmanê teslîmê artêşa min bike. Paşê jî artêşa xwe ve Kirman îstîla kir û derdest kir. Wê gavê de birayê mîr Qudbeddîn, Mubarîz ji bo alîkariyê hat lê dereng ma. Heta ku hat bajar ketibû destê Atabeg.

Sala 1260'an de jî hikumdarê Mongolan Hulagû êrîşê Îxê kir, Mîr kuşt, Dewleta Şivankaran jî hilweşand. Lê bi temamî sala 1363'an de ji aliyê Muzafferiyan tên hilweşandin.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Oberling, P.: Kurdish Tribes Girêdana arşîvê 2008-09-14 li ser Wayback Machine, 28.10.08
  2. ^ Kurdistantime.com: Kürt Aşîretleri, 28. 10.08
  3. ^ Büchner, V. F.: Shabankara, Ensîklopediya Islamê1