Gotûbêja bikarhêner:Avestaboy
J.K.RowlingBiguhêre
Hûn dikarin alîkariya min bikin ji bo jiyannameya ( biyografiya) J.K.Rowling û Mijara Harry Potter bi Kurdî biwergerînin ? Avestaboy (gotûbêj) 12:45, 4 adar 2018 (UTC)
- @Avestaboy: Ez ê kêfxweş bim ji wergerandina van gotaran. Ji ber ku ez jî qasî derfeta xwe tevlî fun clubê wan im Niha Wêjeya kurdî dinivîsînim. Lê bawer im dê di hefteyekî de xelas bibe. Gelo ji bo wergerandinê tekstekî di destê te de heye ya ku te li ser wê/wan biryar daye? An jî gotarên tirkî ne? Silavên germ! Jiju (gotûbêj) 19:04, 19 adar 2018 (UTC)
Çavkanî û kategoriyên gotaranBiguhêre
Silav, ji kerema xwe re, çavkanî û kategoriya gotarê ji bîr meke. Spas. --MikaelF (gotûbêj) 08:46, 21 adar 2018 (UTC)
Çavkanî bi KurdîBiguhêre
Problem ewe : Ji bo hinek mijaran agahî bi Zimanê Kurdî kêmin an jî qe tune . Lema min gereka hinek jixweberî an jî Tekstên Wîkipedya bi zimanên din ji çavkanî hilda. Çinkî kêmasî nehebûnî çêtire. Avestaboy (gotûbêj) 10:34, 21 adar 2018 (UTC)
Li ser "zêdekirina" gotaranBiguhêre
Silav, @Avestaboy: rexneyên min ji dil e ku bira dilê te nemîne. Feqet, birayê min, zêdekirina gotaran bo wîkî-kurdî ne hewce ye, ya pêwist ew e ku gotarên têr û tije hebin, hema bira hindik bin lê bira têra xwe dûr û dirêj û helbet ji aliya çavkanî ve jî zanyarî bin. di gotarên te yên bejnbihost û qem-erdik de, kurdî li alîkî, agahî li alîkî ne. Nebêje ez henekên xwe bi kurdiya te dikim, ji xwe ya rast ev e ku kurdiya min jî gelek qels e lê dema ez biryar didim ku gotaran binivîsînim an biwergirînim, diherim li ser wê gotarê dixebitim, şehdên min gotarên min ên nivîsandî ne. her wiha dev ji vê tiştê berde ev kêrî me nake, çi qîmeta hevokekî-du hevokan ên bê çavkanî heye! her wiha navên pirtûkan/fîlman ên biyanî -heke wergerên wan tune bin- neke kurdî, wîkî ne cihê pêşniyazan e. heke tu pêşniyaz dikî, gotûbêj ji bo te ye. hobbîto çi ye birê min! tu henekan dikî?
- -bi ya min dema tu dixwazî gotaran veke, here wîkiyên din -a tirkî û hwd- û gotara xwe ji wir biwergirînî. wekî mînak tu Romeo û Juliet vekiriyî. bi vê halê xwe, ev gotar kêrî tiştekî nake. here û tirkiya wê biwergirîne bo kurdî. vê çalakiyê weke temrîn bihesibîne. Jiju (gotûbêj) 18:42, 22 adar 2018 (UTC)
Ez nû cem Wîki me .Heval ew gotarên min nivîsand hemû demborî ne . Çavkanî bi Kurdî li Înternetê pir kêmin û min bi Wikipediya bi zimanên din bi xwe wergerand . Ez hêvîdarim em hemû dikarin tevhev gotaran gav bi gav daha rind bikin . Avestaboy (gotûbêj) 00:06, 26 adar 2018 (UTC)
P.S Hobîtto îcada min ne bû . Min vê gotar bi xwe ne afirand . Avestaboy (gotûbêj) 00:31, 26 adar 2018 (UTC)
- @Avestaboy: Silav, destên te sax bin. Em ne mecbûr in ku çavkaniyên kurdî bidin -heke hebin dê baş bibin lê- em dikarin zimanên din jî çavkaniyê bidin. Hêla din bi ya min wergera rûpeleke ji nivîsandina hevokeke baştir e. Jiju (gotûbêj) 08:24, 26 adar 2018 (UTC)
Min îcar vê tekstê nivîsand . Tu dikarî wê sererast bikî ? Çavkaniya girîngtirîn ya Shakespeare berhema Arthur Brooke : Tragicall Historye of Romeus and Iuliet ji sala 1562 bû . Romeo û Juliet wek navdartirîn evîndaran di wêjeya cîhanê hatine nasîn û çîrok bi pir cûreyan mûzikî û wêjeyî bi kar anîne , fîlman pirin û li ser şanoyê de berhem ji dema pêkhatinê de gelek popûlere. Avestaboy (gotûbêj) 16:53, 11 avrêl 2018 (UTC)
Merlin ( rêzefîlm, 2008 )Biguhêre
Hevalno min îro derbarê rêzefîlm Merlin nivîsand yek ji favorîyên min. Mixabin Kurdî min ne mikemele û lema herkes dikare wê gotarê sererast ke . Min gotara Wikipediya ji Almanî bi Kurdî wergerand. Ez kêfxweş bûma li ku yek Infoboksekî an jî logoya rezefîlmê tomar bikira. Sipas dikim. Avestaboy (gotûbêj) 19:55, 11 avrêl 2018 (UTC)
== Wêne ji bo
Wêneya Key ArthurBiguhêre
Di wê linka Wikipediaya bi zimanek din wêneyek Arthur bi tac di nav destê xwe de yê wênesaz Charles Ernest Butler he . Ez wê wêne pir begem dikim. Gelo yek dikare wê wênê di gotara wê tomar ke ? https://gv.m.wikipedia.org/wiki/Ree_Adha Avestaboy (gotûbêj) 13:36, 19 gulan 2018 (UTC)
Guheradina peyvanBiguhêre
Merheba, Avestaboy. Te li sûna peyva "kitêb", "pirtûk" nivîsandiye. Û gelek guhertinên te yên mîna vê henin. Ev guhertin ne hewce ne. Çimkî peyva "kitêb" bi sedsalan e ku tê bikaranîn. Û jixwe di nav xelkê de jî hema bêje tenê peyva kitêb tê bikaranîn, peyva pirtûkê nayê bikaranîn. Belkî tu dibêjî ev peyv ji erebî hatiye lewma diguherînî. Peyvek ku ji zimanê ermenî, erebî, îngilîzî, tirkî an jî ji kîjan zimanê ketibe zimanê me jî, eger ew peyv di zimanê me de were bikaranîn em wê peyvê dikarin ji zimanê xwe bihesibînin. Herçiqas eslên van peyvan ne ji kurdî hatibin jî, ev peyv bi kurdî ne. Divê em peyvên ku eslên wan ne bi kurdî ne ji bo xwe nekin pirsgirêk. Di her zimanê de peyvên esilbiyanî hene. Milletên din van peyvan ji bo xwe nakin problem. --Bikarhêner (gotûbêj) 04:16, 31 gulan 2018 (UTC)
@MikaelF, Gomada, Calak, û KurdoChali: Hûn di der heqê vê de çi difikirin?
