Qeregêçî an Qergêçî, navê eşîreke kurdan e. Eşîra an jî eşîrên qeregeçî an qergêç, eger ku ev heman eşîr bin, him di nav eşîrên berazî de, him jî wek eşîrek tenhayî li Amedê, Rihayê û Serhedê belavî ye. Dewlata Romê û silehşorên wê yên asîmilasyonê îdia dikin ku ev eşîr bi esle xwe ji birek tatarên anadoliyê (tirkmen), ya bi navê 'Karakeçili' hatiye qetandin. Lê ew vê gavê îdiayên bê bingeh ne. Jixwe ku bi wan be, li dinyayê kurd tunin, eger ku hebin jî esiltatar (tirkmen) in.[1]

Qeregêçî
Qergeçî
Agahiyên gelemperî
Êl Qeregeçî/Berazî
Hoz Şêyxan

Aminî
Cerabî
Gokçeyî
Dodikî
Rûtikî
Torinî
Kurdkî
Rêzî
Mûskî
Mîrekî

Esil Kurd (hin şax jî Tirkmen)
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Belavbûn Riha, Amed, Xarpet, Erzîrom
Bawerî
Dîn Şafiî (sunî)
Mîtolojî/efsane Xwe ji bendê eşîrên ê "zilî" hesab dikin

Eşîra qeregêç di dîrok û çanda eşîrtiya Kurdistanê de xwediyê cîhekî balkêş e û di vê dîrokê de jî gelek baş kok daye. Eger ku behsa êşîrtî bi tevahî an jî ya folklor û irf û edetên Kurdistana eşîrtîyê hat kirin, qeregêç vê deme di navenda vê behsa de ne.

Di dema osmaniyan de nahiyeke bi navê "karakeçili" li herema qerejdaxê hebûye. Vê eşîrê navê xwe ji navê wê nahiyê ya ji dema osmaniyan girtiye. Ji eşîrên kurdan ên ku li vê nahiyê jiyabûne re Qeregêçî gotine.

Çawa ji navên qebîlên qergêçan jî diyar e, ev pirranî eşîr û teyifeyên kurd in, ên ku xwe parastine Qerejdax û Sêwregê û di bin vî navê de li hev kom bûne. Pirraniya qeregêçan bixwe idia dikin ku ji pêşiyê wan ji Serhedê an jî ji Amedê hatine. Arîstokrat û axayên qeregêçan weke eşîrên serhedî ji qebîla torinî bûne.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b "KARAKEÇİ AŞİRETİ". Bernamegeh (bi tirkî). 17 gulan 2022. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2024.