Guherto
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
biguhêreWîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.376 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Wîkîpediya Meha Asyayê/2020
biguhêre- Silav hêja Guherto,
- Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
- Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên Asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
- Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:46, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)
🤣
biguhêreHeval te go tirkê oxiz🤣🤣👏👏👏 Muş korkutt (gotûbêj) 12:42, 19 kanûna paşîn 2021 (UTC)
- @Muş korkutt: Merheba, oxiz çi ye? -- Guherto (gotûbêj) 12:55, 19 kanûna paşîn 2021 (UTC)
Guhertina peyvan
biguhêreSilav @Guherto: Tu dikarî guhertinên min li ser gotarên ku min nenivîsandiye betal bikî. Lê gotara Jules Verne dema ku ez nû di Wîkîpediya de bûm ji hêla min ve hat nivîsandin .Wekî gotara J.K.Rowling, navê min li wir nehatiye nivîsandin, lê her du gotar jî ji aliyê min ve hatine nivîsandin. Avestaboy (gotûbêj) 09:26, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Merḧeba @Avestaboy: Mi destê xwe nedaye nivîsarên ko te çêkiriye, li ya Arkadiy Gaydar min bêḧemdî kir lê mi guhertina xwe vegerand. Te nivîsara Jules Verne wextê ko tu ne têketî bûyî çêkiriye ji ber wê mi nizanîbû ma kê çêkiriye. Guherto (gotûbêj) 09:32, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Guherto:Ew ne sûcê te ye e. Ma tu dizanî ez çawa dikarim navê xwe wekî rûpêlçekerê her du gotaran binivîsim? Ez ti pirsgirêk bi bikarhênerên din re naxwazim. Naxwazim ku bibêjin min gotara kesekî din guhertiye. Avestaboy (gotûbêj) 09:40, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Piştî ko te rûpelê çêkiriye tu nikarî wî tiştî biguherê. Ez ê li cem xwe nivîsênim deqena ez wan rûpelan neguherim. Guherto (gotûbêj) 09:55, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Jixwe ez neketime pey guhertina gotinan. Serê mi pê naêşê ma kesek gotiye edebiyat yan wêje. Tiştê ko ez diguherim ew in ko pêşîka digotin ji bo nimûne "edebiyat" û dûvre te guhertiye tiştekî dî. Guherto (gotûbêj) 10:04, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Piştî ko te rûpelê çêkiriye tu nikarî wî tiştî biguherê. Ez ê li cem xwe nivîsênim deqena ez wan rûpelan neguherim. Guherto (gotûbêj) 09:55, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Guherto: Ez zimanê tûj hez nakim . Ji bo min ne tesaduf e. Tu tenê guhertinên min betal dikî. Gotara Misirnasî ji aliyê min ve hatiye nivîsandin. Hûn dikarin wê jî kontrol bikin. Pirsgirêka te tune ku gotarên ku min nivîsand ji hêla bikarhênerên din ve têne guhertin. Ez naxwazim şer bikim. Dest ji vê provokasyonê berde. Avestaboy (gotûbêj) 15:15, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Qerar heye ko gotina ol newê bikaranîn. Guherto (gotûbêj) 15:22, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Erê ez tenê guhertinên te betal dikim, ev gava pêşî ye. Te ẍeletî kiriye, te dijmintî li ser gotinên zimanê me kiriye û ez vê ẍeletiyê di'edilênim. Serê mi pê naêşê ma tu çi binivîsênê di nav nivîsaran de lê wextê ko tu nivîsên însanên dî diguherê ez nikarim wî tiştî qebûl bikim. Guherto (gotûbêj) 15:24, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Qerar heye ko gotina ol newê bikaranîn. Guherto (gotûbêj) 15:22, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Guherto: Qerar a çi ? Peyva ol peyveke derbasdar e . Ez