Hevalno em di Wikipediya de dixwazin Kurdiya rastî fêr bikin. Eger herkes hezar peyv bikar bîne paşê yekbûna zimanê Kurdî zor bibe. Mesela Tirk berê bi zimanê Osmanî ji bo kovar re peyva erebî mecmua digotin û îro jî dergi dibêjin. Avestaboy
- Lê yekbûna zimanê kurdî bi vî awayî çênabe. Eger mirov bi vî awayî (bi awayeke sûnî) midaxaleya ziman bike wê zimanê nivîskî ji zimanê ku tê xeberdan pir dûr bikeve. Jixwe xelkê me zahf bi kurdî xwendin nizanin. Îca ku ziman bi midaxaleyên sûnî werin guhertin wê xelk qet nikaribe bi kurdî bixwîne. Û wê ev yek zerarê bide zimanê me. Herwiha ji ber sedemên ku min li jor jimartiye guherandina van peyvan ji aliyê îlmî ve jî ji aliyê mantiqî ve jî xeletî ye. Herwiha guhertinên bi vî awayî ku werin kirin jî divê pir hêdî bêne kirin da ku ev guhertin di nava xelkê de bi cih bibin, û ji bo ku ev peyv di nava xelkê bi temamî bi cih bibin tê gotin ku bi sedsalan wext hewce ye. Ez wisa difikirim. --Bikarhêner (gotûbêj) 09:47, 31 gulan 2018 (UTC)
Silav hevalno. Bi dîtina min jî ne hewce ye ko em xwe ji peyva "kitêb"ê bidin paş. Kurdên her 5 zaraveyên kurdî li her 5 parçeyên Kurdistanê wê peyvê dizanin û bi kar diînin. --Bikarhêner:KurdoCahli
Fast Food bi KurdîBiguhêre
Pirsek min he . Bi Kurdî peyvek bi xwe ji bo Fast Food tune ? Peyva Fast Food probleme çinkî bi Kurdî normalî her tişt meriv ça diypeve wisa dinivîse. Meriv nikare zû xwarin binivîse ? Avestaboy (gotûbêj) 15:48, 9 pûşper 2018 (UTC)
Gotara Richard WilsonBiguhêre
Silav hevalno ! Kes dikare alîkariya min bike? Min di infoboks de navên rêzefîlman nivîsand. Mixabin durahiya wan rind nebû.Sipas dikim Avestaboy (gotûbêj) 19:15, 22 pûşper 2018 (UTC)
Wêneyên bêdestûrBiguhêre
Silav Avestaboy, Wêneyên ku te ne kişandiye û bêdestûr na tên barkirin ser Commonsê. Bi rêverberan ser Wîkîpediya tên barkirin, li vira: Taybet:Upload. Ping: @MikaelF:--Ghybu (gotûbêj) 22:05, 29 pûşper 2018 (UTC)
@Ghybu: Ema ew wêne di gotara Wîkîpediyaya Tirkî û bi Îngilîzî jî tê bikaraniyê.— Ev peyama bêîmze ya Avestaboy (gotûbêj • beşdarî) e.
- Erê, feqet, li ser Wîkî îngilîzî ser Wîkî îngilîzî bar kirine û ser Wîkî tirkî jî li ser Wîkî tirkî bar kirine... Te jî ew wêne ser Commonsê bar kir û min li jor jî got: ser Commonsê tenê wêneyên ku te kişandiye û bêdestûr tên barkirin. Xwediye ew wêne destûra xwe nedaye, copyright e--Ghybu (gotûbêj) 22:18, 29 pûşper 2018 (UTC)
Looking for helpBiguhêre
Hi,
I was looking for some small help.Recently I created a new article en:Kithaab i.e. ar:كتاب (مسرحية) - a play about muslim women's rights issues - which has been copy edited and is ready for translation & being translated in various Asian languages like Tamil ta:கித்தாப் Arabic ar:كتاب (مسرحية) etc..
Looking for your possible help in translating the article en:Kithaab to your Kurdish language Wikipedia & Turkish language wikipedia. If you are unable to spare time yourself then may be you like to refer the same to some other translator.
Thanking you , with warm regards
Cejna we ya Newrozê pîroz be!Biguhêre
@Avestaboy: Birêz Avestaboy, cejna we ya Newrozê pîroz be! Gelek spas ji bo karê te yê hêja li Wîkîpediya kurdî! Her bijî! --MikaelF (gotûbêj) 08:29, 20 adar 2019 (UTC)
@MikaelF: Silav hevalê Mikael ! Newroza te jî pîroz be . Ez spas dikim ji bo xebata te li ser Wîkîpediya. bikarhêner:Avestaboy|gotûbêj]])
Zêr ji bo te jî, AvestaboyBiguhêre
Reminder: Community Insights SurveyBiguhêre
Share your experience in this survey
Hi Avestaboy,
A couple of weeks ago, we invited you to take the Community Insights Survey. It is the Wikimedia Foundation’s annual survey of our global communities. We want to learn how well we support your work on wiki. We are 10% towards our goal for participation. If you have not already taken the survey, you can help us reach our goal! Your voice matters to us.
Please take 15 to 25 minutes to give your feedback through this survey. It is available in various languages.
This survey is hosted by a third-party and governed by this privacy statement (in English).
Find more information about this project. Email us if you have any questions, or if you don't want to receive future messages about taking this survey.
Sincerely,
RMaung (WMF) 18:58, 20 îlon 2019 (UTC)
Reminder: Community Insights SurveyBiguhêre
Share your experience in this survey
Hi Avestaboy,
There are only a few weeks left to take the Community Insights Survey! We are 30% towards our goal for participation. If you have not already taken the survey, you can help us reach our goal! With this poll, the Wikimedia Foundation gathers feedback on how well we support your work on wiki. It only takes 15-25 minutes to complete, and it has a direct impact on the support we provide.
Please take 15 to 25 minutes to give your feedback through this survey. It is available in various languages.
This survey is hosted by a third-party and governed by this privacy statement (in English).
Find more information about this project. Email us if you have any questions, or if you don't want to receive future messages about taking this survey.
Sincerely,
RMaung (WMF) 15:28, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
Gotarên min ( Wîkîpediyaya almanî)Biguhêre
Silav hevalê MikaelF! Aniha ez ji bo Wîkîpediyaya almanî jî gotar dinivîsim. Gelo tu dikarî Lîsteya gotarên min ( Meine Artikel) tomar bikî ? https://de.m.wikipedia.org/wiki/Benutzer:Avestaboy Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:05, 18 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
Spas ji bo karê te li Wîkîpediya Kurdî!Biguhêre
Spas dikim bira. Avestaboy (gotûbêj) 10:00, 25 nîsan 2020 (UTC)
BetalkirinBiguhêre
Silav û rêz hevalê Avestaboy!
Dixwazim bizanibim çima hun ev rupela ez bi navê hevalê rojnamevan û medyakar Hogir Silêvaney an Hogir Alsilevanai betaldiken.
Hogir ciwanek jêhatî û delale pire ji xizmet û têkoşanê û pir eger hene ko ew kesek Ensîklopedîk be di heman dem da Hogir pir xizmet ji dozeya pirsgirêk û piroblemên civaka kurdî taybet li başor û ewropa jî kirîne, bi rastî jî ez şaş mame çima te ev rupel betalkir û dibêjî çi pêwistî ya Hogir bi tiştek wiha heye. Hogir kesek Ensîklopedîk taybet jî li başorê Kurdistanê bi sedeha vîdyo û erşîfa wî ya ber fireh heye û em bixwazîn yan jî ne ew êdî bi navûdenge. Te jî anîye xeber ko birêz Hogir karekî xweş dike û egoya wî mezine, ûJ ji xeynî rûpelên xwe yên Facebook, Twitter û Instagramê, bi dehan çavkanîi hene mîna dîdar û hevpeyvîn û pirogramên TV-yê, dîsa ew hunermend û wênesazê şêwekare û karîkatorvane xwedîyê dehan pêşangehên hunerê karîkatorî û şêwekarîye. Derbarey wêneyên berêz Hogir pêwîstya wî bi bi reklam krnê nîne. Ez li wê bawerê me ko berêz Hogir ne kesek egoîstbûne. Berêz Hogir di beşê hûnerêî şêwekarî û karîkatoran û rojnamevanîde sekevtî û hêja ye û erşîfa wî pir li berdeste.
