“
|
Mirovê hindikî fêr neke, gelekî fêr nake.
|
”
|
“
|
Zana -- zane, ma nezan -- çi zane?
|
”
|
“
|
Filehê pîr misilman nabe.
|
”
|
“
|
Gûkirin rihet e, lê gûxwarin zehmet e.
|
”
|
“
|
Ne dûrî zanan here û ne nêzîkî dînan were...
|
”
|
Ez ne ji vî gundî me[1]
Şevekê merivekî rêwî gundekî re derbaz dibe, dinihêre du merivên kêmaqil kuçê de sekinîne li hîvê dinihêrin û qarra-qarra wan e. Yek dibêje: "Hîv e!" Yê dinê dibêje: "Roj e!" û li hev dixin. Çav rêwî dikevin, disekinin û dibêjin: "Ew mêrike ne dîn e, emê jê pirs kin". Û yek pirs dike: "Bira, em ketine şerr, ez dibêjim: "Ev hîv e!", ew jî dibêje: "Na, roj e!" "Tu gere bêjî çi ye?"
Rêwî difikire, bêje roj e, ewê dîn li wî xe, bêje hîv e, yê dinê wê lêxe. Difikire, difikire û dibêje: "Gelî birayan, rast bêjim, ez ne ji vî gundî me, nizanim." Herdu dîn jî kerr dibin û dibêjinê: "De wekî wisa ye riya xwe de herre, tu ji me dîntir î!"
- ^ Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl (1978). Zargotina kurda. Neşirxana "Naûka", Moskva.