dikarim sed çavkanî bidim te . Te pir caran min ji bo guhertina peyvan rexne kir .Niha tu bi xwe dikî, ma ew ne durûtî ye? Avestaboy (gotûbêj) 15:27, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Ez gotinan naguherim. Ez guhertinên te yî beredayî betal dikim. Ferqeke mezin heye di neqeba van meselan de. Guherto (gotûbêj) 15:29, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Guherto: Tu dikarî guhertinên li ser gotarên din betal bikî. Lê dev ji guhertina gotarên min berde. Te bi xwe di 10ê nîsana 2022an de gotara pirtûk kir kitêb. Ji ber vê yekê li vir xwe wekî polîsê zimanê kurdî nîşan ne de. Ez ne li vir im ku bi yên din re şer bikim. Ger tu vê provokasyonê ber nedî ez ê astengkirina te pêşniyar bikim. Avestaboy (gotûbêj) 15:44, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Oho tu divegerê berî 1 salî. Mi carek yan di car wilo kir dûvre mi dev jê qera. Nizanim te wê ji kû derxist. Vaye gotûbêja li ser ko "ol" newê bikaranîn: https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Wîkîpediya:Dîwan_(pêşniyaz)#Forma_Gishti_ya_Wikipediya_Kurdi. Mi destê xwe neda nivîsarên ko te çêkiriye ji ẍeynî ên bi "ol". Guherto (gotûbêj) 15:59, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Guherto: Pirsgirêka te bi peyvên wek kitêb û çax (Mongolî) re tune? Lê gelo peyva ol ji bo we pirsgirêkek e? Bêjenasiya peyva dîn jî bi tevahî ne diyar e, ji bo peyvê bêjenasiyên cuda hene. Ji ber wê jî dibe peyv ji zimanê erebî tê. Her wiha dîn jî bi kurdî tê wateya stupid. Ayin di heman demê de tê wateya rîtûel. Avestaboy (gotûbêj) 16:26, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- @Avestaboy: Naxwazim bikevime mesela etîmolojiyê, û çi 'eleqe me'na dîn "stupid" jî heye, ev tiştekî gelekî normal e gelek gotin bi bêhtir ji 1 me'ne hene. Ez dixwazim guhertinên te yî pûç betal bikim. Ewqas. Mi gotiye ez ê rûpelên ko te çêkiriye weke xwe hêlim û heke tu bixwazê guhertinên ol ên li ser rûpelên ko te çêkiriye betal bikê, betal bike.
- Tiştekî dî, li ser wîkiyê tiştekî weke "gotarên min" nîne. Nivîsar ên wîkiyê ne, di lîsansê de derbas dibê, tu ne xwediyê nivîsaran î. Dîse jî ez destê xwe nadime nivîsarên ko te çêkiriye. Guherto (gotûbêj) 16:34, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Guherto:Bi gelemperî xwediyê gotaran tune. Pirsgirêk ew e ku ez tiştekî biguherim wê demê ez têm rexnekirin. Her kes xwedî nêrînek cuda ye. Ji ber vê yekê her tim nîqaş tê kirin. Mixabin, ne hemî bêalî ne. Hevalê @MikaelF: carekê pêşniyar kir ku nivîskarek dikare peyvekê hilbijêre. Ev jî ne bê problem e. Dibe ku ev tenê bi gotûbêjan çareser bibe. Avestaboy (gotûbêj) 16:50, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Kurdiya Akademîk
biguhêreEv dema te xweş be birêz @Guherto: tu çawan î, baş î? Mamoste, gelo tu dikarî gotareke li ser Kurdiya Akademîk bi hin çavkaniyên pêbawer binivîsînî? Gelek spas, bimîne di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 18:22, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Êvar baş hevalê @MikaelF: te girêdanên balkêş belav kir, yek ji malperan got: Kurdiya akademîk tune, tenê Kurdiya rast heye. Ez heman difikirim.Li Îrlendayê,zimanê îngilîzî ji zimanê îrlendî zêdetir tê axaftin. Gelo îrlendî dibêje ez îrlendiya akademîk nizanim? Tirkmancî ne pêşketineke normal e, encama dîktatoriya kemalîstî ye. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:50, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)