Berêz Hogir ne tenê du bernameyan çêkirine belko bi dehan bernameyên wî hene û erşîfa wî li berdeste û ev çende di selmîne ko berêz Hogir kesek ensîklopedîke. Xebata wî di warên cuda cuda de ye nek bi tenê rojnamevane weke min li serî xeberday ew Rojnamevane, Hunermendê Şêwekare, Hunermendê Karîkatorvane, Mamostayê hunere. Endamê Sendîkaya Rojnamevanane, Endamê Sendîkaya Hunermendane, Endamê Sendîkaya Karîkatorvana ye, Sernvîskare kovareka kurdî boye, xiwedî îmtiyaze, Endamê Sendîkay mamostayane li başorê Kurdistanê, Endamê Sendîkay mamostayane li welatê Swêdê. Pirsa min ewe gelek kes hene di Wîkî ya kurdî de ko Bi qasî çi ew weke Ensîklopedîk hatne naskirn û çavkanîyên tune.
hêvî xazim em Kurd Wîkî ya Kurdî baş bêxîne holê nek bi mîzac biryaran bi deyn ka erê kî li gor mêşkê me di gonce bi keyn Ensîklopedîk kî jî ne ji bêjîn biborîne.
Rêz û hurmet Îhsan Ehmet
TêkilîBiguhêre
Merheba bira. Komeke me yê Telegramê heye. Carek min te dawetê wir kiribû. Ji ser maîla min dikarî li gel min têkiliyê deynî? Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:22, 12 tîrmeh 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Silav heval ! Min appa Telegrammê daxisti ye . Lê mixabin ez fonksiyona wê nas nakim. Avestaboy (gotûbêj) 21:14, 3 îlon 2020 (UTC)
Wîkîpediya Meha Asyayê/2020Biguhêre
- Silav Avestaboy,
- Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
- Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
- Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin.
Commons barkirinBiguhêre
VîdeoBiguhêre
- Wêneyê : Rotînda ji vîdyoyê https://www.dengeamerika.com/a/rotinda_didar/4300223.html
- Wêneyê Xecê https://www.dengeamerika.com/s?k=Xecê&tab=all&pi=1&r=any&pp=10 Avestaboy (gotûbêj) 13:43, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Wêneyê Tara Mamedova https://www.dengeamerika.com/a/tara_mamedova/4681585.html
- Wêneyê :Kamal Soleimani https://www.dengeamerika.com/a/dr_kamal/5575201.html Avestaboy (gotûbêj) 14:02, 30 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Wêneyê : Merwan Osman https://www.dengeamerika.com/a/merwan_osman/5303219.html Avestaboy (gotûbêj) 19:47, 30 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
Silav @Balyozxane: ! Eger zemanê te hebe gelo tu dikarî wan wêneyan di Wikimedia Commons de bar bikî ? Silav û bi rêz Avestaboy (gotûbêj) 10:11, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Silav Avestaboy Ez ê bar bikim îro înşele. Heke karibî li vir #Agahîdank bersiva min bide--Balyozxane (gotûbêj) 10:27, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- @Avestaboy: Ji xeynî vîdeoyan û yên ku ne derbasdar in min gişt bar kirin, vîdeo jî înşele rojeke din :D --Balyozxane (gotûbêj) 12:43, 2 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Yê Amed Çeko ne derbasdar e. Te çima bersiva min nadî?--Balyozxane (gotûbêj) 16:50, 4 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Silav @Balyozxane:
Wêneyê Hüda Kaya
https://www.dengeamerika.com/a/hdp_ist_hkaya/4785093.html Avestaboy (gotûbêj) 19:49, 10 kanûna paşîn 2021 (UTC)
AgahîdankBiguhêre
Silav. Pirseke min heye. Tu çawa şablona agahîdankan lê zêde dikî? Hevala Penaber49 jî mobîlê bi kar tîne lê belê pirsgirêkên wisa [2] di şablonên wî de dernakeve.--Balyozxane (gotûbêj) 16:05, 29 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
- Silav @Balyozxane: ! Berê bi agahîdank re pirsgirêkên min tunebû.Lê naha şablonên nû hene.
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Şablon:Agahîdank_hunermend Avestaboy (gotûbêj) 17:09, 4 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- Te agahîdankan normal lê zêde dikî ne wisa? Kopî-zeliqandin nekî? Min çend car ceriband ku bibînim pirsgirêk çi ye lê min nedît. --Balyozxane (gotûbêj) 17:11, 4 kanûna paşîn 2021 (UTC)
ProceBiguhêre
Http://diq.wiktionary.org dest pêkerd o. Xorasan (gotûbêj) 15:41, 13 kanûna paşîn 2021 (UTC)
HevinyasînBiguhêre
@Gomada: , @Ghybu: , @Avestaboy: , MikaelF , Dilovan Gervan slav çewanin, es karzan hîşam xelkê dhukê me, li destpêkê dest xuş bu karê hewe bu pêşêxistina wîkîpîdiya kurdî. min daxazîyek hebu, kî dê alîkariya min ket bu drust kirina peycekî binavê min dinav wîkîpîdiya û kesên ji dhukê. û çewa dşên bi êkra bi peyivîn? û dkarin navê min (karzan hisham) sêrç biken û berê xu biden yutubê min û wêpsayta min. dê zur keyfxuş bin hun alîkariya min biken.
WêneyanBiguhêre
Silav : @Balyozxane: ! Gelo tu dikarî ji bo wan gotaran wêne bar bikî ? :
- Çêbû Lê belê Şîfa Gerdî, Amed Çeko Jiyan, Musa Anter ne derbasdar in. --Balyozxane (gotûbêj) 01:20, 23 sibat 2021 (UTC)
Silav :@Balyozxane: Tu çawa nî, başî ? Gelo ew 3 wêneyan çima ne derbasdar in ? Li ser her 3 wêne Logoya VOA ye . Avestaboy (gotûbêj) 08:45, 23 sibat 2021 (UTC)
- Silav, bira baş im spas, tu çawa nî? Ya Şîfa Gerdî, dîmena ekranê ye, yanî ji vîdeoyekî kişandine, nabe. Yê Amed Çeko ji facebookê kopîkirî ye, Dengê amerîka xelet nîşan dide. Yê Musa Anter "wêneyê wêneyî" ye, ew jî ne derbasdar e. Bikurtî carina her çiqas VOA wek yê xwe nîşan bide jî divê mirov bala xwe bide. Dem baş! Balyozxane (gotûbêj) 18:54, 23 sibat 2021 (UTC)
Translation requestBiguhêre
Hello.
Can you translate and upload the articles simple:State Border Service of Azerbaijan and simple:Azerbaijani Land Force in Kurdish Wikipedia?
Yours sincerely, Multituberculata (gotûbêj) 17:54, 23 tebax 2021 (UTC)
Guhertina peyvanBiguhêre
Merheba. Bi rastî jî tu însanekî ecîb û nezan î. Tu ne zimannas î. Û zimanê kurdî ji min çêtir nizanî. Jixwe însanekî cahil û nezan î. Peyvên kurdî yên li ser Wîkîpediya kurdî (ên riherebî an rih-zimanekî-din) li gorî serê xwe neguherîne. Ev bû çend car e ku te hişyar dikim. Ji te aciz dibim êdî.
@MikaelF, Gomada, û Ghybu: Ji kerema xwe vîyane asteng bikin ku nikaribe tiştekî xira bike.
