Ji bo maneyên din li Şêx Hesen (cudakirin) binêre.

Şêxhesenan navekî eşîrî yê li Kurdistanê ye. Bi vî navî li gelekî herêmên Kurdistanê eşîr û ezbet hene.

Şêxhesenên Serhedê

biguhêre

Şêxhesenî yek ji êşîrên êla heyderan e. Komên weke şengelî û êlkî (êliyan) li ser şêxheseniyan ten hesibandin. Ew û şêxhesenan niha li Qersê, Bedlîsê, Wanê, Agirîyê û İdirê rastê meriv tên. Zaravayê wan kurmancî ye û ev misilmanên sûnî ne.

Şêxhesenên Dêrsimê

biguhêre

Şêxhesenî yek ji sê êlên mezin ên talî yên Dêrsimê ye. Ew li rojhilata Dêrsimê, li Pulurê, Melkişê û Xozatê dimînin. Taybetmendiya şêxheseniyên Dêrsimê mezhebê wan û şiî/elewîtî ye. Hin komên wan kirmanckî hinekê din jî kurmancî diaxivin.

Gorê Nûrî Dêrsimî ew navê xwe ji mîrekî kurd ê ji xanedana mîrên Çemîşgezekê Mîr Şex Hesen girtîyê. Tê gotin ku çar hev kurên Mîr Şêx Hesen hebûne, ev bûnê bavkalê êşîrên Şêxhesenan: Ebas, Ferhad, Qerebal, Qirgan. Eşîrên/Qebîlên Şêxhesenan li Dêrsimê ev in: Ebasan (eşîra Seyîd Riza), Ferhadan, Qerebelan û Qirxan.

Li Sêwas û Gumuşxaneyê eşîreke akincî bi vî navî heye. Tê gotik ku ev ji Dêrsimê çûne warê xwe yê niha.