Ertoşî
Ertoşî, yek ji eşîrên mezinên kurda ye ku li gelek deverên Kurdistanê belav bûne. Endamên eşîra Ertoşiyan li bajar û bajarokên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Dihok, Zaxo, Sêmêl, Şirnex, Şêxan Panos,Melezgirt, Elcewaz, Xelat belav bûne.[1]
Eşîra Ertoşî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Gewdan Hacan Zewki Mamxuran Qeşûrî Şerefan Şîdan Xawiştan Xelîlan |
Ziman | Kurdî (kurmancî, |
Herêmên dîrokî | Colemêrg,Wan ,Şirnex Agiri,Bedlîs û Muş |
Demografî | |
Gelhe | ~ 7 milyon[çavkanî hewce ye] |
Bawerî | |
Dîn | Îslam (sunîtî) |
biguhêre ![]() |
Dîrok Biguhêre
Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoşa girêdayî Çelê ye. Li vir belavî deverên din bûye. Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya Mîrê Hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên Mîrê Hekarî bûn û Ertoşî bûn.
Dabeşkirina Ertoşiyan Biguhêre
Konfederasyona Ertoşiyan ji du baska pêk tê. Ji her du baskan re jî bi giştî 12 bab derketine. Baskê yekemîn Mendkan e kû ji eşîrên Alan, Êzdînan, Xelîlan pêk tê. Baska duyemîn Hacîmendane ku ji eşîrên Şîdan, Şerefan, Hacan, Gewdan, Mamxuran, Jirkî, Qeşûrî, Zêdikan pêk tê.
Ji van eşîran Gewda îdîa dikin bingeha wan digehe Xelîfeyê 2yê yê Îslamê Emer [2]
Siyaseta Kurdistanî û helwesta eşîrên Ertoşî Biguhêre
Endamên Konfederasyona Ertoşî Biguhêre
Çavkanî Biguhêre
- ↑ Şarman, Nurdan (2015). Beytüşşebap Ve Molla Hüseyin Batevî Sempozyum Bildirileri (PDF). Stanbol: Rektoriya Zanîngeha Şirnexê. r. 251–255. ISBN 978-605-88496-5-5. Ji orîjînalê (PDF) di 12 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin.
- ↑ Ağa,Şeyh,Devlet-Martin van Bruinessen, r:308
Girêdanên derve Biguhêre
- Firat Başkale-Şekir Axa (Stranên li ser Ertoşiyan)
- Malpera eşîra Ertoşî Girêdana arşîvê 2012-10-07 li ser Wayback Machine