@Sayit25, Xwedêda, û Balyozxane: Hûn çi difikirin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:51, 15 sibat 2022 (UTC)
Silav@Bikarhêner: ! Min di gotara Nivîsên Teknîkî de sernavê kategoriyê Kategorî:E-kitêbên bi kurdî wek Kategorî:E-pirtûkên bi kurdî guherand ji ber ku gotar bi sernavê E-pirtûk he û sernavê E-kitêb tun e . Lê mixabin te vê guhertoya min şunde kir. Eger tu ji bo gotaran peyva e-kitêb bikar binî ev ne pirsgirêk e. Ema ji bo sernav û kategoriyên gotaran standartardkirin pewîst e ku bikaranîna Wîkîpediya ji bo bikarhêner wisa hêsan dike. Avestaboy (gotûbêj) 15:21, 15 sibat 2022 (UTC)
- @Bikarhêner: Te tam rast fêm kiriye. Ez jî gelekî eciz dibim ji vî tiştî. Halê wîkîpediyayê ev e bê heke tu gotineke wilo bi kar bînê, sedî sed wê piştî çend heyvan ji vî kesî ê guhertin bi gotineke ecêb ku tenê li înternetê heye yan jî yeke ku ti kes naşuxilînê. Ez pevçûnê naxwazim, lê ev dilê min ji wîkîpediyayê dixelênê. Ez lê difikirim lê difikirim ji xeynî ku yek di nava hemû guhertinan de herê ti rê nîne yek vegerênê şiklê însana û ne ev şiklê ku bi dijmintiya li ser gotinên ji zimanên dî hatiye. Ez fêm nakim, ma ti karê avestaboy nîne jî xeynî dijmintiya li gotinen zimanê me. Gelekî ferq heye di neqeba gotineke ku ji erebî hatiye û di nav xelkê me de heye û gotineke ku tenê erebî ye. Ev her dû ne eynî tişt in. Rast e yek nikarê virde wirde gotinên zimanê dî bixê nav yê xwe lê mesele li vir ne ew e, ev gotin di zimanê me de hene. Mi hê jî ji bîr nekiriye sala çûyî wextê go min li vir eyda hevalan pîroz dikir, avestaboy hat gotina di peyama min de (!!!) ji eyd xiste cejin. Şikere ye ez jî zanim cejin çi ye lê ez bixwe naşuxilênim û ev bi gotina eyd re ciyok e. Her dû çêdibin. Sifir sebeb hene yek biguherê. Ez gotûbejek li ser vê meselê dixwazim. -- Guherto (gotûbêj) 20:16, 10 nîsan 2022 (UTC)
- Bikarhêner:Avestaboy Temam, ez te efû dikim li ser wî tiştî, lê mesela li vir mestir e ji tenê ew peyama min ya sala çûyî. Standardkirin tiştek e, virde wirde guhertina gotinên xelkê bi gotinên "kurdîtir" tiştek e. Nabê dijmintiya gotinên ku ji zimanên dî hatine zimanê me bikê. Yek nimûne (gelek gelek hene), min di çendek gotaran de kitêb nivîsandibû, vêga hemû bûne "pirtûk". Xwestina min e ez kitêb binivîsênim, û heqê te nîne ti vê biguherê. Ez dîse naxwazim pev herim lê min gelek cara guhertinên te yî piçûk dîtiye ku te ji xeynî guhertina gotineke ji zimanekî dî hatiye bi gotineke "kurdîtir" tiştekî nekiriye. Weke bê ti ketiye nêçîra van gotinan e ez rastî bêjim. Edit: Îronîk e bê te hê nûka peyama guhert û "xeletî" xiste "çewtî". Mêzê, ti rehet zimanê xwe nanivîsênê. Te ji dil xeletî nivîsand lê fikirîna te yî "ew ne kurdî ye!" hat û xira kir. -- Guherto (gotûbêj) 21:14, 10 nîsan 2022 (UTC)
- Bikarhêner:Avestaboy Ji bonî Xwedê, BES E! Em li ser çi diştexilin li vir?! Çima te dîse eynî tiştî kir? Çima te qeydkirin xiste tomarkirin? Tomarkirin ne bi kurmancî ye jî! Soranî ye! Law çi heqê te heye ti vî karî bikê? Mi digot em pev neçin problem mezin nebê lê ez fêm nakim çi xeletî bi te re heye? Ez êdî gelekî eciz bûm! -- Guherto (gotûbêj) 11:16, 11 nîsan 2022 (UTC)
- Ne mimkin e yek mezinbûniya zirarê hêsanî bibînê, lê vane hinek (gelekî kêm! ez 100% zanim ko gelekî gelekî bêhtir in ev jehr) nimûne:
- deqîqe -> hûrdem; https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=827418&diff=prev
- heywan -> ajal; https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=1072507&diff=prev
- kitêb -> pirtûk; https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=857277&diff=prev
- siyasetmedar -> ramyar (????); https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=700761&diff=prev
- dinya -> cîhan; https://ku.wikipedia.org/w/index.php?oldid=698987&diff=prev
- Kesek nabêjê hûrdem. Ev gotineke çêkirî ye. Kesên dijminê zimanê xwe tiştên vilo çêdikin. Ajal, min ti kurd hes nekiriye ku vê bi kar tênê. Pirtûk, gotineke ku soraniyan berî teqrîben 50 heta 70 salî çêkirin e, heke em li çavkehniyên piçekî kevn ên kurmancî mêzênin, ev gotin N Î N E. Ramyar, tenê di ferhengan de heye, yan çêkirî yan jî devokî ye. Cîhan, ne xelet e, lê dinya jî ne xelet e. Sebeba guhertinê nîne.
- Ev kar ev 4 sal e dewam kiriye. Di cih de divê werê sekinandin. Avestaboy, tu gotarên baş dinivîsînê, ez naxwazim tu dev ji wîkiyê berdê, lê çênabê ev tişt. Hiç çênabê. -- Guherto (gotûbêj) 11:40, 11 nîsan 2022 (UTC)
- @Avestaboy û Guherto: Bi rastî li ser Wîkîpediyayê naxwazim bi zimanekî nexweş mijûl bibim, lê ev Avestaboy însanekî zahf nezan e. Bi ekstremî cahil e. Ew qasî nezan û cahil e ku nizanim jê re çi bêjim. Standardkirina zimanê ne tişt e ku ew cahil dike. Ew xwe zahf zana dibîne. Lê ji cahilekî pê ve ti tişt nîne.
- Hêvî dikim ku Avestaboy dev ji xirakirina Wîkîpediyayê berde. Însan bi kurdî xeber didin, ne bi zimanekî çêkirî. Ez dizanim ku Avestaboy bi însanan re bi kurdî xeber nade. Lewma praktîkê nizane. Ji xeynî wî ewqas însanekî cahil e ku ferhengan jî nizane. Jixwe êdî aciz dibim ku ez tev eynî tiştan dinivîsim. Lê ez ê cardin bêjim: "kitêb", "defter", "ders", "mekteb"... ev tev jî peyvên kurdî ne, tenê peyvên kurdî yên rih-erebî ne û li dinyayê ti zimanekî tine ku ji zimanên din peyv bideyn negirtibe. Lê ev însanê cahil van tiştan fam nake. Hêvî dikim ku Avestaboy êdî dev ji Wîkîpediyayê berde. Mixabin ku rêvebirên li vir jî tevlî vê meseleyê nabin û Avestaboy dewam dike karê xwe yê xirakirina Wîkîpediyayê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:37, 13 nîsan 2022 (UTC)
- @MikaelF, Ghybu, û Gomada: Hûn çima hiş dibin? Ma hûn ne rêvebir in? Ku hûn dewam bikin hişbûnê ji kerema xwe meqemê rêvebirtiyê îşxal nekin. Ez ê bibim rêvebir. Min astengkirina Avetaboyê teleb kiriye. Ez dengdanekê jî li dar dixim. --
- @Xwedêda û Penaber49: Hûn jî tevlî dengdanê bibin ji kerema xwe. Ev şexs Wîkiya me mefv dike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:14, 17 nîsan 2022 (UTC)
- Ev kar ev 4 sal e dewam kiriye. Di cih de divê werê sekinandin. Avestaboy, tu gotarên baş dinivîsînê, ez naxwazim tu dev ji wîkiyê berdê, lê çênabê ev tişt. Hiç çênabê. -- Guherto (gotûbêj) 11:40, 11 nîsan 2022 (UTC)
@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Bikarhêner:
@Gomada:
@Penaber49 û MikaelF: Tu dikarî mînakekê bidî min ? Ez di guhertina peyvan de baldartir bûm. Bi piranî ez rastnivîsê rast dikim an naverokê çêtir dikim. Ku ez bi kurdî nizanibim ez çawa dikarim ji 500î zêdetir gotaran binivîsim?Ez ne di Wîkîpediya de me ku vandalîzm û wêrankeriyê bikim, ez ji bo ku Wîkîpediya Kurdî her ku diçe mezin bibe, bi erkê xwe radibe.
