Kurhesinî
(Ji Kuresunî hat beralîkirin)
Kurhesinî[1] navê eşîreke li bakurê Gola Ûrmiyeyê ye. Kuresûnî bi esle xwe acem/azerî in/ne û hetanî sedsala 19an de tenê bi zimanê azerî axivîne[2]. Paşê xwe li eşîrên kurdan dikişînin, ji ber ku ev eşîr sûnî ye, eşîrên azerî yên din hemû şiî ne. Di despêka sedsala 20în de kurhesinî kurdize dibin û heya beşdarê serhildana Simko jî dibin[3]. Kurhesinî niha bi kurmancî diaxivin û xwe kurd dizanin.
Eşîra Kurhesinî | |
Agahiyên gelemperî | |
Ziman | Kurmancî û Azerî |
Herêmên dîrokî | Dilmaqan |
Belavbûn | Dilmaqan Wan Wirmê Xoy |
Bawerî | |
Dîn | Misilman (sûnî (şafiî)) |
biguhêre |
Berbelavbûn
biguhêreHinek kurhesinî koçberê parêzgeha Wanê bûne. Ew jî niha li bajarê Wanê û Xoşavê dimînin. Ev şax bi kurdî û azerî diaxive. Li Wanê kurhesinî cîhcîh wek hemwateyî bi etnonîm azerî jî tê bikar anîn. Li rojavayê Xoyê, ji Razî, Qetûrê heta li ser sînorê di navbera Tirkiye û Îranê jî hene.
Çavkanî
biguhêre- ^ http://www.saradistribution.com/malbat.htm
- ^ Kurdica: Kuresuni, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 nîsan 2012
- ^ Iranica: Kora-Sonni
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |