Xanedana Hecbaniyan

(Ji Hecbanî hat beralîkirin)

Hecbanî, Hecebanî, Hacvanî an Hezbanî (belkî ji Hacevend) (906-1080), xanedana kurdan a dîrokî ye. Hukumdariya Hadhabaniyan li herêma Hewlêr, Mûsil, Ûrmiye, Rewandiz, Pîranşar û Sine.[1]Abu'l-Hayja' b Rabib al-Dawla.

DîrokBiguherîne

Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11'mîn de li herêma Şino, li Rojhilata Kurdistan a îro jî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikûmdarê Hemdaniyan Evdilê bîn Hemdan rê di sedsala 10'mîn de bûye[2]. Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberiyê Qefkasiyayê bû ye. Sê dewletê Kurdan a Rewendî (Şikakî?), Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hecbanî bûn e. Tê zanîn ku Rewendî ên pêşiyên Şedadiyan, çi qas navê wan Erebî be jî, ezbeteke Hecbaniyan bûn. Her wiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) El-Hecbanî an jî Er-Reve(n)dî bû ye[3].

HûkûmdarBiguherîne

  • Muhammad lawê Bilal 906-943
  • Jafar lawê Shakkoya around 943 - 977, Selmas, Mûsil[4]
  • Mir Abu Hija Musk lawê Chako 977 - 1040
  • Abu Hidja lawê Rabib al Dawla c. 1040 Ûrmiye,
  • Mir Sharraf al-Din Isa lawê Musk c. 1045
  • Mir Salar lawê Musa c. 1046
  • Mir Abul Hasan Ali lawê Musk c. 1046–48
  • Mir Abu Ali al al-Hasan lawê Musk 1048–63
  • Mir Abu Hija II, Husain lawê Abi Ali Al-Hasan 1063-1080

Navê Hecbanî îrojBiguherîne

Li Kurdistanê û diyaspora Kurdan de çend eşîrên piçûk an jî ezbetên eşîran bi navên Hecbanî hene. Li parêzgehên Tirkiyên Yozqatê û Qeyseriyê eşîreke (beşî asîmîle bûne) piçûk bi vî navê heye. Genzgaze kû ev di bingeha xwe de ezbeteke êla Reşvend be. Li Xoresanê jî ezbeteke êla Zaferanlû bi navê Hecbanî (an jî Hezbanlû) heye.

ÇavkanîBiguherîne

  1. https://www.icollector.com/item.aspx?i=11120436
  2. Minorsky: Kurds. EI1
  3. Guest, Rhuvon: Life and works of Ibn er Rûmî, 'Ali ibn el 'Abbâs, Abû el Hasan. Luzac & co., 1944, rp. 124
  4. https://enacademic.com/dic.nsf/enwiki/5052911[Girêdan daimî miriye]