Min zêdetirî 500 gotar nivîsand,gotarên bikarhênerên din berdewam nivîsand, çewtiyên nivîsandinê sererast kir , agahîdank û wêneyan bar kir.
. Ez bi giştî karê hêja dikim û Bikarhêner dibêje ez Wikipedia dişkînim? Helbet ez dizanim her kes xwedî felsefeyeke cuda ye. Silav û rêz
Avestaboy (gotûbêj) 01:53, 14 nîsan 2022 (UTC)
@Guherto:
Jixwe kalîteya wê gotarê ne rind e . Mesela sernavê wê Fayla klasê ya Java ye . File ema peyveke îngilîzî ye .Ez guman dikim ku ew navê fermî yê kurdî ye. File bi kurdî bi navê Dosye ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku sernavê fermî yê bernameyê bi îngilîzî bikar bînim. Tomar û qeyd her du jî rast in (peyv di Kurmancî de jî heye) , heger tu gotarek li ser Wîkîpediyayê wek nimûne biguherîne, wê demê hatiyenivîsandin: Guhertinên xwe tomar bike. Peyva program di kurdî de jî heye, lê peyva bername bêhtir tê bikaranîn û di farisî de (barname) jî heye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku bername dê çêtir be, nemaze di teknolojiyê de.
Avestaboy (gotûbêj) 13:46, 11 nîsan 2022 (UTC) Avestaboy (gotûbêj) 13:46, 11 nîsan 2022 (UTC)
- @Avestaboy: Na, dinivîsînê "Guhartinan biweşîne" (û ev jî ne muhîm e ji ber ku însan vana dinivîsînin, ne zimanzan), û tu ji meselê direvê. Ne yek-do gotar û gotin e. Ev tiştekî mestir e. Hevalê Bikarhêner jî pê hesihaye. Ez naxwazim li ser gotinan bixwe pev herim ji ber ko gelek in, lê ez ê tenê bêjim bê tomar jî gotineke ku soranan berî çend salan çêkirin. Weke pirtûk e, di navê xelk de nîne. Heke ti bixwe bêjê tomar û qeyd eynî, ti çima diguherêêê. Bikarhêner:Bikarhêner ka tu jî karê werê vir -- — Ev peyama bêîmze ya Guherto (gotûbêj • beşdarî) ye.
- @Guherto: Tu mafdarî ku tu dibêjî ku ew peyvên tên bikaranîn peyvên çêkirî ne . Ema di gelek zimanên cîhanê de peyvên ku berî peyvên çêkirî bûn ew îro bûne ne peyvên normal . Mesela bi almanî ji bo rastnivîsandinê re serî de digotin Orthographie . Orthographie jî zimanê yewnanî tê .Di sedsala 17an de, Philipp von Zessen peyva Rechtschreibung çê kir. Û îro peyva çêkirî ji peyva biyanî ya Yewnanî bêtir tê bikaranîn. Mînakek din. Di Tirkiya Osmanî de ji mamoste re digotin mualim (erebî) û îro mirov dibêjin öğretmen .
- Peyvên çêkirî yên ku îroyîn dê di paşerojê de bibin peyvên kurdî yên normal. Pênûs jî peyveke çêkirî ye. Lê di medyayê de bêhtir tê bikaranîn. Ziman bi demê re diguhere. Paşê peyvên kurdya xwerû he ne ku mixabin gelek kurd nizanin ku hene. Heger zordestiya zimanê kurdî ne bûya, dê her kes bigota pênûs, pirtûk , ajal û hwd . Avestaboy (gotûbêj) 12:19, 11 nîsan 2022 (UTC)
- Ziman rast e tê guhertin lê ev guhertin ku newine şuxilandin ma bi rastî guhertin in? Zimanê muhîm, zimanê xelk e, ne zimanê çêkirî yê însanên ku ji zimanên dî eciz in. Mêzêne, berê zimanê osmanî yê tirkî hebû. Tirkan zimanê xwe mehf kir bûne 2 ziman. Ev jî riya ku tu tê de yî ye. -- Guherto (gotûbêj) 12:57, 11 nîsan 2022 (UTC)
- Ya rastî, em çilo gihane li ser mesela guhertina ziman? Berî ku em dev ji vê qerin, ez dixwazim bêjim deynkirina gotinan ne zordestî ye. Arîkariya ku ziman ji hev re dikin e. Gotina kîtab/kitêb di kurmancî, soranî, farisî, belûçî, erebî, peştûyî, ûrdûyî û gelek zimanên dî de heye. Ma ev zordestî ye? Na, arîkarî ye.
- Problema ku em li serê diştexilin ew e ku tu gotinan bêsebeb diguherê. Ti peywendariya wê bi guhertina ziman re nîne. Di 4 salan de ziman nehatiye guhertin, û heqê te nîne tu gotinên nivîskarên wîkiyê ên dî biguherê. Ma tu ji wan çêtir î? -- Guherto (gotûbêj) 11:26, 12 nîsan 2022 (UTC)
- Peyvên çêkirî yên ku îroyîn dê di paşerojê de bibin peyvên kurdî yên normal. Pênûs jî peyveke çêkirî ye. Lê di medyayê de bêhtir tê bikaranîn. Ziman bi demê re diguhere. Paşê peyvên kurdya xwerû he ne ku mixabin gelek kurd nizanin ku hene. Heger zordestiya zimanê kurdî ne bûya, dê her kes bigota pênûs, pirtûk , ajal û hwd . Avestaboy (gotûbêj) 12:19, 11 nîsan 2022 (UTC)
@Bikarhêner: Silav heval tu çawanî ? Başî ? Pirsek min he ye . Gelo tu çima min ji bo astengkirinê pêşniyar dikî ? Dibe ku tu berê mafdar bû. Lê niha ez bê sedem tiştekî naguherim. Niha ez bi piranî tenê rastnivîsê sererast dikim. Tu dikarî ji bo pêşniyara xwe mînakek bidî min? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 10:18, 19 nîsan 2022 (UTC)
- Avestaboy tu hê jî dewam dikî guherandina peyvên li ser Wîkîpediya kurdî. Ev der ne çiftliga bavê te ye. Ez dibêjim tu însanekî bêfam î jixwe. Ev bû 10 carê ku tekrar dikim, lê mecbûr im ku carekî din bibêjim.
- Tu însanekî pir cahil î. Fam nakî, nizanim bi yekî bi qasî te cahil re çawa bidim famkirin, lê divê dîsa îzah bikim. Xêra xwe Wîkîpediya kurdî xira neke û dev ji vir berde. Xebatên te tenê zerarê dide Wîkîpediya kurdî. Xebatnexeş ji te re. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:26, 1 tîrmeh 2022 (UTC)
- @Bikarhêner: Ji kerema xwe Pênc hîmên Wîkiyê bixwîne. Pêşniyaza min ji bo hemû bikarhêneran ew e ku xwe ji zimanê tûj dûr biêxin û arî hev bikin.—Gomadapeyam 16:22, 3 tîrmeh 2022 (UTC)
Cihê AgahîdankanBiguhêre
Silav Avestaboy, divê her tim agahîdank li herî jora gotaran be. Dema ku agahîdank li jêr yan jî piştî hinek nivîsê lê zêdekir bi taybetî li ser komputerê gelek kirêt dertê. Serkevtin û qewet be. Penaber49 (gotûbêj) 15:43, 17 sibat 2022 (UTC)
Silav Avestaboy, mixabin tu hemî agahîdankan çewt li gotaran zêde dikî. Ev jî hem dîtbarî û hem jî sîmetriya gotaran xira dike. Penaber49 (gotûbêj) 10:05, 23 adar 2022 (UTC)
RêveberîBiguhêre
@Penaber49 û Avestaboy: hûn çawan in, baş in? Hûn li vir li Wîkîpediya kurdî rojane karekî qenc dikin, destxweş bin! Min xwest ji we pirs bikim, çima hûn xwe wek berendamên rêveberiyê pêşniyaz nakin? Bi silavên germ --MikaelF (gotûbêj) 18:56, 25 adar 2022 (UTC)
@Penaber49: @MikaelF: Ez dixwazim ji bo paşerojê hemî taybetmendi û fonksiyonên Wîkîpediya fêr bibim. Eger pêşwendî ( fayde ) hebe ez dixwazim bibim rêveber. Armanca min ew e ku Wîkîpediyaya bi kurdî ji bo hemû kesên ku bi zimanê me re têkildar dibin bibe çavkaniyeke girîng a agahiyan. Divê zimanê kurdî ne tenê bibe zimanê rojane, divê bibe zimanê perwerdehiyê jî. Di heman demê de, gotaran divê bînin başkirin. Ne tenê çendahî ( hejmara gotaran ), di heman demê de kalîte jî pir girîng e. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 19:47, 12 nîsan 2022 (UTC)
Li ser Enver CeylanBiguhêre
Silav Enver Ceylan Kesê ku di rêzefîlm û fîlmên tirkî de cih girtiye, ger hûn bixwazin ez dikarim çavkaniyên nûçeyan ji wan re bişînim.news 1news 2news 3
Stefania TurkewichBiguhêre
Hello Avestaboy, When you have time, could you take a look at the English article: en: Stefania Turkewich? Stefania was the first woman composer of classical music in Ukraine. Could you give this article a start in the Kurdish language Wikipedia with an introductory sentence or paragraph for the «CEE Spring 2022» Wikipedia project? Thank you. Nicola Mitchell (gotûbêj) 18:54, 27 nîsan 2022 (UTC)
- Thank you for helping with this article! Nicola Mitchell (gotûbêj) 21:35, 3 gulan 2022 (UTC)
@Nicola Mitchell: When I have time I will improve the article. Greeting Avestaboy (gotûbêj) 09:36, 8 gulan 2022 (UTC)
- Thank you! Nicola Mitchell (gotûbêj) 11:28, 8 gulan 2022 (UTC)
Kurd bûna Fexredînê ExlatîBiguhêre
Silav Avestaboy Min ji hevalê Penaber49 ra jî got Eger ew mûsaît nebe ca xêra xwe rûpela Fexredînê Exlatî de a îngilîzî tê de binvîse eslê wî kurd e. Ji xwe Çavkanî pir in . Tu dikarî berhema Baba Merdûxê Rûhanî a Navdarên kurd jî nîşan bidî. . Heta di hundirê rûpelê de wisa binvêse Fakhr al-Din al-Kurdi al-Akhlati . Xwedêda (gotûbêj) 12:44, 29 çiriya pêşîn 2022 (UTC)
OlBiguhêre
Silav, lihevkirineke li ser bikarNEanîna peyva "ol" heye. Binêre vê gotûbêjê. Herwiha tenê guhartina peyvekê bi hevmaneya wê peyvê wekî trivial editing tê qebûlkirin û ne tiştekî baş e. Mîsalen, heger min di pêşî de di rûpela Misirnasî de tenê ol kiribe "dîn" û tiştek neguhartibe, wê demê ez sûcdar bûma. Te gotarek ji google wergerê kopî kiriye. Min jî dema ew sererast dikir, ji ber lihevkirina li ser peyva "ol", ew kir dîn. Şevbaş. --Balyozxane (gotûbêj). 23:57, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Herwiha [3] --Balyozxane (gotûbêj). 23:59, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- @Balyozxane: Wergera Google ya Kurdî bi tijî kêmasî ne.Wek nimûne, eger tu Gurcistan binivîsî, ew wergerîne Georgia ( bi inglîzî navbera navên Gurcistan û Georgia (eyaleta Amerîkayê) de cuda tune.Ez peyva ol ji peyva dîn re tercîh dikim ji ber ku dîn bi Kurdî jî dibe mirovekî nezan ( stupid , dumm , deli ) . Her wiha gotara Olnasî jî heye. Lê herdu peyv jî derbasdar in.Avestaboy (gotûbêj) 10:36, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- hevale hêja tiştekî wekî context heye. Haya te jê nîne gelo? --Balyozxane (gotûbêj). 11:02, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Herwiha gelo tu fem nakî? "ol" peyveke tirkî ye. Forma xirabkiriyî ya "yol" e. Ferhenga Chyet jî eynî tiştî dibêje. Ferhenga wî de binêre rûpela 425. Tu çima li vê peyva xelet israr dikî? --Balyozxane (gotûbêj). 11:12, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Dîn peyveke îranî ya kevnare ye. Ji peyva ol bêhtir tê bikaranîn.Ti kes jî peyva dîn a baweriyê bi peyva dîn a nexweşiyê tevlihev nake. --Balyozxane (gotûbêj). 11:14, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Tu tenê ji ber ku bawer dikî peyveke xwerû kurdî ye û di tirkî de nayê bikaranîn israra wê dikî. Gelo, ez xelet te fêm dikim? --Balyozxane (gotûbêj). 11:15, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Dîn peyveke îranî ya kevnare ye. Ji peyva ol bêhtir tê bikaranîn.Ti kes jî peyva dîn a baweriyê bi peyva dîn a nexweşiyê tevlihev nake. --Balyozxane (gotûbêj). 11:14, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Herwiha gelo tu fem nakî? "ol" peyveke tirkî ye. Forma xirabkiriyî ya "yol" e. Ferhenga Chyet jî eynî tiştî dibêje. Ferhenga wî de binêre rûpela 425. Tu çima li vê peyva xelet israr dikî? --Balyozxane (gotûbêj). 11:12, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- hevale hêja tiştekî wekî context heye. Haya te jê nîne gelo? --Balyozxane (gotûbêj). 11:02, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Dema ku ez gotarekê dinivîsim, ez li ser bikaranîna peyvan jî difikirim. Mesela bi zimanê almanî peyvên Hubschrauber û Helikopter bi hev re ji bo peyva helîkopter tên bikaranîn. Heta ku peyvek ji aliyê rêzimanî ve rast, fermî û derbasdar be, tu pirsgirêk nîne. Ji ber vê yekê heke ez peyva ol bikar bînim ne pirsgirêk e. Tu dikarî di gotarên min de çewtiyên rastnivîsê û rêzimanê biguherînî, lê ji kerema xwe bê gotûbêjê guhertina peyvan ne ke . Ji ber ku tu peyvekê nas nakî an qebûl nakî, nayê wê wateyê ku ew çewt e. Avestaboy (gotûbêj) 11:41, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Temam baş e. Me li hev kir. Ez ê dest ji peyvên ku tu bi kar tînî berdim. Tu jî bêyî gotûbêjê dest li ti peyva ku te nenivîsand nede. Baş e? --Balyozxane (gotûbêj). 11:48, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Herwiha ne ez ne tu guhartinên wisa [4] nekin. Heger peyvek xelet nebe, bila ti kes wê peyvê neguherîne. Dibe? --Balyozxane (gotûbêj). 12:00, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Di Wîkîpediyayên din de jî li ser bikaranîna peyvên cuda gotûbêj hene. Pir zimanan ji bo hin tiştan gelek peyv hene. Pirsgirêk ev e ku her kes bi awayekî cuda diaxive an jî xwediyê felsefeyek cûda ye. Ger nerînên cûda hebin, ez ê kêfxweş bûma ku em bi bikarhênerên din re vê yekê çareser bikin. Ez jî xemgîn dibînim ku di Wîkîpediya Kurdî de tenê 2 rêvebir û tenê moderatorek heye. Divê em bêliv û pasîv nemînin wekî din Wîkîpediya Kurdî baş mezin na be. Avestaboy (gotûbêj) 12:44, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Gotûbêja ser peyva ol hatiye kirin û biryar li ser bikaranîna dîn e. Lê tu vî yekî naxwazî qebûl bikî loma hertim bi awayekî êrîşkar li bikarhênerên din dixebitî. Hevalê Bikarhêner (g · b · a) ji ber vê rewşê te aciz bûye loma wê dengdanê ji bo astengkirina te çêkiriye. Lê belê li ser wîkiya me ti kesa bi nîyeteke baş nayê astengkirin. Haya hevalên rêveber heye ku kî nîyetbaş e kî nîyet xirab e. --Balyozxane (gotûbêj). 12:53, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Herwiha ji ber ku te bersiv neda, ez wekî ku te qebûl kir dihesibînim. --Balyozxane (gotûbêj). 12:54, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Ez bersîva te dipejirînim .Bi awayê, mirov nikare herdem etîmolojiya peyvê ji sedî sed zelal bike. Ez dizanim ku tê gotin ku dîn ji peyva deyn û ol ji peyva yol tê. Hêjayî gotinê ye ku erd peyveke hind-ewropî ye jî (bi almanî Erde, îngilîzî Earth). Lê peyva Erd/Ardê di erebî de jî heye. Niha ew peyveke hind-ewropî ye yan erebî ye? Bi awayê, mirov nikare herdem etîmolojiya peyvê ji sedî sed zelal bike. Ez dizanim ku tê gotin ku dîn ji peyva deyn û ol ji peyva yol tê. Hêjayî gotinê ye ku erd peyveke hind-ewropî ye jî (bi almanî Erde, îngilîzî Earth). Lê peyva Erd/Ardê di erebî de jî heye. Niha ew peyveke hindûewropî ye yan erebî ye? Herwiha hemû navên bi peyva dîn (Selehedîn, Nûreddîn û hwd.) hemû navên erebî ne û navên îranî nînin. Jêdera peyvê jî ne girîng e. Tenê peyveke biyanî ku kêm an jî qet nayê famkirin dibe pirsgirêk.
P. S. Hevalê Bikarhêner ji ber tiştekî ku bi xwe kiriye min rexne kir. Navê gotara Pirtûkê kir Kitêb. Ger li kêleka sernavê pirtûkê peyva ( pirtûk ) hebûya, li şûna wê ( kitêb ) nivîsandibû. Mirov nikare yekî din ji bo tiştekî ku xwe dike rexne û asteng bike . Avestaboy (gotûbêj) 14:08, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
SansûrBiguhêre
Ez te ji ber sansûra te ya peyva tesîr [5] şermezar dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 08:25, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Ez ne bawer im ku bandor û tesîr 100 % eynî hemwate ne . Bi tirkî jî peyva tesîr he ye ema bi taybet ji bo Derman tê bikaranîn. Bi tirkî bandor re etki tê gotin. Ez difikirim ku tesîr effect / Wirkung e mesela wek mînak ya dermanan li ser bejna mirov û bandor jî influence ( bi almanî Einfluss) e . Heke ez ne mafdar im, tu dikarî guhertina min betal bikî. Avestaboy (gotûbêj) 10:23, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Nijarperestên tirk etki çêkiriye. [6]. Tesîr hem bi kurdî hem bi tirkî peyveke derbasder e. --Balyozxane (gotûbêj). 10:36, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Min ne dixwast nîjadperestî bikim . Ez siyaseta zimanî ya tirkan nas dikim . Min ema bêjenasiya ( etîmolojiya) etki nas ne kir . Bi almanî û îngilîzî jî tê cûda kirin. Ema heke bi Kurdî di nav peyvan de cûda tun e ne tu dikarî guhertina min betal bikî . Avestaboy (gotûbêj) 10:48, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Dengdana rêveberiyêBiguhêre
Silav te çend car got tu naxwazî ez bibim rêveber lê dîsa jî dengdaneke heye û divê herî kêm 3 kesên din dengê erênî bidin ku bibim rêveber. Niha ji te dengê te dixwazim Dema dengê xwe didî, bi bîr bîne ku ez vî tiştî ji bo kêfê naxwazim, lê belê ji bo baştir kirina wîkiyê dixwazim. Dengdan li vira ye WP:Rêveber/Balyozxane --Balyozxane (gotûbêj). 12:11, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane:
Erê Avestaboy (gotûbêj) 12:18, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Hevalê hêja divê Wîkîpediya:Rêveber/Balyozxane#Bo li vir binivisî --Balyozxane (gotûbêj). 15:01, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- wisa binivîse
* {{erê}} {{subst:î}}
îmze bi rêya subst:î derdikeve. - tabî ger dixwazî, wisa jî ji bo dengê neyînî binivîsî
* {{na}} {{subst:î}}
--Balyozxane (gotûbêj). 15:05, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- wisa binivîse
Mîhengên telefonêBiguhêre
Silav hevalê hêja, telefona te pir caran piştî niqte ".", bêhnok "," û parentezan "(" valahiyek çêdike. Divê herî mîhengên keyboardê û li wir lêzêdekirina valahiyê piştî rênîşanan rakî. Yanî divê li vir [7] wisa be "1,70". "1 , 70" xelet e. Te carinan di sernavên gotaran de jî eynî xeletiyê dikî mînak: Te rûpela Ludwig I (Mîrê Anhalt-Köthen) wekî Ludwig I ( Mîrê Anhalt-Köthen ) çêkiribû. --Balyozxane (gotûbêj). 20:09, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Êvar baş hevalê @Balyozxane: Gelek spas ji bo agahdariyê. Min aniha wê sererast kir. Ma tu dizanî ka ew çawa bi şablona bejnê ji bo agahîdankê dibe ? Avestaboy (gotûbêj) 20:26, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Şablona çi min fêm nekir? --Balyozxane (gotûbêj). 20:33, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
180 m (590 ft 6+1⁄2 in) Avestaboy (gotûbêj) 20:47, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
{{convert|180|cm|in|abbr=on}}
→ 180 cm (71 in) (cm entered, converted into in) ,- Bo zêdetir agahiyê binêre {{convert}}. Lê ez jî zêde jê fêm nakim. Bi min ew ne hewce ne. Em kurd awayê standard ê metreyê bi kar tînin.
- --Balyozxane (gotûbêj). 20:56, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane: Min di gotûbêja gotara li ser Delia Duran pirsek kir.Gelo hûn dikarin bi wê re alîkariya min bikin ? Avestaboy (gotûbêj) 21:05, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Temam --Balyozxane (gotûbêj). 21:13, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Avahîdankên valaBiguhêre
Abê şûnda agahîdankên vala şablona {{Agahîdank jînenîgarî2}} çima bi kar nayînî? Hemû agahî ji wîkîdaneyê tê girtin û gelek serkeftî ye. Min ewqas ked da ji bo wergera wê ji fransî :) --Balyozxane (gotûbêj). 20:59, 26 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Silav @Balyozxane: Gelek spas ji bo vê agahiyê . Ez niha wisa dikim. Mixabin hê jî di agahîdankan de ji bo Çekya Komara Çekî û ji bo Hedîsvan jî Muhedîs tomarkirî ye ( ji xwe bi zanîna min peyva mihedîs muhedîs çêtir e ). Ma tu dikarî vê sererast bikî ? Avestaboy (gotûbêj) 10:45, 30 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Temam bira, ez ê êvarî bi botê hemî biguhêrim. --Balyozxane (gotûbêj). 11:10, 30 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Min guhartinên te bar kir Bikarhêner:Avestaboy/Têlemaxos. Kengî te sererast kir, dikarî bar bikî rûpelê. Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 18:44, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Bikarhêner:Avestaboy/Avahîsaz --Balyozxane (gotûbêj). 18:57, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Sansûra mektebBiguhêre
Ez te ji ber sansûra te ya peyva mekteb [8] şermezar dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 08:25, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Silav hevalê @Balyozxane: . Gotar berê ji hêla min ve hat çêkirin. Lê bi rastî hevalê @Jiju: herî zêde kar kir. Min peyva Mekteb xiste Dibistan ji ber ku di medyayê de zêdetir tê bikaranîn û sernavê gotara Wîkîpediyayê Dibistan e ne Mekteb. Her wiha agahîdanka te bi çewtî ye . Lord Voldemort mêr e û ne jin e ( dijminê sereke û ne dijmina sereke). Min hemî romanên Harry Potter xwendiye û hemî fîlman nas dikim. Avestaboy (gotûbêj) 15:42, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Tu çend saniye piştî gotûbêj a me gotarek li ser vê peyvê çê dikî da ku tu mafdar bî ? Nizanim ev komîk e an xemgîn e ? Ji kerema xwe bêalî bimînin e . [9] Avestaboy (gotûbêj) 16:19, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy Ji ber ku min xwest nîşanî te bikim gotina te ya "Gotar berê ji hêla min ve hat çêkirin." çi qas xelet e, min ew gotar çêkir. Dibistan peyveke farisî ye ku ji soranî ketiye kurmancî ji ber kesên ku nijadperestiya peyvan dikin, îro medyaya me dibistan bi kar tîne lê belê ka here gundekî û pirs bike gelo ew dizanin dibistan çi ye. Mekteb li çar aliyê Kurdistanê tê bikaranîn û êdî peyveke kurdî ye. Ez dîsa te şermezar dikim û diçim.
- Not: min dijmina sereke kir dijminê/a sereke lê rastiyê de antagonist ne dijmin e. Gelo têgiheke din heye ji bo vê peyvê? --Balyozxane (gotûbêj). 16:43, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Min got tenê ji bo xeletiya te nîşan bidim, min ew gotar çêkir lê di rastiyê de min got tu yê herî û rûpela Dibistana şevînî çêkî ji bo ku mekteb bikî dibistan. Loma jî min ew gotar çêkir. --Balyozxane (gotûbêj). 16:48, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Antagonîst = dijleheng --MikaelF (gotûbêj) 18:26, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Balyozxane: Tu çend saniye piştî gotûbêj a me gotarek li ser vê peyvê çê dikî da ku tu mafdar bî ? Nizanim ev komîk e an xemgîn e ? Ji kerema xwe bêalî bimînin e . [9] Avestaboy (gotûbêj) 16:19, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Balyozxane: Em ne dijmin in ? Mînak ger peyva pirtûk tunebûya min ê peyva kitêb jî qebûl bikira. Lê ji ber îdeolojiyeke çewt mirov nikare pêşketina zimanekî paşguh bike. Lê hinek muhafezekar / kevneperest wî dikin. Ji bilî vê peyva mekteb 2 wateyên xwe hene (dibistan û ofîs). Avestaboy (gotûbêj) 17:14, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy Dijmintiya çi? Ger peyva kitêb tinebûya min ê bigota pirtûk. Hemû kurd peyva pirtûk nizanin lê belê kitêb/kitab dizanin. Ew ne mihafezekarî an kevneperestî ye. Mantiqa wîkîpediya peyva berbelavtir çêtir digire. Ji bilî vê peyva dibistan 2 maneyên xwe hene (mekteb û ekol) --Balyozxane (gotûbêj). 17:25, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Balyozxane: Hemû Kurd peyva pirtûk nizanin ? Tu hemû Kurdan nas dikî? Li mala te televîzyona kurdî heye? Ez di gelek komelên kurdî de bûm û her yek ji wan peyva pirtûk dizanibû. Hozan Kawa di stranekê de distre:
Helbesta jîne nivîsand bi xwîne Bilbile gulan ji derya evînê " Pirtûka " dilan nivîsand bi xwînê Hemze şehîd bû bazê Mêrdînê. Gelo Hozan Kawa aniha ne kurd e ? Avestaboy (gotûbêj) 17:42, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Hevalê ezîz, ez naxwazim zimanekî tûj bi kar bînim lê belê tu her tim heneka xwe bi aqlê me dikî. Tu dibêjî "Hemû Kurd peyva pirtûk nizanin? Tu hemû Kurdan nas dikî?" Ma min tiştek wisa got? Divê illam bibêjim "Tenê yên xwende dizanin û ew jî ji kitêb, înternet û televîzyonê hîn dibin." Min negot "ti kurd pirtûk nizane." Tiştekî tu dikî eyb e şerm e. Gelo tu tenê li komeleyên kurdî de kurdî dibihîzî? Ka te qet ketî nav gundiyan? Cara dawî kengî hatî Kurdistanê? Ez li Kurdistanê dijîm û dema bi kurdekî re xeber didim, dibêjin "em ji te fêm nakin tu zimanê aqademîq qonîşmîş dikî". Li Kurdistanê êdî zarên kurdan kurdî xeber nadin. Zimanê me dimire. Niha divê em zimanê nivîsînê ewqas dûrî xelkê nekin. Di vê meseleyê de ev gotina min a dawî ye. Ger dixwazî dikarî tevlî dengdanan bibî, ne hewce ye eynî tiştî em her tim tekrar bikin. Şev baş --Balyozxane (gotûbêj). 18:15, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Balyozxane: Min efû bike. Min gotina te çewt fem kir. Li her dewletekê rewşa zimanê kurdî cuda ye. Ji ber vê yekê gundiyên Sovyetistana berê peyva pirtûk dizanin. Kurdên Tirkiye/ Bakurê Kurdistanê herî xirab bi zimanê xwe diaxivin. Lê kesên ku pir dixwînin gotinên ji medyayan fem dikin. Rewşa zimanê kurdî ji ya Zimanê îrlendî baştir e. Lêbelê zimanê îrlendî ji hêla hikûmetên Îrlenda û Brîtanyayê ve tê piştgirî kirin Avestaboy (gotûbêj) 18:38, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Tevlêbûna Zimanên dinBiguhêre
Silav ca xêra xwe evî rûpela Îbn Hemze Mexrebî bike nav zimanên din Xwedêda (gotûbêj) 20:52, 12 nîsan 2023 (UTC)
Ca Rexnekirina Hedîsan Criticism of hadith, û Fatima Mecrîtiye jî bike nav zimanên din.
Nas kirinBiguhêre
@Avestaboy Tu çawa yî ezbenî? Ez dixwazim te baştir nas bikim. Ger hûn bixwazin, em dikarin bi rêya e-nameyê biaxivin. Bi rêzdarîyan min, xatirê te.. Cura ut valeas 14:22, 20 nîsan 2023 (UTC)
- @MWM D-Pool Bibore ku ez dereng bersiv didim te . Min niha ji bo Wîkîpediyayaê tenê e-peyam çêkir.
- avestaboy@hotmail.com Avestaboy (gotûbêj) 11:28, 30 nîsan 2023 (UTC)
- Niha tu min biborinê. Min ji ber karê xwe nikarîbû xwe bigihînim Wîkîpediyayê. Ez ê di demek kurt de ji we re binivîsim.
- Bi rêzdarîyan min.. Cura ut valeas (MWM-DPool) 18:09, 9 gulan 2023 (UTC)